Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 17 peyam
    stranger than fiction - tirşik

    Harold Crick rojekê dengek dibihîse ku ev deng hemû tevger û hestên wî bi lêv dike. mîna ku behsa çîroka wî bike. mîna ku karaktereke çîrokekî be. ji aliyê din ve Kay Eiffel nivîskareke li ber jibîrki...
    (3 şîrove)
    stranger than fiction
    (0) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. fîlma ku min duh ji tirşikê dît û daxist û lê temaşe kir.

    ne xerab e. heta dikarim bêjim ku senaryoya wê gelek orjînal e. will ferrell ku di fîlmê de karakterê serekeharold crick dilîze, gelek serkeftî ye. ji xeynî wî lîstikvaniya tu kesî bala min nekişand.

    fîlmê de dustin hoffman jî dilîze, em wî ji fîlma rain man dizanin.

    ger em vegerin fîlmê;

    fîlm ne berhemek wisa ye ku mirov di bin bandora xwe de bihêle an jî xewan lê birevîne. lê dema mirov lê temaşe dike, kêfxweş dibe. ji ber ku mirov dizane ku li tiştekî nû û orjînal temaşe dike.



    --- spoiler---



    nizanim çima lê sernayoya fîlmê bi min zêde nexweş hatibû hûnandin. yanî derbarê vê bûyera ecêb û efsûnî de, tu agahî û texmîn tune bû. ji aliyê din ve berteke kesên ku vê ecêbê dibihîsin jî bêwate bû. professor jules hilbert, nivîskar karen eiffel û sekretara wê û Harold bixwe jî zêde ne ecêbmayî bû. heçko hemû jî bizanin ku di fîlmekê de dilîzin.



    destpêka fîlmê de min qet ji nivîskarê romanê hez nekiribû. hal û tevgerên wê yên dînan ne sempatîk bûn. lê dawiya fîlmê de xwe da efûkirin. lê rewşa profesor jî tam berevajî vê bû. bênamûs, ji bo ku Harold bimire çi ji destê wî bê kir. got tu çare tune ku tu ji mirinê xelas bibî, got tu nikarî nivîskar bibînîn, got ev ne ew nivîskar e û hwd.



    ger em werin peyam û fikra fîlmê; belkî senarîst xwestibe ku bibêje trajedî jî bi guherînek biçûk dikarin vegerin komediyê. ya ku min fêhm kir an jî xwest fêhm bikimî ev bû. ji aliyê din ve, ji me re nîşan da ku dema mirov ji mirina xwe agahdar bibe, çawa xwe û jiyana xwe diguherîne û nûka hînî jiyanê dibe.



    --- spoiler---



    2014.06.04-20:12 | simurg56

    2. (bnr: stranger-than-fiction)



    2015.07.25-01:32 | endazer

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    berçem [1]
    li hesabek twitterêye. dibêje ez di nav tayma kurda bûm û ez jinim hem...
    henekên beredayî [3]
    ha ji we re temaşivanên hêja
    ...
    kurdên femînîst [1]
    helbet rexne li femînîstan were kirin. mîna ku em kurd ji sibehê heta ...
    kurdên femînîst [1]
    jinên ku ji nav civakeke ew qas bavsalar û kevneperest mîna şêran derk...
    kermêş [1]
    Topa ûris li wan bikeve yek nemînin Mala mirov xira dikin, tu tama xe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » strangers in the night
    » thank you madiba

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî