Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    15 mijar û 19 peyam
    serhado - tirşik
    serhado
    (1) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. hunermendek rapa kurdî ye. li swêdê dijî û bi eslê xwe ji midyada mêrdînê ye. ji ber nebaweriya ji xwe ku karibe bi kurdî rapê bike, pêşî bi zimanÊ swêdî destpêkiriye û paşiyÊ derbasî kurdî bûye. heta niha sê albûmên wî hene:

    xewna jiyan - 2007

    xeyala evîn - 2009

    bihuşta xeyalan - 2013

    ji navê albûmên wî xuya ye ku wek her kurdî xewn û xeyalên wî jî gelek in.

    albûma wî ya dawî bi nexşên dengbêjî hatîye xemilandin û bi rastî serkeftî ye jî. ji ber vê yekê, wek heskiriyek dengbêjan, ev albûm ketiye nav favorîyên min. berdewama serkeftinê jê re.



    2014.06.02-21:05 | qivaro

    2. Yek ji hunermendên ku deng jê nayê ye. Normalde min hej rap ê nedikir belkî jî min di go eyb û şerme kêr me nayê û min xwe jê dûr dixist lê xêra vî camêrî hinek sempatîya min bo rap ê çêbu. Loma jê hez dikim înşellah dîsa wek berê hunerê xwe pêşkêşî guhdarvana bike.



    2019.12.31-00:37 | azad30

    3. klîbek nû wek navê hêvî parvekirîye. lê çend roj bû em bendê bûn.



    Serhado - Hêvî (official audio)












    2020.06.02-00:32 | golikvan

    4. Albûmek nû bi navê hêvî weşandiye. 5 stran di albûmê de hene û peyvên hemû stranên vê albûme serhado bixwe nivîsandiye. Bi rastî jî di mûzîka hip-hop a kurdî de serhado serkêşek e. Pîroz be. Albûm li ser youtubê tê gûhdarkirin:
    Here lînkê



    2020.06.08-20:49 ~20:49]| serburiyek

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdên femînîst [1]
    Kurdên me zêde ji tamê dernexin femînizm ne tiştek xirabe.. lê jin û m...
    kerîm şêxo [1]
    Stranbêjekî ji binxetê, ji Qamişlo ye. Xwediyê albûmeke bi navê "...
    nathan söderblom [1]
    Lars Olof Jonathan Nathan Söderblom (15ê rêbendanê 1866 li Trönö hat d...
    richard simmons [1]
    Milton Teagle Richard Simmons 12ê tîrmehê 1948an li New Orleans jidayî...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » serhado

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî