Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tirkiya amedê - tirşik
tirkiya amedê
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ji tirkiya stenbolê xweştire.

- sen saan îşen bax.



31.05.2014 22:22 | dara berrûyê

2. (bnr: anliyem ama konuşamiyem)



31.05.2014 22:25 | ceso

3. ji kurdiya amedê xerabtir e.



31.05.2014 22:36 | simurg56

4. yên ku bi vê turkîyê diaxivin kurdî jî diherimînin. min carekî li înternet kafekî dêvla "pêl bike", "basmîşke" bihîst. ew roj ev roj wexta mirovên bi wî hawî kurdî dipeyvin ez guhê xwe digrim.



31.05.2014 22:37 | rûbar payîz

5. tışteki awa ye :



dıyarbakır ben u sen

keçê niye gülisen

dinya alem bili ma

sende beni sevisen *



31.05.2014 22:49 | kawa

7. MA XOCa XÊRDIR, NEDIR TERROR ESTIRÎSAN?



28.10.2014 16:58 | seydayê_peyvan

8. ew tirkiya ku gava ji bo mîzahê tê bikaranin îmana min jê diçe.

komîk nîne wellehî komîk nîne.



28.10.2014 19:21 | bayesar

9. (bnr: ne welleh qet komîk nîne)



28.10.2014 23:31 | vêca çiyeeee

10. (bnr: gelisen yoxsa yox) ?



26.02.2015 20:43 | ferhenga şikestî

11. (bnr: ma îlla pîslix çiqarax)



26.02.2015 21:44 | xendekî

12. (bnr: birêmin elimînyûm)

(bnr: wateya wê çi ye nizanim) *



27.02.2015 00:54 | brusk56

13. ma oyle oli.



27.02.2015 08:53 | sedrik

14. tirkiya ku rastiya min e jî..

heta ku ji amedê dernetibûm, min digot qey di axaftinê de problemên min nîn in ango min tirkiya xwe dieciband û min texmîn nedikir ku gelek qalibên ku bi kar tînim şaş in..

carinan dema bi tirkan re dipeyivim ji min fêm nakin, dûre ez şaşiya xwe têdigihîjim*



14.09.2015 00:10 | ferhenga şikestî


16. (bnr: tirkiya amedê vs tirkiya rihayê)



14.09.2015 17:27 | azadixwaz

17. tirkiyek tamsar e. qomîk jî nîne.



15.04.2020 02:10 | de facto hozan

18. Êdî îmana min jê diçe. Ciwanên nû yên berdoş wek zimaneke zikmakî dibînin û awayekî serbilind dipeyîvin. Heyfa wan mêran !!









15.04.2020 02:24 | kajav

19. Tirkîya ku wexta ez bi wan ra bi kurdî diaxifim û bersiva min bi Tirkî didin ez ji wan dibihecim. Ez nizanim bajarekî weke Amedê çewa ji aliyê ziman ve têk çûye, fahm nakim.



15.04.2020 09:12 | xabûrî

20. Cara ewil ku ez çûme Amedê min digot qey vî bajarî hemû kes bi kurdî diaxivin lê paşê min fem kir ku li vir zimanê serdest ne kurdî ye û ew tirkiya qirêj e.



15.04.2020 14:30 | reşwanî

21. axaftina ku dikutê mêjiyê mirov, dema ez li ser twîttirê dibînim ku kurd pesna vê axaftinê didin, dîn dibim. kesên ku jê hez dikin, beguman ne li zimanê xwe xwedî derdikevin û ne jî piçek aqil di serê wa de heye!



14.05.2020 21:27 | merwano

22. Ewqas jî xerab nekin vêya yaw * belê em amedî ji aliyê ziman de qelsin lê ev jî taybetmendiyek e. Camêrek bi navê (bnr: mustafa gazî) li ser vê axaftinê xebat kiriye û di heman katî de gelek helbestê wî yê kurdî jî henin ku bûye stranê ser zimanê me. Mînaka vê axaftinê:





15.05.2020 04:13 | rizgarm

23. Dibêjin devoka Tirkî ya filan derê xweş e bêvan derê nexweş e. Tirk jî van devokan di henekên xwe nê genî da bikar tînin. Nanê vê rûreşiya me dixwin... Erê hemû jî rûreşiya rewşa me ye. Em bi zimanê xwe biaxivin dê nebin pêkenokên Tirkên ehmeq. Ha ez nabêjim bê devok bi Tirkî biaxivin an Tirkîya Stenbol biaxivin. Bi van devokan qure nebin û bi zimanê xwe biaxivin.



15.05.2020 05:26 | rozerinbitlisi

24. altan tan di turabidin'den berriye'ye de dibêje ev şêwe tirkî ji dewr û zemana aqqoyûnlû û qereqoyûnlûyan maye. zimanê wan herdu begîtiyê jî tirkiya azerî bûye. û dibêje ji ew çax de li navenda diyarbekirê kurmancî-zazakî nayê axaftin. wek mînak malbata cemîlpaşazadeyan herçiqas serhildêrên dewra xwe bin jî ne bi kurdî lê bi tirkî xeber didan. sedemekê din jî navenda diyarbekirê ne homojen bû bîleks gelek heterojen bûye ji berê de, ango Ermen, suryan, Ereb, tirkmen tev li nav hev bûne û loma zimanê kurdî li navenda diyarbekirê li gor navçeyan qels maye.



15.05.2020 11:25 | tizbîkêş

25. Min her digot û her dê bêjim tiştek bê wate ye. Kurdên wisa diaxivin bê hurmetiya xwe dikin. Yên ku wisa diaxivin derhal jê dûr dibim. ez hurmeta xwe digrim*



15.05.2020 12:12 | de facto hozan

26. Çiqas zimanê dijminê me be jî, mirov hindî pak û spehî biaxive/bizane çêtir e. Ne ji bo zimanê wan, ji bo mirovan…



13.06.2022 22:08 ~22:10 | evcebarê pirê

27. nîşana bişaftinê ye. yanî sembola windakirina ziman û nasnameya xwe ye. loma jê dibehecim.

kesên ku bi vê devokê xeber didin û jê ne aciz in, kesên bişaftinê erê kirî ne. kesên têk çûyî ne. zir nezan in. haya wan ne ji dinya û ne jî ji der û dora wan heye. ji ber vê yekê mirov dikare bêje şaftê wan qaymîş bûye* ew kes metirsîyek in ji bo zimanê kurdî. du rê li ber kurdên diyarbekirê hene.

(1) a yekê axavtina bi zimanê kurdî + elimandina xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî ye.

(2) a dido axavtina tirkiya amedê ye: kesên bişaftî û têk çûyî bikaranîna tirkiya amedê wek sembola diyarbekirê dibînin ku nexweşiyek e. ji ber ku tu tişt di destê wan kesan de nemaye û hînbûna kurdî jî hê neketiye serê wan, bêçar, qîma xwe bi tirkiya amedê tînin û di bin giraniya vê yekê de dikenin. devşorbeyana! gere yekê destê xwe dirêjî wan bike û wan yek bi yek ji vê rewşa wêran xelas bike (qûrtarmîş bike).



29.01.2023 01:39 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkiya rihayê

Kategoriyên mijarê:: jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî