Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
hogir - tirşik
hogir
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: heval)



31.05.2014 01:01 | ceso

2. dibe ku an neewle me lê peyva şatir jî tê wê wate ye.



31.05.2014 01:16 | havka

3. yek j wan peyv û navên kurdî ye ku ez etîmolojiya wê gelekî mereq dikim.. heta min seh kiriye her ligel peyva hevalê hatiye bikaranîn.. heval û hogir, heval û hogirên hêja, eger tu heval û hogir bî.. filan.. di wîkîpediyayê de tê gotin ku belkî ji ho û girê pêk hatibe, lê tu aqilê min jê negirt..

li hêviya tezên fantastîk yên nivîskarên tirşikê yên li ser etîmolojiya vê peyvê me..



31.05.2014 13:33 | endazer

4. hev+ girtin - hov + girtin - ho+ gir = hogir *



31.05.2014 14:09 | xelîlêzer

5. li gor vê peyamê hogir/40964 belkî ji bo yoldaşa tirkî şûna rêhevalê bibe alternatîf.



31.05.2014 20:42 | kevçiyê dil

6. di ferhenga musa anterî de weha gotiye, Hogir; Alışma, Hogirbûn: Alışmak : Hogiri Alışkanlık, Hogirkirin: Alıştırmak

ho bûn; fêr bûn, hîn bûn e.

ho kirin: banandin an hîn kirin e..

mînak: ho buye tim diziye dike, mange ho buye tim ji naxire direve..

îhtîmalek heye ku ji ho kirin'ê tê, kesên ku tiştê hînî kesên dîn dike ye..ho girtin buye hogir e

belkî jî xuy girtin' a devokî ye..

disa li gorî eynî ferhenge yoldaşa tirkî hevrê ye..

an ku ez bejim weke bizin û mange hogirî hev bûne ji hev qet neqetîn..alî û velî tim tim hogirî hev bûn..



01.06.2014 13:08 | havka

7. navê straneke xweş a xelîl xemgîn e jî







14.11.2015 17:08 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» hogir

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî