Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 7 peyam
kermêş - tirşik
kermêş
(2) (0) (12)
di mijarê de bigere

1. kêzikeke biçûk e ku şevên havînan li mirov diherimîne. bi xwîna mirovan zikê xwe têr dike. dema ku hewa sar dibe ev winda dibin Û kengê ku hewa dest bi germbûnê kir di cî de derdikevin holê. bi baweriya min navê wê ji germmêş-ê guheriye Û bûye kermêş. di zimanên hind-ewropî de navê wê nêzîkê mêş-ê ye weke mînak li englîzî û fransî Mosquito, li almanî moskîto, mücke ye .



2014.05.28-15:54 | oxir

2. kerrik, kerr mêş, dibe jiber kermêşên hê ji şîr nabin/çavê wan nabişkife li pey xirê xwe diçin xwe kerr dikin jibû wî kermêş tê gotin



2016.09.22-00:22 | shorbevan

3. di diya xweyê xwenin, ev nizanin rihetî çîye mala wan jin û zariyên wan tunene meriv bişev jî naçe mala xwe..



2016.09.22-00:23 ~00:26]| shorbevan

4. (bnr: mormork) ew çar sal bû serê min wan ra ketibû belayê. Yaw arqadaş wana ez qul qulî dikirim!

êja yek carek jî têra wana nake. Hezar carî li meriv dixin û telt teltî dikin.



bi taybetî jî wanê (bnr: anofel) zehv pîs in.

dibêjin merivên ku xwîna wana 0 rh + be anofel zêdetir wana gez dikin.



di cîhê bax û baxçe da hejmara wana zehf e. Ez xerab nebim nav darên gûza da pirr in. Ji ber ku li adapazarîyê li ber pencereya min darekî gûza hebû mormork di odeya min de kêm nedibûn. Paşê sersala çaremîn de ew dara hate birrînê mormork hinekî kêm bûn lê mixabin disa jî xelaz nedibûn.



Qe nebe heftekîda sê roja ez ji destê wana heta destê sibê xewra nediçûm.



zêdetir jî (bnr: hestîyê gûzekê) ya pîyê min, tilîyê destê min, enîşka min û hestîyê sûretê min dixistin.

Dûwarê oda min bi xwîna wana da (xwîna wan bêbavan jî nebû xwîna min a ku dimêtin ew bû) mabû * qey te yê bigota dîwarên oda bi qelwmeke sor va nikil nikilî kiribûn *



tişta ku herî zêde îmana min serê min derdixist jî vizze viza wan bû. Yaw dihatin li ber gûhe min "vizzzzz" min digot yaw arqadaş de tê min gez bikî bike! ev çi viizze viz e.

paşê ez hîn bûm ew vizze viz jî dengê bazikên wan e



êja dermanê mêşan jî waba nikaribû yaww.

Min ewqas dermanê mêşa vala dikir sê çar caran ez pê serxoş bûm lê tu tişte wana nedihat.



wanê bêxayî!

neyse xwedêkirî ez wana xelas bûm. (bnr: can qûrbana mormorkên kurdistanê be) *



2016.09.22-00:47 ~00:50]| hozan serhad

5. pirahî li cîhê avzêmî hene, di mêwên tirîde jî hene, hetanî bibe divê meriv mêwa li nêvzî malê daneyne an divê meriv ji niyana wan gazina neke..



2016.09.22-23:09 | shorbevan

6. (bnr: șandelîk)



2016.12.16-00:45 | gumgumok

7. Em jê dibêjin kelmêş



2018.01.16-11:05 | umed

8. heyînên ku mirov dîn dike.



2018.01.16-11:53 ~11:53]| kurdokercewsî

9. ji bîhna nane hez nakin
izopropîl, sirke û rûnê dara çayê li hev bixî berî hundir bidî, çend rojek wêde nayên



2020.05.27-22:44 | afa

10. Havîn hat û dîsa demsala wan e.Ji ne paqijiyê hez dikin , bêhna gorên qirêj pirr hez dikin.Ji xwîna min jî pirr hez dikin (A rh +).lê ji xwîna hin kesan jî aciz in.
Pirr ji wan aciz im , riyên wan de ez bûm kujer yaw.Pirr dilê min li hev dixin.Bê rûmet in , ne tenê xwîna min, xwîna her kesî dixwin. wek dagirkerê kurdistanê ne hema.



2020.05.27-22:56 | brzn

11. Gava ku mirovek bajarî dihat gund wextê razanê hemû kermêşên me li dora wî kom dibûn * êdî goştê laşê bajariyan zirav bû xwîna wan şêrîn bû nizanim çi sedem bû * lê ev şev me bi xêra wan bi rehetî serê sibê dianî *



2020.05.27-23:13 ~23:25]| kajav

12. (bnr: kelmêş)



2020.05.28-14:15 | xabûrî

13. Qayyuma batmanê xwedê jê nerazî be bajêr baş derman nake..îdî xwestî dike an kês jêre nabêje nizanim..lê em perîşan bun



2020.05.28-19:23 | xeletnivîs

14. Topa ûris li wan bikeve yek nemînin
Mala mirov xira dikin, tu tama xewê namîne



2020.07.10-23:09 | afa

16. Çar darên me yên nû çandî hebûn heta min ew av dan xwîn di canê min de nehiştin. Agir bi mala wan bikeve erê welleh. Min pî, mil û destên xwe cihên tazî şil kirin îja xwe li tîşort û şalikê min danîn malmîratna.



2020.07.11-20:37 | xabûrî

17. Ajalên di ajaltiyêde li asta herî bilindin,ajalên heqê ajaltiya xwe lixwe helaldikin.. min îsal çêrî wan nekiribû divê kurmê xwe bişkênim, stres û heyfa betlandina xwe di wande derxim ez di (bnr: ribik)a tiştê diya dindar û ne dîndar,.. û alim û zalimê wan bi heb heb..
Qebraxa dibê qey ew mêşa me qubale girtine bi vardiye dixebitin.. van rojên havînê me kurmî kirin û li me heramkirine, rihetiyek tune ji destê wan..



2020.07.12-22:31 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
the kid [1]
fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya (v...
koma wergera fîlman ya tirşikê [1]
vê heftîyê 3 fîlm weşandin. hejmara fîlmên wergerandî bû 115. 1-...
întegral [1]
Qada ku di bin munhaniya fonksiyonekê de dimîne, jê re întegral tê got...
bedel boselî [1]
Li gor gotina wî sê meh e ser ev vîdeo xebitiye. Kedeke mezin heye; (y...
kajav [1]
Bi têbinî û pênaseyên di bin nivîsê xwe de gelek bala min kişandiye û ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kermêş

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî