Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 45 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; wergera bo kurdî
peyamên çepikkirî

40555. bere ji binî were qedexe kirin, jiber ku yên ku wergerê dikin zererê digihênin kurdî. sentaksa zimên xera dikin. bi bandora zimanê tirkî re mêjiyê wan bûye çeqilmast. pirtûkên ku bi ingîlîzî, rûsî, fransî û zîmanên dî hatine nivîsandin ji wergera wan î tirkî careke dî di wergerênên kurdî. ma wê çawa bi pêş bikevê? pirtûkên ku bi rûsî hatine nivîsandin divê ji rûsî werine wergerandin, berhemên zimanên dî jî wilo.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

59296. Werger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. Bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. Komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. Derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û kelk û çej ji wan bigirin. Ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. Du ziman û çanda dide berhev. Ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire, li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. Herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. Çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. Kirasê teng diçirîne. Dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike.

Bi taybetî ji bo geşkirin û xurtkirina kurdî werger îro gelek pêwîst e. Em divê di her warê jiyanê de giraniyê bibin ser wergerê. Ji zimanên din berheman wergerînin kurdî û ji kurdî jî wergerînin zimanê bîyanî.

Kurd êdî ne wek zemanê berê ne. Niha di nav kurdan de asta xwendinê gelek berfireh û bilind e. Kurd êdî pirzimanî ne. Him li welat û him jî li derî welat bi hezaran kurdên pirzimanî hene. Kurd dikarin giraniya xwe bidin ser wergerê. Gelek pirtûkên hêja wergerînin kurdî. Qet nebe di çend mehan de carekê kovareke wergerî derxin.



29.06.2013 12:10 | simurg56

61883. werger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û kelk û çej ji wan bigirin. ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. du ziman û çanda dide berhev. ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire, li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. kirasê teng diçirîne. dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike.

bi taybetî ji bo geşkirin û xurtkirina kurdî werger îro gelek pêwîst e. em divê di her warê jiyanê de giraniyê bibin ser wergerê. ji zimanên din berheman wergerînin kurdî û ji kurdî jî wergerînin zimanê bîyanî.

kurd êdî ne wek zemanê berê ne. niha di nav kurdan de asta xwendinê gelek berfireh û bilind e. kurd êdî pirzimanî ne. him li welat û him jî li derî welat bi hezaran kurdên pirzimanî hene. kurd dikarin giraniya xwe bidin ser wergerê. gelek pirtûkên hêja wergerînin kurdî. qet nebe di çend mehan de carekê kovareke wergerî derxin.



26.10.2013 15:08 | tariq

62287. tiştê ku pêşeroja jiyana min da dixwazim di warê aboriyê de bikim. weşanên li ser aborî mixabin di zimanê me da pir kêm in.



07.06.2013 13:56 | endazer