Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 56 peyam
görüşürüz - tirşik
görüşürüz
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotineke tirkî ye ku di bidawîkirina axaftina ku di navbera du kesan an jî zêdetir kesan de pêk tê, tê bikar anîn. ev gotin êdî ketiyê kurmancî jî û alternatîfên wê nayên dîtin.

lê em dikarin şûna wê 'vê gavê bi xatirê te' bikar bînin..



26.05.2014 12:46 | mergehez

2. emanet qencî



26.05.2014 15:06 | simurg56

3. em hev bibînî (bnr: see you soon)



26.05.2014 15:12 | birazî

4. bêjeya jêneger ya qedandina axaftina bi telefonê ya kurdên nûgihayî...

Em kesên pîr dibêjin "bi xatirê te" *



26.05.2014 16:09 | dil-tesne

5. oxir bê



26.05.2014 16:26 | xwelî li ser

6. gotina ku "bi xatirê te" şuna wê digire ye. heta ez bêjim ji görüşürüz zêdetir di cih de li wan cihên tên bi-kar-anînde. weke mînak ji kesên careke din wê neyên dîtin re jî görüşürüz tê gotin û ne rast e lê "bi xatirê te" li her derî dikare bê bi-kar-anîn.



26.05.2014 20:40 | azadixwaz

7. "heta carek dîn", xwe baş binêre, "demek nêzîk de em dê hev bibînin"..hwd

dibe ku "bi xatirê te" be..



26.05.2014 23:02 | havka

8. em pirr tiştan dikine qurbana sentaksa tirkî. pirrcaran em xwe li ber peyveke tirkî kot dikine ku jê re berambereka kurdî bibînin. lê ne mecbûr e ku her peyveka/biwêjeka tirkî re beramberek hebe. lêbelê ji ber ku sentaks bi ya tirkî tê avakirin, meriv bêgav-mecbûr-çar neçar-hutil mutil li berambera wê digere.

wek li jor jî hatiye gotin, "bi xatirê te" bes e ji "görüşürüz" re

"şevxweş", "şeva we xweş be", "şeva xwedê li ser we xweş be" bes e ji "iyi akşamlar"ê re



26.05.2014 23:34 | fethî ronî

9. (bnr: gömüşürüz)



26.05.2014 23:47 | oxir

10. hevoka ku gelek caran dibînim di dawiya axaftina telefonê de tê gotin, lê ger axaftina we bi piranî bi tirkî be û hûn vê bêjin normal e.
lê dema axaftina we bi piranî bi kurdî be û hûn di dawiyê de vê gotinê bêjin bi min ne normal e.
ma rast e tiştekî ku cihê vê bigre tune, hey xwelî li serê we loo.

(bnr: bi xatirê te.)
(bnr: li xwe baş binêre)
(bnr: bimînê di xêr û xweşiyê de)
(bnr: emanetê qenciyê)



08.05.2021 21:48 ~21:49 | merwano

11. Ez bi xo zî rey rey na xeletî kena. Dost, embaz û birayê mi zî zafê reyan peynîya qiseyî xo de na çeku şoxilnenê. Sosret o. Seba na sosretî ya, ez xover gêna û herinda Na çekuyî “çiman ser” yan zî “oxir bo” şoxilnena.



08.05.2021 23:51 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» görüşürüz

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî