Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
roja zarokên cîhanê - tirşik
roja zarokên cîhanê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. roja mafên zarokan a navnetewî ye. di sala 1925 an de li bajarê cenevreyê bi tevlîbûna 54 dewletan ev biryar derketiye holê. ev roj ji bo mafên zarokan werê parastin hatiye diyarkirin. li 21 dewletan wekî roja zarokan tê pîrozkirin. li tirkiyê 20 ê sermawêzê wekî roja mafên zarokan û 23 yê nîsanê jî wekî cejna zarokkan tê pîrozkirin



22.05.2014 11:21 | renas

2. (bnr: danezana mafên zarokan a gerdûnî)



22.05.2014 11:22 | renas

3. ecêb e çawa pkkê, hê ev roj kifş nekiriye û ji xwe re nekiriye alav û argûmanta propagandayê..

zû çend zarokan li cihekî kom bikin, postereke öcalan bidin dest wan, çend sloganên wekê bijî serok apo bi wan bidin jiberkirin, û gazî diha û anf û stêrk tvyê bikin, firsendên wiha herwextî bi dest mirov nakevin..



22.05.2014 15:26 | endazer

4. camér ji kerema xwe re jehra di dilé xwe de li her derî nebarîne. te yekcar edem kir.



22.05.2014 16:00 | renas

5. peyama zarokan a derbarê 1 ê pûşperê roja zarokên cîhanê de

Ji raya giştî re

Em hemû zarokên azadin û kes nikare azadiya me ji destê me bistîne. Zarok wekî masiyên di behran de ne. Çawa ku mirovek diçe behrê qirêj dike û masî dimirin, zarok jî wisa ne. Bêgunehin, lê yekê xerab tê û zaroktiya wî dikuje. Qetla zarokan qetla siberojê ye.

Ez bangê li hemû kesên cîhanê dikim! Dest neavêjin zarokan û siberoja me qetil nekin.

‘’ zarok wekî çûkên ku bêdengiya daristanê xera dikin e.’’ Ya rastî ne dizanin çi bikin ne jî dizanin çi bidin kirin… ew jîndarên herî bêsûc û bêgunehin. Em takekesên herî biçûk yên civakê ne, wekî ku herkes dizane em heta 18 saliya xwe zarokin. Kes nikare me bide zewicandin yan jî xebitandin. Ya ji bom e herî qenc; jiyaneke xwezayî cîhaneke azad e. Em zarok, naxwazin ku wekî mezinan tevbigerin û bifikirin em dixwazin wekî zarokan bijîn. Ne wekî xwesteka kesî her wiha em dixwazin wekî rastiya zarokan bijîn

Em wekî Meclîsa Zarokan ya Amedê dixwazin vê ya bêjin: ol û nîjad û zimanê zarokan tune ye. Em zarokên cîhanê ne. Biryara meclîsa me: 23 yê nîsanê ji bo zarokên kurdistanê naye tu wateyê. Bi vê biryarê, hêdî em zarokên kurdistanê, em ê 1 ê pûşperê wekî roja zarokan pîroz bikin.

Bi vê hişmendiyê ‘ em ê bi rêveberiya xwe ber bi nasnameya azad ve bimeşin’ Em ê vê rojê diyariyê, zarokên li kurdistanê hatine kuştin, Berkîn Elvan, zarokên li bûyera somayê sêwî mayîn û zarokên astengderan dikin.

MECLÎSA ZAROKÊN AMEDÊ



29.05.2014 11:23 | renas

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja agir
» zarokên siyasetmedarên kurd

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî