Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
enpara.com - tirşik
enpara.com
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. e-banka-ya yekem a tirkiyê ye ku ji aliyê finansbank-ê ve hatiye amadekirin.

heqê salane ya şixulandina hesêb nastînin ev jî ji bo bikaranînê taybetmendiya herî bi kêr e. her wiha heqê birêkirina pereyan jî nastînin. yanî havale û eft (bi kurdî çi jehr be êdî) belaş e. her wiha niha di faîzan de xwediyê rêjeya herî bilind e. mirov dikare ji bo şevekê, mehekê, 3 mehan û 6 mehan perê xwe têxe faîzê. lê ji ber ku dilê kurdan ji faîzê re hîn germ bûye vê meselê zêdetir dûvdirêj nakim.



ji bo serîlêdanê divê mirov pêşî forma ku li vê lînkê ye tije bike :https://www.finansbank.enpara.com/basvuru.aspx

piştî ku we îşê form û morman qedand li gor mezinahiya cîhê ku hûn lê dijîn di nav 2-7 rojan de şixulvanê enparayê tên adrêsa we hesabê we çalak dikin Û kartê we didin we.



ji bo berberî û rekabetê bankaya garantî-yê bi navê igaranti Û bankaya yapikredi-yê jî bi navê nuvo sîstemên ku dişibin enparayê derxistine lê hîn negihana asta enparayê.



21.05.2014 21:47 | oxir

2. sîstemeke xweş û ekonomîk dixweye, lê ji ber ku ez hê jî karta xwe ya bursê ya banka zîraetê bikar tînim û bêyî pere hem eft û hem hewaleyê dikim, ne hewce ye serê xwe pê re biêşînim û xwe bikim di belaya xwe banqeyekî dî de..



21.05.2014 23:21 | endazer

3. Sîstema ku ez bi kartînim e. Ji bo hawale û eftyê tu mesrefan nastînim. Weke din ferqa di navbera kirîn û firotina dovîzan (dolar , euro, sterlîn) de hindik e. Di havîna sala 2018an de dema dolar û euro firîbûn wê demê çend caran bi kirîn û firotina dolaran bi xêra enparayê 4 rojan de min nêzîkî 1800 TL kâr kiribû.
Heftiya buhurî qerta min wenda bûbû. Min bi awayek online ji wan re peyam şand. Roja dî cêhde li min vegeriyan û qerta nû ji min re derxistin. Îro jî qerta min gihişt destê min.
Ji ber ku girêdayî fînansbankê ye mewdûatên (pereyên) mirov heya 100.000 tlyî di bin garantîya dewletê de ne. Ji xwe ewqas pereyê min di hesabê de nîne. Ji ber wê dilê min rehet e.



26.11.2019 22:51 ~22:53 | nan û av

4. xizmeta bankaya online ku ev nêzikî 3 sal in, ez jî bi kar tînim. ji qertên xwe pere nastînin heta tam berevajî, par ji bo qertên min, 100 tl pere dan min *
ez her karê xwe de li ser sepana wan ya telefonê pêk tînim. qertên min jî her tim ji bo danûstandina ser li înternetê, girtî ye. kengî pêwist be, bi sepanê vedikim û dîsa digirim.
dema pere lazim be jî diçim ji atmyên fînansbankê dikişînim. heta niha carekê jî neçûme bankayê bixwe.
welhasil, jê qayîl im. heta niha tu pirsgirêk dernexist ji min re.



27.11.2019 18:06 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» enpara.com

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî