1. nivîskarek nû ya/yê tirşikê ye ku berî çend deqeyan bû endam * |
|
2013.10.11-23:18 |
simurg56
![]() |
2. nivîskarekî tirşikê ye. kurdiya wî hewekî ecêb e ku balê dikişîne li ser xwe. bila li vir daîmî be. |
|
2013.10.19-11:39 |
serhednişîn
![]() |
3. nivîskarê ku bi vê şandiya xwe ya rewşê ; "çêlekeke wekî çelekeke bû. û wê jêkirin û xwarin. yekî ji min re got. golika wî paş wê girîya yî. golikê reben. golikê reben " çi xwestiye bêje nizanim lê gelekî kena min aniye. tu her hebî * |
|
2013.10.19-20:58 |
brusk56
![]() |
4. nivîskarê ku îro dema min navê wî li dereke din dît, min got "aha hayao miyazakiyê me" û ketim heyecanê. lê min dît ku ne behsa miyazakiyê derhênerê japon dike. |
|
2013.11.20-21:17 |
simurg56
![]() |
5. derhênerekî japonî ye ku di tirşikÊ de qasÎ niviskarÊ ku bi hemnavÊ xwe ne naskirin. lÊ hÛn dibinin em çawa niviskarÊn xwe popÛler dikin. |
|
2013.12.20-11:20 |
cinorek
![]() |
7. nivîskarê ku wêneya avatara wî, du zilamên di nav nivînekê de ne, ye. |
|
2014.01.04-23:01 |
simurg56
![]() |
8. her wiha nivîskarê ku fonksiyon weşana zindî / çi difikirî?, herî zêde bi kar tîne. mêrik bi qasê peyamên xwe nivîs jî li wir nivîsandiye. maşelleh. |
|
2014.01.04-23:05 |
simurg56
![]() |
9. nivîskarê ku vaye 4-5 roj bÛ me nedikarî nivîsên wî ên xweş bixWînin. dîsa vegeriya ye xêr hatiye . |
|
2014.01.13-11:12 |
brusk56
![]() |
10. nivîskarê ez bawer dikim ku pirtûkên Kurdî binivîse ^wê pirr hêja be, mirov dixwaze nivîsên wî yên edebî bixwîne * |
|
2014.01.24-00:10 |
berxweda
![]() |
11. kêm zêde deh rojan carekê rewşa xwe nû dike. |
|
2014.02.09-21:03 |
berxweda
![]() |
12. haya wî ji mîrata ergatîvîteyê nîne.. |
|
2014.03.08-22:56 |
endazer
![]() |
14. êdî xwediyê fantaziyekî mezin e: |
|
2014.03.08-23:19 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. nivîskarê ku min ji peyama wî ya dawîn (ku însan ji meymûnan hatibe, ji bo çi meymûnên aniha nabin însan/32398) tiştek fêhm nekiriye, ye. bi qasî dixuye bersiv daye min lê dîsa bi qasî ez dizanim hayao ne kesayetek wisa ye. |
|
2014.03.25-02:41 |
mergehez
![]() |
16. (bnr:ku însan ji meymûnan hatibe, ji bo çi meymûnên aniha nabin însan/32398) xwedÎyÊ wÊ peyamÊ ye. ez jÎ, ji wÎ tu tişt fÊhm nekirim. |
|
2014.03.25-09:35 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
17. peyama ku hatiye rexnekirin, xwediyê sernivîsekî anket e. |
|
2014.03.25-11:09 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
18. nivîskarê tirşikê yê berê ye. ji ber ku êdî navê wî guherî û bû biruya hayao miyazaki. |
|
2014.05.21-00:05 |
simurg56
![]() |
19. nivîskarê tirşikê ye ku berê navê wî hayao miyazaki lê bi daxwaza wî, ji bo navê wî û ya derhênerî japonî tevlîhev nebe, navê wî hat guhertin û bû ev. |
|
2014.05.21-00:06 |
simurg56
![]() |
20. bûyereke manîdar e bi rastî jî.. * |
|
2014.05.21-00:12 |
endazer
![]() |
21. tew piştî peyvên endazer kiriye yên bibîne ewê bêje qey *hayao miyazakî çi tawanbarî kiriye* lê heqê endazer heye, peyamên ku di bin nicka berê hatiye nivîsandin DİVÊ bên anîn bin vê nickÊ. ez peyamên xwe dixwazim* ENDAZER BİRA WEZÎFEYA XWE YÊ MODERATORİYÊ BÎNE CİH. EV CİH NE YÊ CİHÊ RAKETİNÊ YE* |
|
2014.05.21-00:24 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
22. nivîskarê ku pêşenîka navê wî mereq dikim; gelo ji biruyê qest birh e? |
|
2014.05.21-00:51 |
endazer
![]() |
23. nivîsarê ku bi guhertina navê xwe, weke bombeyekî ketiye rojeva tirşikê * |
|
2014.05.21-00:52 |
brusk56
![]() |
24. wateya birû, belê birh e. qûn jî dibû bi rastî, lê min çima nekir kîr û hêlika wî, ew bala min kişand. diponijim... dibe ku ji sedema him qûn û him kîr û hêlika hoste nedîtibûm. min bidîta jî ez bawerim ku minê vana tercîh nekira. lê ev tişt hat bîra min: pênûsa hayao miyazaki. him qelem Û him penis'a ingilîzî. lê nivîsandina wê ewê zehmet biba. * xêndî kîr û gunê hoste bi xwedê poşmanî ji hêla berçavka wî ket dilê min. berçavka wî gelek şêrîn xuya dikir... birûya wî jî gelek xweş e û biyara xwe dam ji her tiştî xweşik e. xwedê emrê wî dirêj bike.* |
|
2014.05.21-01:06 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
25. tirşikvanê ku ev demek dirêj bû, xuya nedikir lê vaye 2 roj in dinivîse. bi xwedê me bêrî kiribû. |
|
2014.08.10-23:13 |
simurg56
![]() |
26. nivîskarê xwediyê malpera http://xebrosk.blogspot.com.tr ê ye. di vir de gelekî behsa hevzayendî û lgbtî yê kiriye û nivîs nivîsîye. Dibe ku yekem kes be ku bi Kurdî ewqas nivîs li ser hevzayendiyê û lgbtî yê nivîsî be. |
|
2015.01.02-21:13 |
berxweda
![]() |
27. asdfghjk gelo ew çi avatar e? li ser logoya tirşikê logoya tirşikê/61943 çi aniye ka binêrin. ![]() |
|
2015.03.21-17:23 ~17:27]|
remlavêj
![]() |
28. hingî ji xwe re kul û derd çêkirine, ez ditirsim ji kerban negihe siba.. |
|
2015.04.17-00:42 |
endazer
![]() |
29. Yeqîn bikin hingî kul û derdên wî pirin hemû bijîşkên tirşikê bên ba hev dîsa jî nikarin derman bikin. ![]() |
|
2015.04.17-08:36 |
ceso
![]() |
30. nivîskarekî hêja ye, mirovekî başe. kîjan tirşikvan neheqî lê bike, ez ê histiyê wî/wê bişkenînim |
|
2015.07.18-14:30 |
hola êzîda
![]() |
31. Dibe ku dêrikî be lewre min ji dêrikiyan pê ve ji tu kesê gotina mere nebihîstiye. Heke ku Li dereke din tê bikaranîn bila bêje* |
|
2015.09.17-02:05 |
mergehez
![]() |
32. j'mêrdîn im. lê na ne j'dêrîk im. * ez li romana eyüp kıran a dewrêşê ewdî gelek caran rastî li vê peyva mere hatim. * û wateya wê nedizanîbûm. min digot qey daçeka ji ketiye û tenê forma "(ji) me re" maye lê camêr cara ewil a bikaranîna mere di nav kevanekan de mirov nivîsandiye. mîna ronahiyek j'ezmên daket ser serê min û wê roja min kiribû cejnekî pîrozî. * û ji versiyona mera çêtir e bi ya min, nermtir, naziktir û xweşiktir bo bihîstinê. lê jê çetirîn mirov e. em hema mirov in. * * |
|
2015.09.17-14:42 ~14:47]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
33. yek ji wan kesa ye ku di navbera kurmanciya wî ya destpêka nivîskariya wî û ya niha de dinyayek ferq heye, kurmanciya xwe gelekî xweş û rewan kiriye, carê xwendina peyamên wî ez diwestandim gelek caran min bi xwe re nedidît hemûyê bixwînim lê niha pêlê dikim û pê de diçim.. destxweşiyê li wî û li tirşikê dikim.. |
|
2015.09.17-21:22 |
endazer
![]() |
34. divê xwe hînî ergatîva kurmancîyê bike. |
|
2015.09.17-22:49 |
hola êzîda
![]() |
35. li ser ergatîvê dixebitim. lê li nav vê şerê, diitirsim ezê soranî hilbijêrim û dev ji kurmancî berdim. ma ne ew jî kurdî ye. * lê ji berê ve dixwazim ku tirşikvanên ku çewtiyên ergatîvê ya genî û miqrof dibînin, bira nîşanî min bidin ku ez zanibim ka li kî derê şaşî dikim. |
|
2015.09.17-22:55 ~22:56]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
36. min nizanîbû ez potansiyel kujer im lê bi saya serê wî/ê hîn bûm ku kujer im |
|
2015.09.20-13:28 ~13:28]|
ferhenga şikestî
![]() |
37. nezanek mîna "bêjiyên ekşiyê" hatiye li bin nickê û qal trajediya xwe kiriye û çend pirsan kiriye. pirsên vî homofobîk van mijaran dihewînin: sîyaset, dîrok, coxrafya, edebiyat, felsefe, sosyolojî. qaşo-zana îktîsatê jî têxistiye ber felsefeyê. * ev mijar giş têdikevin beşên civakî û ev beş carinan bi fikrîn û metodên vekirî bi berhem an jî gotarên kesên ne profesyonel ve dikarin zêde bibin.lê... |
|
2015.09.20-13:55 ~14:27]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
38. |
|
2015.09.20-14:18 ~17:41]|
ferhenga şikestî
![]() |
39. mairv ewqas jî rika peyvekê nagire babam wuuu çi bû law qey zora te çû? sînora manîpulasyonê jî heye lê sînora vî nivîskarî nîn e.. |
|
2015.09.20-15:05 ~15:14]|
ferhenga şikestî
![]() |
40. nivîskarekî biqalîte ye * xwezî 20 nivîskarên wek wî hebûya di tirşikê de. |
|
2015.10.30-23:34 |
brusk56
![]() |
41. tê bîra min dema nû dest bi nivîsînê kiribû kurmanciya wî jihevketî bû, lê aniha xweyî kurmanciyeke gewr û xweşik û nazik û nazenîn e, maşalla* |
|
2016.04.03-19:31 |
ferhenga şikestî
![]() |
42. min ferq nekir kêngî kurmanciya xwe ewqas pêşve bir û kir rewantir. lê bi xwudê ji du sê tirşikvanan yek jê ev e ku teqez her peyemake wî dixwînim. ligel kurmanciya xwe ya xweşik bi dagirtî û têr û tijî dinivîse. bil neçe haa* |
|
2016.07.01-13:14 |
ferhenga şikestî
![]() |
43. yek jê nivîskarê jêhatî û baqil ê tirşikê ye, hemî entryên wî ji jêderkeke xurt diherike yanî tew tiştê ku baş zane dinivîse loma gelek pêdivî pê heye |
|
2017.01.05-14:26 |
ferhenga şikestî
![]() |
46. ji nîvê zêdetir peyamên xwe jêbirine. ez fêm nakim armanca wan çi ye? ev, rasteqîn, elegez.. |
|
2017.12.05-10:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
48. Di rûpela wêne ya tirsik.netê de ji bo nivîskaran tirşikê kart çêkiriye Here lînkê texmîn dikim ji bo sersala 2018 an e, spas birako, destên te sax be. ![]() |
|
2017.12.22-17:11 |
mîr
![]() |
49. @mîr qismet nebû, li tirşikê qala wan qertan bikim. him ji bo sersalê min ew çêkirin, tirşikvan dikarin çap bikin û dînin ser maseyên xwe weke diyariya tirşikê û him jî min xwest ku heke yekî rabe û bixwaze danasîna tirsikê bike, bira di tirşikê de malzeme hebin. qertan li gorî instagramê ye, lê helbet hun dikarin li facebook û twitter û tumblr ûpinterest û qizzulqurtên din biweşînin*. |
|
2017.12.22-21:21 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
50. Nivîskarê ku demeke dirêj e xuya nake, ye. Rastî jî nivîsên wî kêyf û seyr bûn. Carna dikevim profîla wî û peyamên wî yên kevin dixwunim. Hêvì dikim demek kin de dîsa vegere û li vir binivîse. |
|
2018.11.04-12:18 |
xelîl
![]() |
52. van demên dawî xwe wekî mîlîtanek standarda kurdî ya celadet alî bedirxan dihisim. li bin sernivîsa rêbera rastnivîsînê tê dîtin. hemû dijberên vê rêberê dişopînim, dixwînim û dibînim ku komxebat di nav şaşî û xeletî û çewtî de avjeniyê dike, tu tehemula min bo alîgir, şopger û muxellîdên wan namîne/nema. hemû bi hemd an bêhmdê xwe zimanê kurdî xira dikin, edetên heyî yên 70-80 salî serûbin dikin, wêran dikin û ber çavên min ferqa wan ên ku qeîdeyên komxebata kurmancîyê ya derewîn disepînin (hele li vê navê ecêb binerin û qaşozimannas ev nav lê kirine!) û hêzên asîmîleker tune ye: kirinên her du jî xirakirina kurdî ye! bi çi nêt û armanc û xeyal tev bidin, di encamê de kurdî diavêjin nav qaosek! |
|
2020.02.22-11:57 ~11:58]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
53. nivîskara ku tiştên pirr bi kûrr dinvîse , min hê fêhm nekir ev mîjar derbarê çi de ne :@ |
|
2020.04.04-20:53 ~20:53]|
brzn
![]() |
54. Nivîskaraê ku dikare tev li koma wergera fîlman ya tirşikê bibe û fîlmên hayao miyazaki wergerîne. Weke mînak, tottoro tottoooro |
|
2020.04.05-00:21 |
mergehez
![]() |
55. Carinan dikim ji hine peyamên wî ra sê çepikan tev bidim lê hişyarî dertê li pêşiya min * bi çepikekî va dilê min rihet nabe * jbk ewqas kêfa min ji wan entryên wî ra tê... |
|
2020.04.05-01:57 |
bûtîmar
![]() |
56. zû de bû nedinivîsand. pirr kêfxweş bûm ku hatiye û bi mijar û entryên xwe yên balkêş û dirêj tirşikê dîsa coş kiriye. |
|
2020.04.05-02:33 |
xelîl
![]() |
57. @brzn, derheqê ontolojiyê ne, lê bawer im di nav peyamên min ên do de ya herî tevlihev, belkî ya xwedê be. xwedê ji te jî razî be ^.^ |
|
2020.04.05-12:19 ~12:21]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
58. tirşikvanê ku bi xeletî reşik daye peyama min a li derheqê xwe da : ) erê bira, |
|
2020.04.05-17:49 |
bûtîmar
![]() |
59. nivîskarekî hêja ye. Min bi binnivîsên wî yên ji bo koma wergera fîlman ya tirşikê ku amade dike, min navê wî bihîst. Ji bo keda wî ya pîroz, sipas * |
|
2020.05.02-19:50 |
merwano
![]() |
60. Nivîskarê ku gelek hez ji nivîsên wî dikim. Bi min Wekî pirtûkxaneyeke ye. Tiştên parve dike jî pirtûkên ji pirtûkxaneyê ne. * Ji peyamên wî sûd digirim û xwe pêş ve dibim. Ji zêdetir xwediyî kurdiyeke têr û tije ye. Hêvî dikim kurdiya min jî wekî ya wî pêş ve bikeve. * û dîsa hêvî dikim lêkolîn û nirxandinê xwe her tim bi kurdî binivîse û li van deran parve bike. |
|
2020.11.24-19:44 ~19:45]|
yûsiv
![]() |
61. @yûsiv spas dikim ji bo pesnan. hîn jî kurdiya min gelek kêm e, lê dema çavên min bi peyamên min ên kevn dikevin, mîna xebara li min dikin. hingî xerab in, bi kurdiyekê nelihevhatî ne. bêlome. hêdî hêdî baş dibe. şukir vê jî * |
|
2020.11.24-22:23 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
nûbûnên di tirşikê de [14] |
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
xelîl xemgîn [1] |
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
harûn elkî [1] |