Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bêjeyên ku ji kurdî rasterast hatine wergerandin li tîrkî - tirşik
bêjeyên ku ji kurdî rasterast hatine wergerandin li tîrkî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bêjeyên ku peyv bi peyv, rasterast li tirkî hatine wergerandin û loma komîk in.



mînak-1: kurdî de ji bo peyva "kovalamak" ya tirkî "dan pê" tê bikar anîn. mesele em dibên "çawa ew reviya, min da pê"

vêca hinek kurdên me di tirkî de jî wisa dibêjin "o kaçınca ben de hemen peşine verdim" (bnr: peşine vermek)



mînak-2: dema em behsa mirovekî û yên derdora wî (malabata wî, hevalên wî vs.) bikin em dibêjin "filankes ew" mesele em dibêjin "em ê îro herin hûseyn wan mêvaniyê"

vêca hinek kurdên me vê yekê tirkî de jî bi heman awayî bi kar tînin !u dibêjin "bu akşam hüseyin onlara misafirliğe gideceğiz" lê belê tirkî de ji bo vê yekê qertafa "-gil" heye, yanê tê gotin "hüseyingiller"



12.07.2013 14:14 | simurg56

2. (bnr: kendime oturuyorum) dema tu ji amediyan dipirsî tu çi dikî? vê bersivê didin.. yanî ji xwe re rûdinim.. ji xwe piraniya devoka tirkî ya amedê eslê xwe ji kurmancî standiye.. ne tenê peyv hatine wergirtin herwiha gelek rist û qeydeyên rêzimanî jî ji kurmancî hatine wergirtin..

ji bo nimûne hema bêje tu amedî dema bi tirkî pirsekî dikin qeratafa pirsê ya tirkî bikar nayînin.. bi kirpandina lêkera di hevokê de mirov fêm dike ku ev hevokeka pirsê ye.. (bnr: günahım geldi), (bnr: yazığım geldi)



12.07.2013 14:29 | endazer

3. Bi gelemperî di bingeha vê wergerê de pirsgirék, Kurdî hizirîn û Tirkî nivîsîn e.

Mînakek : "Kendine iyi bak" rast e rast wek "li xwe baş binêre" tê bikar anîn.



12.07.2013 14:38 | gulan

4. demekî ez û mamê xwe em li çûbûn mêrsînê mêvandariyê.. axirê danê êvarê em derketin ji derve ji bo hinekî bi ser xwe bigerin.. me dît ku li serê kolanê bazar hatiye danan mamê min got ka em serekî li bazarê bidin tiştinan bikirrin destvala venegerin bi ser malê de.. axirê em hatin ber dezgeh an tebleya firoşkarekî ku sewze û fêkî difirotin.. mamê min bi tirkiya xwe ya çelexwehrî jê pirsî -senin kırmızı domateslerin kaçadır? zilam cara pêşîn fêm nekir paşê min sererast kir û jê pirsî bê ka buhayê bacanên sor bi çi ne?.. (bnr: kırmızı domates).. (bnr: peyamên bêhnbîranîn)



12.07.2013 16:33 | endazer

5. slav hêvalno. ez dikarim were stranen kurmancî bi akore wan bîşinim.



12.08.2013 19:43 | xwêser

6. hinek jê, mirov ji kursiyê têxin erdê.

(bnr: tilkilerim ağrıyor)

(bnr: roviyên min diêşin)



13.08.2013 22:37 | simurg56


8. Pişta xwe bide dîwar - sırtını duvara ver



02.05.2020 15:00 | afa

9. encama bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotinê ye.



02.05.2020 15:51 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêjeyên ku ji kurdî rasterast hatine wergerandin li tîrkî
» kurdîkirina google translate
» rasterast ji bo pirsîna tiştekî vekirina mijarekî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî