Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
13.05.2014 qezaya li somayê - tirşik
13.05.2014 qezaya li somayê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. qezaya KU LI MADENA SOMAYÊ A GIRÊDAYÊ MANÎSAYÊ PÊK HATIYE.

Cengiz Ergün Ê KU ŞAREDARÊ BAJARÊ MEZIN A MANÎSAYÊ YE, DI SAET 23:55 AN DE, LI SER TELEVÎZYONÊ GOTIYE KU HEJMARA MIRIYAN 157 E ! XWEDÊ BIKE NE WISA BE. XWEDÊ SEBRÊ BIDE MIROVÊN WAN KESAN ...



14.05.2014 00:10 | brusk56

2. Li gor daxwiyaniyên fermî yên wezîrên dewleta tirkan heta naha 151 yek kerker mirine.. Lê tişta tê gotin heye ev hijmar zêdetir bibê..



14.05.2014 02:35 | nan û av

3. Qezaya faîlî dewlet. Xewa şewa li me herimî, dilê û hinavê me şewitîn bi vê fecaata elîm. Tê gotin hejmara miriyan ji 300î derbas bûye le mixabin he wezîrekî jî îstîfa nekiriye. Çiqas bêrumetin yaw. Ax insan(iyet)!



14.05.2014 04:07 | seydayê_peyvan

4. tişta ku mirov nikare jê re bêje qeza ye. bi xwedê komkujî ye ev.



14.05.2014 09:26 | brusk56

5. buyera ku sedem ne qeza ye ihmal u cinayet e



14.05.2014 13:15 | feqiyêteyran

6. dera ku lé jiyan erzan û mirin belaş be. mirin jî hésan e komkujî jî. xwedé sebré bide malbatén wan



14.05.2014 13:27 | renas

7. rê da ku ji bo karkera Jîyan, li turkîyê heram e.



14.05.2014 17:53 | rûbar payîz

8. bûyera ku wê gelek tiştan negûherîne.

rewşa karker û kedkarên li tirkiyê û kurdistanê her wisa bû ji xwe.

dema ev karkerên reben, dudo dudo, sisê sisê dimiriyan tu kesî dengê xwe nedikir û nedigot çima rewşa van karkeran ev qas xerab e.

çima ewlehiya wan a kar tune ye. çima karê wan ev qas zor e lê perê ku distînin ev qas hindik e. çima keda wan tên mêtin.

Li welatê ku çepgiriyê chp dike, ev bûyer normal e. Normal e ji ber ku tu kes mafê karkeran naparêze.

Serokê sendîkayan jî ser de tu kes ..



14.05.2014 17:59 | brusk56

9. tiştek nabe hevalno, em ê meheke şin de bîr bikin...



14.05.2014 19:25 | resençiyayî

10. ji bo karsazên ultra-dewlemend yên xwinmij û heta nîvê nava dilê xwe kapîtalîst in, tenê serêşek derbasdar e. weke li jor jî hatiye gotin, dema her roj karkerek bimire ji kesî re ne xem e û nabe rojev jî. belkî jî, wisa mirina wan baştir bû. qet nebe bû rojev. ji ber ku dema mirov hejmara mirina karkeran ya salane binêre ez bawer im ev bûyer zêde tiştek naguherîne.



serokwezîrek bênamûs îro gotiye ku ev tiştek normal e.



14.05.2014 20:47 | simurg56

11. bûyera ku hejmara miriyan ji 270 an derbas bûye û dibêjin wê ji 400ê jî derbas bibe. ji ber ku hê jî, ji bi sedan kesAN TU agahî nehatiye standin.



hinek ker jî ji van kesan re dibêjin şehîd û ji vê bûyerê re dibêjin qeder. herkes jî dizane ew kes ne şehîd in û sedema mirina wan jî ne qeder e. lê elbet, divê hûn kêmasî û berpirsyarî û sûncê xwe xef bikin.



15.05.2014 00:10 | brusk56

12. bûyera ku hejmara kesên ku jiyana xwe dest dayîn li gorî hevalekî min a ku di nexweşxaneya somayê de kardike mixabin zêdetirê 500 kesin.kesên ku di wir de emrê xwedê kirîn bile be zanin ku wek şîrên dayikan paq û paqijin û inşa'Allah şehîdin jî.

ji ber ku ew kes hatine qetilkirin.li gorî ta'rîfa qederê ew karkerên ku neçar di wê tunelê de kardikin qedera wa ye ji ber ku mecburin ku xwe xweyî bikin û binêrin mal û malbatên xwe lê bele mirina wan bi vî şeklî teqez ne qedere ji ber ku qetil û komkujiye ji ber ku ev sîstema kapîtalîst,dewleta xwînxwar,patornên hatîn firotin,sendiqayên quzzilqurt,amirên qûnek bûne sedema mirina wan rebenan.



15.05.2014 09:43 | karmatî

13. buyera ku buye sedem ku dewleta tirk 3 rojan şîn îlan bike û bi vê jî wê bê gotin vaye hikumeta akpê çiqasî karker-hez e. li vî welatî her tişt berovajî ye, loma her tişta dibe ne aşkere ye ka wê bibe sedema çi. xwedê musîbetên wisa nede serê tu kesî...



15.05.2014 19:49 | azadixwaz

14. bûyera ku ji ber wê türk-iş sê rojan şûn îlan kiriye û di van rojan de sê deqeyan boykota xebatê dikin. çi baş in ne wisa!!



15.05.2014 21:11 | mergehez

15. li gorî dewletê sûcê xwedê ye;

(bnr: tedbîr teqdîrê xera nake)



17.05.2014 15:57 | simurg56

16. (bnr: di fitrata vî karî de mirin heye)



29.10.2016 13:21 | nazim tolhildan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 13.05.2014 qezaya li somayê
» qezaya trafîqê

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî