Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
çîroka kêz xatûn - tirşik
çîroka kêz xatûn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hebû tunebû, kêzikek hebû. Jê re digotin Kêz Xatûn.

Rojekê Kêz Xatûnê biryara xwe da, got : Tenêbûn dijwar e, ne xweşe, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim şû bikim.

Rabû bi rê ket, çû çû, rastî şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. Şivanî got:

- Kêzê, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:

- Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

şivanî got:

- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê got:

- Baş e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?

Şivanî darê xwe yê şivaniyê rakir hewa û got:

- A ez ê bi vî darê xwe yê şivantiyê li te xim.

Çavên Kêzê ji hev bûn, tirsiya û got:

- Na, na, nexwe ez bi te re nazewicim.

Wiha got û da rê, çû çû rastî kerekî hat. Kerî got:

- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:

- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweşe. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

Kerî got:

- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê got:

- Başe heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?

Kerê her du lingên xwe yên paşiyê nîşanî Kêzê dan û got:

- Ez ê bi van cotikan zîtikekê li te xim.

Kêzê tirsiya, got:

- Na, na bavo, nexwe ez bi te re nazewicim.

Da rê û çû çû, rastî mişkekî hat. Mişko got:

- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:

- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweşe. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

Mişko got:

- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê bala xwe dayê, Mişko yekî lihevhatî bû, lê dîsa jî pirsî:

- Başe heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?

Mişko got:

- Ez ê bi vê boçika xwe ya ***ûçik li te xim ku tu pê neêşî.

Kêzê di dilê xwe de got, welle ev ne xerab e, Mişko yekî lihevhatî ye jî. Ez ê pê re bizewicim. Got:

- Nexwe başe Mişko, ez ê te bikim.

Kêzê û Mişko destên xwe dan hev rabûn çûn ba Mellê mahra xwe birrîn, daweta xwe kirin û çûn mala xwe bi hev şa bûn. Çend roj tê re derbas bûn, roja beravê hat. Kêzê got:

- Mişko de rabe kincan bide ser hev em herin ber avekê, kincên xwe bişon.

Kincên xwe û beroşa beravê dan ser pişta xwe, kêzê şimika xwe kir piyên xwe, dan rê û çûn. Çûn çûn rastî rûbarekî hatin. Mişko got:

- Kêzê de ka em li ber vî rûbarî beroşa xwe bidin ser agir û berava xwe bikin.

Kêzê got:

- Nabe Mişko can, ava vî rûbarî mişe ye, gellek boşe, hume-huma avê ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe bigirim, ez ê li ber avê herim ha herim.

Mişko got:

- Nexwe em herin ber aveka din.

Çûn, çûn rastî cuhekê hatin. Mişko got:

- Kêzê de ka em li ber vê cuhê beroşa xwe bidin ser û berava xwe bikin.

Kêzê got:

- Nabe Mişko can, ava vê cuhê jî mişe ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe li berê bigirim, ez ê pê de herim ha herim.

Mişko got:

- Nexwe em herin ber aveka din.

Dan rê çûn çûn, rastî şûna sima gayekî hatin. Baran hatibû, bûbû çamûr, Şûna sima gayî kort bûbû û ava baranê tê de civiyabû. Kêz ê got:

- Mişko can, a ev gol li gora berava me ye. Ezê beroşê bidim ser, tu jî here qirşikan berev bike bîne, em ê agir dadin ava xwe germ bikin, serê xwe û kincên xwe bişon.

Mişko çû qirşik anîn, Kêzê jî beroş da ser. Agirê xwe dadan. Xwe dan berê da heta germ bibe ew jî dest bi berava xwe bikin.

Hê ew li ber agir bûn, ji aliyekî ve dengê gurme-gurma defê hat wan. Mişko guhên xwe mîç kirin û got:

- Kêzê can, ka guhê xwe bidiyê, dengê defê ha ji pişt wî girî tê. Ew gundê Mîr Avdelî ye. Nexwe li gund dawet heye. Niha xwarina dawetê çêkirine, goşt û birinc û tirşik gellek in. Tu li vê derê beravê bike, ez bi bezekê herim wî gundî, têra xwe goşt û birinc û tirşikê bixwim, hinekî jî têxim bin zimanê xwe ji te re bînim.

Kêzê got:

- Baş e, de here û zû vegere.

Mişko bezek da xwe, çû di pişt girî de wenda bû. Kêzê jî dest bi berava xwe kir. Kincên xwe şûştin, serê xwe jî şûşt û kincên xwe yên paqij û rengîn li xwe kirin. Haziriya xwe ya dawîn dikir ku îdî rûnê û li hêviya Mişkoyî be. Şimik di piyan de bûn, çima neşemitî û neket nava çamûrê Kêzê xwe bi vir de da wir de da, lê kir nekir neşiya xwe ji çamûrê derxe. Her ku çû pirtir kete nava çamûrê. Li vî aliyî wî aliyî nihêrî ku belkî kesekî bibîne bi hewara wê de were. Dît ku wa ye li dûrê siwarek ber bi gundê dawetê ve hespê xwe dajo. Kêzê gazî kir, got:

- Ho siwaro, hendel mendel,

gullika kumê te panzde wersel,

heke tu çûyî mala Mîr Avdel,

bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro

kezî kurro,

hebandirro,

bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,

bi fîstanê gulavdûnê,

bi şimika reqreqûnê,

ketiyê heriyê heta bi qûnê.

Ya tu xwe bigihînê,

ya tu xwe negihînê

Siwarî bala xwe da aliyê dengî, lê tu kes nedît. Kêzê careka din kire hawar:

- Ho siwaro, hendel mendel,

gullika kumê te panzde wersel,

heke tu çûyî mala Mîr Avdel,

bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro

kezî kurro,

hebandirro,

bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,

bi fîstanê gulavdûnê,

bi şimika reqreqûnê,

ketiyê heriyê heta bi qûnê.

Ya tu xwe bigihînê,

ya tu xwe negihînê

Siwarî careka din bala xwe bi vir de wir de da lê tu kes nedît, da rê û çû. Çû gundê dawetê, mala Mîr Avdelî. Berbûrî hemî li ser xwarina dawetê bûn. Siwaro silav li wan kir, wan ji ew dawet kirin ser xwarina dawetê. Çû rûnişt dest bi xwarina xwe kir. Lê hewara Kêz Xatûnê kete bîra wî, got:

- Gelî cemaetê, gava ez bi rê de deihatim, li pişt wî girê hanê dengê hawarekê hate min digot:

Ho siwaro, hendel mendel,

gullika kumê te panzde wersel,

heke tu çûyî mala Mîr Avdel,

bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro

kezî kurro,

hebandirro,

bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,

bi fîstanê gulavdûnê,

bi şimika reqreqûnê,

ketiyê heriyê heta bi qûnê.

Ya tu xwe bigihînê,

ya tu xwe negihînê

Mişko jî hema di wê wextê de li nava firaqên neşûştî goşt û birinc û tirşika xwe dixwar. Ku dengê siwarî çûyê, fam kir ku ew hewar, hewara Kêz Xatûnê ye. Hema zûzûka, hinek goşt û birinc û tirşik xist bin zimanê xwe, baz da, çû xwe gîhand Kêzê. Bi destê wê girt, kêşa ew ji çamûrê derxist. Ji nuh ve ser û kincên xwe şûştin û xwe ziwa kirin. Mişko xwarina ku di bin zimanê xwe de anîbû, danî ber Kêz Xatûnê. Kêzê zikê xwe têr kir. Rabûn Kêzê û Mişko kincên xwe dan ser pişta xwe, bi hev re bi kêf û henek çûn mala xwe. Ji wê rojê pê ve pirtir ji hev hez kirin û pirtir li hev miqate bûn.

Rojekê Mişko got:

- Kêz Xatûn ma tu nikarî savarekê ji me re bidî serê, ez jî biçim ba pismamên xwe wan vexwînim malê?

Kêzê got:

- Baş e.

Mişko derket derva çû ba pismamên xwe bike. Kêz jî kete metbaxê ku savarî bipêje.

Gava Mişko vegerriya malê, çi bibîne? Kêz Xatûn ketiye dîzika dan û nikare jê derkeve. Mişk hêrs bû, ji qehra re ariya agirî bi serê xwe da kir û bi çolê ket. Pir çû hindik çû, rastî qijikê hat. Qijikê meraq kir got ev çi halê te ye mi?kê xwelî ser?

Mişko got:

- Mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Qijikê jî perîkên xwe weşandin. Darê dîna xwe da qijikê got:

- Ev çi halê te ye qijika perweşîn?

Qijikê got:

- Qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Darê jî pelên xwe weşandin. Çemê avê di bin darê re derbas dibû. Meraq kir got:

- Ec çi halê te ye dara pelweşîn?

Darê got:

- Dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Çemî jî dest bi girî kir, heta ku nîvî bû av , nîvî bû xwîn û bi ser garisî da çû. Garisî jê pirsî got:

- Ev çi halê te ye çemê nîvî av, nîvî xûn?

Çemî got:

- Çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Garis jî xemgîn bû, devnixûn bû. Xwediyê garisî jî zeviyê xwe av dida, gava halê garisî dît, pirsî got:

- Ev çi halê te ye garisê devnixûn?

Garisî got:

- Garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Mêrik jî mera xwe da ber xwe û bi keser li serê rûnişt. Qîza mêrik ji bavê xwe re girar anîbû. Qîzikê got:

- Ev çi halê te ye bavê merliqûn?

Mêrik got:

- Bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Qîzikê jî girar bi ser êxwe da kir û çû cem diya xwe. Dê pembû dijenî. Gava çav bi qîza xwe kir got:

- Ev çi halê te ye keça sergirar?

Qîzikê got:

- Keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Dê jî çek û kevan li xwe xist û rûnişt. Cîrana jinikê hatibû agir. Gava ev hal dît ji cîrana xwe pirsî:

- Ev çi halê te ye dayika çekliqûn?

Jinikê got:

- Dayika çekliqûn, keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Cîranê çû gazî daxiste nava gundî. Gundî li wan civiyan. Ji serî heta binî bi meselê hesiyan. Çûn, dîtin ku Kêz Xatûn di dîzika danî de fetisiye. Ew derxistin, anîn bi şîneka mezin veşartin. Mişkoyê reben ma bi tenê.

Pişt re her kes vegeriya ser mal û halê xwe yê berê. Bavo ji ser mera xwe rabû, dê çek ji xwe kir, mişko xweliya xwe, keçikê girara xwe ji xwe daweşand, darê pelên xwe, qijikê perên xwe li xwe kirin, garis li xwe zîvirî, xwe kire serberjor, avê xwe dawerivand zelal bû, lê mişkoyê reben ma bî.

Çîroka min li diyaran,

rehmet li dê û bavê guhdaran,

ji bilî fesadê ber dîwaran



13.05.2014 23:18 | resençiyayî

2. (bnr: reşad sorgul)



13.05.2014 23:34 | nan û av

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîroka kamuran bedirxan u yekê cizîrî
» kêzik
» xatûnên ku ji memiktengên rengorengo hez dikin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî