Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; duçerxe
peyamên çepikkirî

29903. (bnr: bisqilÊt)



01.06.2013 01:27 | simurg56

112355. di sala 2000an de min duçerxeyekê ecibadibû û min şanî bavê xwe da. wê gavê 75 milyon bû bavê min got buha ye û ji min û birê min du sê roj paşê ji dikaneke dî du heb kirrî. heba wan ger ne şaş bim 70 milyon bû. berra hesab şaş nebe lê ez dibêjim qey pênç milyona wê demê 50 lira ya anihayîn bûy, me duçerxeyê kirî lê çend roj paşê min ferq kir ku janta paş xwaromaro bû. ez çûm cem hostayekê got heba jant 22.5 milyon e tabê wek ku hûn jî texmîn dikin bavê min got pirr zêde ye ez nikarim biguherînim ji xwe re îdare bike, yên zanin jixwe dizanin ger janta paş xwaromaro be eyara frên nabe. çimkî ger xweş li hev bînî cihên xwar li papûçên frênê asê dibin lê eger frênê fireh eyar bikî vêca jî frên pê nagire. jixwe di duçerxeyê de tu nikarî bi lastîkên pêşî frênê bigirî çi ku duçerxe ji paş ve radibe loma xetere ye...
axirî ji sala 2000an heya 2006an min ewê duçerceyê bê frên ajot. tabê bi linga min frên dikir.
paşê min bisqilêta xwe da kurê xalê xwe lê qebrax di nava du mehan de nihya telaqa wê! aniha li gund e û ji hev ketiye. kengî di rê de bisqilêtekê bibînim bê hemdî dibişirim.
her kes heye zaroktiyeke xweş lê min bi tenê êş'



08.06.2013 14:50 | simurg56