Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
the life of david gale - tirşik

david gale (kevin spacey) di fîlmê de, li Teksasê rola profesorekî li dijî dardekirinê dilîze, û di gelek qadan de sekna xwe ya li dijî dardekirinê nîşan daye û bûye pêşengekî civakê. Rêvebirên perga...
(5 şîrove)
the life of david gale
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlma ku xwedê hez bike ez ê îşev temaşe bikim, e.

(bnr: li benda min be tirşik)



11.07.2013 19:14 | simurg56

2. fîlma ku pûanê wê imdbyê aniha 7.4 e. û heqê wê jî bi ya min, tiştekî wisa ye.

fîlma sala 2003 ye, zimanê wê yê resen îngîlîzî ye.

lîstikvanê sereke kevin spacey e ku em wî ji fîlmên moon, k-pax, american beauty, se7en û hwd. nas dikin.

fîlm derbarê rêxistinek e ku armanca wan ew e ku li teksasa amerîkayê cezaya îdamê were rakirin.

lê ber berxwedana wan de, endameke wan ku zanîngehê mamosteyê felsefeyê ye, ji ber tecawîz û kuştinê tê girtin, dadgehkirin û cezayê îdamê lê tê birîn. kevin spacey jixwe lîstikvaneke navdar û serkeftî ye, ji ber wî tenê be mirov nikare bi pêşdarazî nêzikî fîlmê bibe.

ji bo sûprîzên fîlmê xera nebe ji vir pê ve spoiler dihewîne;





-----spoiler-----

her çiqas dawiya wê weke surprîz hatibe amadekirin jî, ji bo min bixwe nebû sûrprîz. ji ber ku piştî sahneya ku David Gale bi walî re ketibû gûftûgoyê û li ber pirsa walî ya ku digot mînak bide min ku îhtîmal hebe girtiyê ber îdamê bêguneh be, neçar mabû û piştî sahneya ku karakterê Constance (ku paşê tê kuştin) ji ber îdamkirina mehkûmekî zarok, xwe dîn kir; min ji xwe re got ev herdu wê planeke çêkin.



bi ya min derbarê fîlmê de tiştek wisa jî heye; ehmeqên endamê tevgera pêşîlêgirtina îdamê, bi vî awayî eslê xwe de bi dek û dolaban xwe mafdar derdixin û baweriya li hember fikra xwe kêm dikin. tabî vê plana xwe ji raya giştî re aşkere nakin lê bi vî awayî, eslê xwe de, di dilê xwe de têkçûnê qebûl dikin. her çiqas fedekariyek mezin bikin jî...

-----spoiler-----





fîlm hêjayî temaşekirinê ye û dirêjahiya wê jî bi qasê 2 saetan e.



12.07.2013 15:19 | simurg56

3. fîlma ku ji mêj de ye min darî kiriye.. ji fîlmê tenê tişta ku tê bîra min nêrînên gunehok yên kevin spaceyî ne.. di her fîlma ku tê de rol digire û dilîze de tê bêjî qey hinekan haşa hizûrê kutaye diya wî an bavê wî kuştiye welê feqîr welê bêdeng welê hîz.. ji ber dema mn darî fîlmê kirî ez hê bîrewer û têgihiştî nebûm dawiya fîlmê ji bo min sûrprayzek mezin bû..

ez bi xwe bi her awayî li dijî cezayê dardakirin û daleqandinê me.. ji ber hindê ji ber mijara xwe û lîstikvanên xwe û dawiya xwe ya sûrprîz hêjayî temaşeyê ye..



12.07.2013 15:27 | endazer

4. filma ku saya serê min 3 hevalên min guhdarî kir.

a rast min filmê gelek eceband. Film bêhna mirov teng nake û xwediyê senaryoyek pir baş e.performansa kevin spacey ê jî gelek baş e. min wî bi filma a beautiful mind nas kiribû.



mijara filmê jî bala min kişandi bû . filmek serketî û xwediyê mijarek balkêş e . ytemaşe bikin hûn poşman nabin .



(bnr: cezayê mirinê)



12.07.2013 15:46 | brusk56

5. filma li ser cezayê mirinê hatî çêkirin. bi ya min taybetî dema hatî çêkirin de ji bo me jî mijarek pir balkêş bu. film weke gelek filmên hollywoodê bi senaryoyeke baş hatiye çêkirin. ji bo min ne filmeke zêde orjînal bu di aliyê ristinê ve, klîşeyên sînemaya hollwoodê dihewîne lê hêjayî guhdarîkirinê ye.



13.07.2013 12:33 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the only ones
» life in technicolor
» david neil mackenzie
» galegal

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî