Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rîçal - tirşik
rîçal
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. fêkî û şekir bi hev re tê kelandin û dibe rîçal, şêraniya taştê ye. xox, mişmiş, çîlek, kiraz ji bo rîçalê fêkiyên herî navdar in.

lê rîçala herî ecêba min xwarî ji qaşilên şebeş hatibî çêkirin.



09.05.2014 21:32 | kevçiyê dil

2. (bnr: divsa bajariyan)



min heta niha gelek cureyên vê xwarinê tam kirine lê tu tişt nabe wekê rîçala hejîran..



09.05.2014 21:36 | nanxwerê cilqetên

3. tişta ku cûreya wê a herî xweş rîçala bacanê reş e.



10.12.2015 13:23 | nazim tolhildan

4. rîçalan kundiran jî heye. kundir hûr dikirin û dixistin nav ava kilsê. piştî ku şevekê di nav wê avê de dima, îcar baş dişûştin û dikirin rîçal. tehma wê bi me gelekî xweş dihat. ji ber ku kundirê ku ew ecêb bi serê wî de dianîn ji halê xwe derdiket û diket halekî din. qaşila li ser wan qetên kundir hişk dibû û nava wî jî dibû jel.



11.12.2015 00:00 | kurmanciyagewr

5. xeml û rewşa taştî ye. bê rîçêl taştî nabe. fêkî li gel şekir dikelînin dibe rîçêl, yên dixwazin dikarin piçek tozlîmon û darçîn jî lê zêde bikin. du awayê kelandina rîçêlan heye. yek, li ber avê. Ev ji bo fêkîyên hişk in mîna sêv, bih, karşik.fêkîyên ji bo xwe ji hev berdin û bihelin hema li hêcetkê jixwe bê av tên kelandin: hêjîr, gilyaz, xox, mijmij, hilî, dirdirî, çîlek.

favorîya ber dilê min rîçêla hêjîr û bihan e.



10.04.2020 08:59 | hespêsor

6. peyva wextek her kesî li kurdiya wê digeriya. bawer im kesî tiştek bi dest nexist.



10.04.2020 10:42 | roberz

7. (bnr: rêçal)



10.04.2020 16:07 | de facto hozan

8. Li gorî min ya herî xweştir Eva kundirê tirşê ye



10.04.2020 17:54 | afa

9. şêraniya ku di taşteyên me de kêm nabe. lê tu carî ji xwarinên bixwê dor nayê wan. ji nav wan de ya hejîr efsane ye lê ya gul jî di lîga xwe de bo şampîyoniyê berbijareke berbijor û serkeftî ye.*



10.04.2020 23:25 | biruya hayao miyazaki

10. şîrîniya ku di taştê de jê hez dikim. baş tê bîra min, di biçûkaniyê de, li mala me ya gund, li bêxçe me daregulek pembe hebû. her bih mişt dibû bi gulan, diya min a bedewtir ji gulê û daregulê, hemu gul berev dikir, dikir reçeleke gelek xaş. aha, ew hte bîra min dema hineka ji we go reçel. her wiha diya min carna sêv jî dikirî û reçela wê jî çê dikir. tama wê hê di devê min de ye. her ji ber vê herî zêde ji reçela gul û sêvan hez dikim. carekê li welatekî ewrûpî min reçela pirteqalan jî xwar, qalkê wê bû sermiyan û kakilê reçelê. min hej wê jî kiribû. reçel. reçel.



11.04.2020 02:47 | hêvî

11. Xwarina ku wek hayao jî li jor gotiye li ser her sifreyê peyde dibe lê nayê xwarin. *

6 meh ewil di destpêka payîzê de diya min ji gund kavanozek rêçala tûyê şandibû ji min re min jî xiste di nav firaqekê de û danî sarincê û her sibe dadinim li ser sifrê lê hê jî misqalek kêm nebûye. *

Û herwiha cûreyên zirecêb ên rîçalan jî hene.*

(bnr: rîçala bacanê reş)



11.04.2020 02:56 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rîçala bacanê reş

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî