Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pirtûk xwendin vs film temaşe kirin - tirşik
pirtûk xwendin vs film temaşe kirin
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. berhevdana ku ji bo piraniya kesan, film temaşe kirin kar dike.



ji bo min jî film temaşe kirin, ji pirtûk xwendinê xweştir e. erê pirtûk xwendin jî xweş e lê ji bo wê divê mirov serê xwe zêdetir biêşîne, zêdetir wext xerc bike, 7-8-9 caran belkî zêdetir rûnê û xwendina heman pirtûkê bidomîne felan .. lewma ez jî ser de, rêjeya xwendina pirtûkê gelekî kêm e li ba kurdan.



kîjan zêdetir kêrhatî ye, bi min pirtûk xwendin e. ji ber ku mirov wextê pirtûk dixwîne zêdetir bala xwe didê û tiştên ji pirtûkê hîn bûye mayîndetir e. lê film ne wisa ne, piraniya wan tên temaşe kirin û hema bêje beyî tu bîranînan tê ji bîr kirin



09.05.2014 00:51 | brusk56

2. yek:

fîlma ku behsa wê tê kirin: heft samurai

pirtûka ku behsa wê tÊ kirin: êşên qehbik



du:

fîlma ku behsa wê tê kirin: recep ivedik

pirtûka ku behsa wê tê kirin: martin eden



sê:

fîlma ku behsa wê tê kirin: 2001: a space odyssey

pirtûka ku behsa wê tê kirin: 2001: a space odyssey



ji bo ya yek'ê fîlm, ji bo ya du'yê pirtûk Û ji bo ya 'yê jî herdu bi hev re*



09.05.2014 01:21 | mergehez

3. weke li jor ji aliyê mazlumozdogan ve jî hatiye ravekirin, li gorî fîlm û pirtûkê gelek diguhere lê em dikarin bibêjin ku bi giştî pirtûkxwendin çêtir e. ji ber ku xwendina pirtûkê karek aktîf e, mirov her rêzik û peyvê tîp bi tîp dixwîne û li ser difikire. ger bixwaze dikare navberek bide û bifikire û dîsa dewam bike. carina çend rojan û heftiyan mirov heman pirtûkê dixwîne, bi vî awayî ev pirtûk dibe parçeyek jiyana mirov.

lê fîlm ne wisa ne, bandora wan jî wendabûna bandora wan jî hêsantir e. û ji ber ku wextê wan zêde tune, neçar in ku senaryoya xwe kurt bikin. weke mînak, hemû fîlmên ku li ber pirtûkekê hatine kişandin, gelek beş û kitekitên pirtûkê de heyî, ji senaryoyê davêjin.



09.05.2014 21:08 | simurg56

4. danberhevdaneke tewş e, ji ber ku dema tu hê beriya ku vê berawirdiyê çêbikî, bi navkirina mijarê jî cara ewil neheqiyek dikî. neheqiyek li ser xwendina pirtûkan hatiye kirin ji ber ku fîlm beşeke ji jiyana modern a mirovahiyê ye ango aktîviteya ji serdema nû ye, bi awayekî rêkûpêk pêkhatina bûyeran a li ser dîmena televîzyonê ye gelek mijarên jiyanê an jî dûrî jiyanê dikarin bibin mijara fîlmê lê ji bela ku fîlm bixwe rûdaneke hunerî ye taybetmediyeke wê ya xweser heye. yanî tu fîlmeke li ser dîrokê ya rasteqîn jî çêbikî divê li gorî pîvan û krîterên hunera fîlmê çêbikî da ku wateya wê xera nekî.

lê pirtûk ne wisa ye tim tê gotin ku beriya her tiştî peyv hebû, peyv destpêka hevokê ye, hevok jî ya pirtûkê ye, ji dema îcatkirina alfeba û nivîsê pirtûk hebû û pirtûk ji bo fêmkirin û têgihîştina cîhanê çavkaniyeke sereke û bingehîn û jêneger e. dema mariv bixwaze hînî tiştekî bibe, destê xwe li ser pirtûkan dipelîne, ne li ser fîlman. ez jî gelek hez ji darîkirina fîlman dikim lê hezkirin û zewqgirtin cuda ye, kêrhatîbûn cuda ye. divê mariv rastgo be ku mariv fîlman ji bo berhewa kirin û jiholêrakirina eciziya xwe darî dike. min heta niha ji tu kesî nebihîstiye ku gotibe valle min meraq kir bê ka fîlan bûyer çawa qewimiye an jî falan meseleye çi ye ez fîlmek temaşa bikim hînî van yekan bibim...

wêne, werzîş, huner, şano, mûzîk, fîlm... hwd. komple hemû ji aliyê mirovan ji bo hemû mirovahiyê ye, ha tabî tu dikarî bêjî ku ez ji mûzkê hez dikim û bi min xweş tê pê re têkildar bim an jî dikarî bêjî ji şanoyê hez dikim.. lê pirtûk bi tena serê xwe hemuyan di hundirê xwe de dihewîne, yanî tu dikarî di derheqî dîrokê de jî hunerê de jî şanoyê de.. hwd xwediyê agahdariyan bibî, xwediyê zanînê bibî.

mesela tu fîlmek darî bikî jî nikarî wek çavkanî nîşan bidî ji lew dê herkes heneka xwe bi te bike

dibe ku di fîlmekê de jî zanîn hebe, lê ew jî ji çavkaniya nivîskî hatiye girtin.



26.08.2014 15:27 | ferhenga şikestî

5. mijara ku ger weke "romanxwendin û fîlm temaşe kirin" hatibûya vekirin wê baştir bihata fêhmkirin. ji ber ku rast e beşeke mezintir ya pirtûkan ji bo hînkirinê ye. lê ya ku di vê mijarê de behsa wê tê kirin an jî tê xwestin ku bê kirin, pirtûkên wêjeyî ne tabî.



26.08.2014 20:56 | simurg56

6. bÊŞÎROVE:

https://twitter.com/tarihianlar/status/471229645820813312/photo/1



27.08.2014 23:47 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin
» xwendina pirtûkan li telefonê
» filmên hêja yên tirkan
» temaşekirina fîlmên yeşilçamê

Kategoriyên mijarê:: anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî