Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
xalxalok - tirşik
xalxalok
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kêzikek biçûk û grover e, perên wê sor in û li ser xalên reş hene.



08.05.2014 05:54 | kevçiyê dil

2. xalofır(zazaki) uğurböceği(tırki)



08.05.2014 11:56 | zeyno ziyani

3. kêzikeke îstîsna ye ku dilê mirov jê naxele. neyarê mêşan e bi hêkên wan zikê xwe têr dike ji loma hinek cotyar ew ji çol Û çiyan didin hev û berdidin nêv bexça xwe.



08.05.2014 16:28 | oxir

4. kêzika ku ez pirr li benda wê sekinîme



gava em biçûk bûn mezinan digotin: wan pê bigrin,bibêjin "pîrê ji min re cotekî solan bîne" û dîsa berdin.bi vî awayê ji we re sol tîne.

me jî wisa dikir û em li benda kêzikê disekinî lê sol mol nedihat.piştê vê em diçûn ba mezinan me û me digotin: ka kêzikê, solan neanî.ew ê kengî bîne?

wan jî digotin: solan tîne lê nîvê rê de şeytan wê dibîne û solekê jê didize.ji ber ku cot xera dibe (ji du solan yek tenê dimîne) kêzik jî dev jê berdide û vedigere.

wê gavê me jî digotin: qeyy? bila solekê tenê bîne,tişt nabe.

wan jî digotin: solek tenê nabe.divê ku cot bin.



wê gavê hinek guman* diket dilê me lê dîsa jî em li bendê disekinîn.



17.05.2014 20:01 | bayesar

5. kêzika kêzxatûn jî tê gotin jêre.



Here lînkê



01.12.2015 13:14 | shorbevan

6. Em piçûk bûn me xalxalok hildida li ser destê xwe me digo xalxalok xalxalok tu birrî ciya min ê kurekî bîne, tu bifirî ciya min ê qîzekî bîne.. x5 car *
nizanim me çima wisa digo, kî cara ewilîn gotiye.. nizanim.
lê waxt çawa derbas bû yaw!

xalxalok xalxalok eger tu birrî cîya min ê kurekî bîne. Xalxalok xalxalok tu bifirî ciya min ê qîzekî bîne.
Hettanî xalxalokê an dirît an jî difirrîya *



11.04.2017 15:09 | bûtîmar

7. Em jê re zozan dibêjin.



19.04.2017 22:28 | mîr

8. Navê straneke ye.




Gotinên stranê:
Dil xembar e tengezar e
Bê sitar e dil...
Dil şewat im, bê tebat im
Wek Ferhad im ez...

Xalxalokê xalxalokê
Ey şêrînê dil xapokê

Ken direvin, şev bê xew in,
Birîn bê kewîn lê...
Gelek dijwar e, her tişt min sar e
Mirin her car e lê

Xalxalokê xalxalokê
Ey şêrînê dil xapokê



27.11.2020 01:13 | merwano

9. Li ba me jê re dibêjin teyrika xalo.



12.04.2023 14:41 | cinorek

10. Kêzikeke rengê wê sor e û xalên reş li ser in.



12.04.2023 17:01 | cezmîkurd

11. em jê re dibêjin "kêzikê hecê" lê tu eleqeya wê bi hecê re nîne? Min jî fêm nekir çima em wisa dibêjin *



12.04.2023 20:23 | horhorik

12. kêzika hecê



13.04.2023 11:12 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» xalxalok

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî