Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojbûn - tirşik
rojbûn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. roja bûyîna kesekî an tiştekî.



peyveke berê min di kurdî de nebihîstibû vê dawiyê pêde bû aniha baş e, nexerab e, cihê xwe kêm zêde girtiye.



bikaranîn:

ji bo kesekî: rojbûna te pîroz be!

ji bo tiştekî: rojbûna tirşikê pîroz be!



(bnr: roj)

(bnr: bûn)

(bnr: bûyîn)



07.05.2014 20:54 | giyanstêr

2. (bnr: pîroz kirina rojbûnê)



16.11.2014 09:57 | brusk56

3. roj a mirov xudê dayî.



16.11.2014 21:14 | vêca çiyeeee

4. straneke xweş a xelîl berhem e..

ezê ji vir şûnde di rojabûyîna xwe de bi tenê vê stranê guhdarî bikim, min gelek hej jê kir





04.05.2015 19:49 | ferhenga şikestî

5. roja dayik bû na yê mîrov e.

roja hatine dinyayê ye.



05.05.2015 02:54 | zergahemzaerdaldilbirîn

6. gava roja mirov jî dayîk dibeye edete kî kû tê piroz kirin lê em kurd başe nizanin kîjan rojî jî dayîk bûne ez bixwe yê xwe nizanim merivê min jî kesek nizane hima bavê min çûye ciyê nufusê rojbûna min û dehev birayê min eynî nivîsandine roja çîye nufûsê ewroj dem 05.09. (90-92 94) bûye wî jî wisa kirîye nasnamê rojbûna me sê heva di rojekî daye em bi roj kî pîrozdikin û xwe jê xelas dikin rojbûna min ji xwe ne kifşe ez dibêm 21 aderêye hima.



05.05.2015 11:43 | shorbevan

8. ew roj e ku hema bêje tu kurd nizane kengî ye.

(bnr: kurdê ku rojbûna xwe dizane)



05.05.2015 18:29 ~18:29 | simurg56

9. Ji bo nîvê kurdan roja yekê çileyê ye.



05.05.2015 22:57 | ceso

10. roja ku min hewl da ku kifş bikim lê ji xeyrî payîz û çile û berf û barkirina ji gund zêtir tiştek bi dest nexistiye ye.gav mezin bûm, gav biçûk bûm. dê tiştek got bav tiştek. hema bêje hemû rojên payizê ez welidîme.



05.05.2015 23:23 | şêxê bêserî

11. min ji hevalekê xoresanî zadroj bihîst. bawer dikim ji ber tesîra farisî wiha got. faris du tişt dibêjin yan زادروز (zadrûz) ango zayîn yan jî روز تولد (rûzê tevelûd) ango welidîn.

qasê dizanim li başûr dibêjin ڕۆژەزا (rojeza) û ئاهەنگی لەدایک‌بوون (ahengî ledayikbûn).



19.01.2022 21:07 ~2022.01.20 00:04 | ezcan

12. Peyveke bi wateyeke şaş e. Jiber ku Roja ledayikbûn ne roja bûna mirov e. Minak koreyiyan gava temenê zarokên xwe dibêjin 1 sal zêde dikin û dema di zikê diya xwe de mane jî hisab dikin. Angorê wan rojbûna mirov roja ketina zikê diya xwe ye. Gorê baweriya îslamê jî rojbûna mirov ne roja zayina xwe ye. wexta bûyina rihên me dema qalûbela ye.
Lowma bikaranîna Faris, başûrî û Xorasaniyan xweştir xûya dike.



20.01.2022 04:27 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojbûna qazî mihemed-î

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî