Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
felsefevan - tirşik
felsefevan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malpereka bi felsefé ve mijûl dibe û vé yeké jî bi kurdiyeka qenc dinivîsin. ji bilî kurdî tu zimanén din bikarnaynin. ji ali komek hevalén dilxwaz ve hatiye afirandin û bi rék û pék didome



07.05.2014 00:49 | renas

2. (bnr: ali gurdilî)

(bnr: felsefevan.org)



http://felsefevan.org



07.05.2014 00:55 | mergehez

3. rûpeleke ku ez di facebookê de dişopînim e. malpera wê jî heye. bi rastî bi zimanekî zelal, ji jîyana felsefevana bigire heta ramanên wan, qal dike.



25.10.2014 13:50 | emûmar

4. malpereke pir bifêde ye. lazim e malperên wisa zêde bibin lê berî zêde bibin divê ên ku li ser kurdî dixebitin û qîmet didin van tiştan zêde bin.



25.10.2014 19:53 | kurê xelkê

5. mE BIHÎST KU RÛPEL VEDIGERE KOVAREKÊ, LÊ EVÇENDEKE DENG JÊ DERNEKET.



25.10.2014 22:35 | seydayê_peyvan

6. Malpera kovara felsefevan e.

Li gor daxuyaniya kovarê kovar wê serê sala 2015'an derkeve. Kovara % 100 wê kurdî felsefê bike. Di gel felsefê zanistên nêzî wek civaknasî, derûnasî û hwd. jî wê hebin. Di hejmara yekem de nivîsa min a bi navê felsefeya hiqûqê jî hebe *. (Piçekî reklama xwe) Daxuyana kovarê bi vî awayî ye:



Kovara Felsefevan jî tevlî karwana kovargeriya kurdî dibe. Hejmara yekemîn sere salê (rêbendan 2015) derdikeve. Kovar dê sê mehan carekî biweşe. Xwedî û berpirsiyarê kovarê Ali Gurdilî ye. Navenda kovarê li Îzmîrê ye. Di her hejmara nû ya kovarê de, dê li ser mijarên taybet (du dosye) were rawêstin. Ji bilî dosyeyên sereke, dê nivîsên li ser mîtolojî, civaknasî, psîkolojiyê jî hebin. Herweha, dê di her hejmarê de ferhengoka felsefeyê, dîwarekî aforîzmeyan, danasîna fîlozofekî jî dê cih bigre.



Dosyeyên ku dê em ê di hejmara yekemin de li ser wan rawestin ev in…



1- Ji bo zimanê kurdî, girîngiya mijarên felsefî û zanistî



2- Têkiliya ol û felsefeyê çi ye? Çima di civaka me de, wisa hatiye têgihiştin ku felsefe bêolîtî ye?



Li ser navê rêveberiya Kovara Felsefevan



Ali Gurdilî



felsefevan@hotmail.com



07.12.2014 04:20 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» felsefevan.org

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî