Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şêxbizinî - tirşik
şêxbizinî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. eşîrekî li her derê turkîyê belav bunê.bi eslê xwe ji silêmanîya kurdistanêne û kurdin.ez bi eslê xwe ji şêxbizinîyê amedê me.

êdin:http://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9E%C3%AAxbizin



11.03.2015 19:09 | sedrik

2. şêxbizin eslê xwe ji ilamê ne , gava ottoman hebû xwe sefer li ser îranê ew di navbera herdû dûgelên mezin de mabûn hinek ji wan li warê xwe man û axa xwe parastin hinek ji wan jî derbasî silêmanî bûn
wê demê silêmanî di hikmê ottoman de bû

berî ku şer biqewimi siltanê ottoman wî hay hebû ji mêranî û mêvandarîya şêxbizina çunkî wan gelek derba 'hewandi bû siltanê ottoman .
ev şerr bibû derfetek ji siltan re
wî zateng çavê xwe digerand li tiştek wilo.
bi hezaran mêrxas wê bihatana warê wî ew ê tirsonekên tirk bixêra van kurdan bikirene zilam .
wî berî şerr û gava şerr bi milyona şêxbizinî anî ottoman .
lê wan dîrekt nexist nav xwe , ev kurd ciyawaz bûn ne wek ên axa ottoman bûn ji wî hawî siltan wan ast bi ast koç kir .
wan pêşî konax kir li silêmanî dawî li colamergê piştî colamergê jî carbekir .
êdî ew jî bi temamî bibûn wek kurmanca .
ji sedemî vê konax kirinê jî zimanê şêxbizina hepkî hat bişaftin ,
keti bû nav zimanê şêxbizinî çend soranî û çend kurmancî .
erê ev jî bişaftine her çiqas zimanê ku ji wan peyv vegirtinin kurdî be jî !
çunkî şêxbizinî zimanek feylî/lakî ye zaravak cuda ye.
piştî konax kirina carbekir , siltan şêxbizina ra kir , wan danî haymana,sakarya,konya ,yozgat ,çorum,eskişehir ,karabük û malatya (çend bajarên nayê zanîn jî heye) hinek ji wan jî man li carbekir.
ji van bajaran hinek warê ermenîya û rûma (greek) bûn helbet hinek ji wan jî warê koçerê tirka bû ji bo tirk bi kurdên şêxbizin re mêrxas bibin û bigrin şûr .
şêxbizin misilmanîya wan xurt bû , jîr û jêhatî bûn ji vî hawî ji wan re tê gotin
şêx-bizin di van gotina de ; şêx dibe "ê serê wan " bizin jî bi tasfîra kurd e.
şêxbizin hîn bi zimanê xwe diaxivin , koma wan heye li ser facebook û hîn kurdîwar û kurdistan perestin .
ev zêdetirî pênsid salî li xherîbyênin û wilonin , heqê navê xwe didin birastî .
helbet giş wek xwe neman di wextê cimhurriyetê di romana kirin nav wan , wana hepkî çanda xwe ji bîr kirî ye .
û ê îranê jî bûnin sê perçe; em pars in , em em in , em kurd in .
daxwaza min ev e ku admin zimanê şêxbizinî têxi ferhenga tirşikê da ku ez ban şêxbizina bikim ku bibin endamê vê malbatê..



02.04.2020 00:54 ~01:06 | shwinsherm

3. Ew kurdên lek in.

Nexşeya goça şexbiziniyan:

Here lînkê

Di arşivên osmanî de li deverên mina edene û çorûmê bi navê ekrad-i lek behsa eşîrek te kirin. ew şêxbizinî ne.
Jixwe zaravaya şêxbizinî dişibe kurdiya başûr (kelhûrî, feylî, lekî...).
Û herwiha weke li jor jî behsa goça wan ji devera ilamê hatiye kirin, şexbiziniyan ji ilamê hatine.
ilam, xorremabad û hemedan cihê kurdên lek û loran e.



02.04.2020 01:40 ~01:47 | cinorek

4. Ji berê we di kovara bîrnebûn de nivîsên bi kurdiya şêxbizinî derdiketin.
Lê êdî kovereka nû ku bi tenê bi kurdiya şêxbizinî weşana xwe bike derdikeve:

(bnr: kovara pîjok)



15.01.2021 07:04 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêxbizinî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî