Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şebût - tirşik
şebût
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. masîyek ji masîyên dîcleyê ye. ne tenê dîcleyê, yek ji masîyên feratê ye jî. ev masî tenê li Kurdistanê heye, tenê di dîcle û feratê de heye.

li Kurdistanê jê re dibêjin: şepît, şebît, şebût.

di nivîseke malperek masîya de digot ku piştî goştê beraza tê heramkirin, cihû berê xwe didin goştê vî masîyî, bi demê re ji bo wan dibe tişteke pîroz. ji ber wê cihû têne Kurdistanê, ev masî sax girtine û birine Îsraîlê û li wir hilberandine.

Here lînkê
navê zanistî: barbus grypus

şebît an jî şebût hinekî dişibe masîpehnk û kefalê lê eslê wê tam "barbus"ekê cotsimbêl e. şebût hem têrgoşt û hem jî têra xwe tamxweş e. ji xwe yên masîyên ferat û dîcleyê xwarî teqez vî masîyî nas dikin û xwarine.

+ di bajarê kevnare yê zeugmayê de li ser mozaîkan jî wêneyê şebîtan hatiye neqişandin. ji vê yekê eşkere dibe ku ev cureyê masîya nav û dengê wê zû de heye.
+ li ser pişta şebîtê perikê hişk yê IV yê ji 7-9 dasîkên nerm pêk tê, perikên zikê wê yê qûnê hişk yê III yê ji 5 dasîkên nerm pêk tê. dirêjahîya wê heta 2 mitroya çêdibe, kêlo jî heta 60 kêloyî çêdibe.
+ şebût hem goştxur hem giyaxur e. zikê xwe bi masîya, pêmovka û nebat û rayên nebata têr dikin.



02.09.2018 19:24 ~20:05 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şebût

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ajal zimanpeyv ajal zimanpeyv ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî