Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çirûskîzm - tirşik
çirûskîzm
(4) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. reflekeseke gundîti heye di nav kurdan de jî têra xwe serdest û bukaniye. cara pêşi min dît an ev yek cara ewil min got. minak tê riwayetkirin ku care yekem dewleta sumeriyan ocalan dîtiye.peyva pîvazê pêştirin nizam kê bikaraniye,hwd. ka zûkin û bilezînin li dor min bicivin, pesn û fortên min bidin, min li esmana xin ez ji were çend stêrkan binim. hêza fikri û ramaman bi tiliyan nejmirin reqem li hesabê banqan tên ne li berheman û ramananên hêja. îcar helbestavanê baş Rênas jî ji vê nexwaşiyê muzdaribe ku çiruskzimeke peydakir heya tiştekî nu misqal morî tê de tûnebû. Çiye heqet? derhiş, binhiş, nikhiş. çihiş hema zikêşeke temame ev. meriv dibê heyran ka ew ala pêşbirkê ji dest xwe dayne nereve kes li pey te nemaşe heyran. ji bo şabûn şabişiya çend pirzikên li rûyê xirxeşiman tiştên wiha eletewş nekin. xwe jî me jî nehetkînin ûlen. ka here ji xwe re helbestê xwe binivise pênûsa çiruskizmê di quna janya reben re neke em nikarin kurtajekî bikin,qedexeye bira qedexe.heqqet care yekem kê sêv dîtibû?



24.08.2013 21:06 | tivirloismail

2. felsefeya ku nikare xwe li ber beredayîzmê bigire û hêdî hêdî têk diçe.



24.08.2013 21:24 | terkexem

3. "ekol"a ku rênas jiyan bi çend rûpelan di kitêba xwe ya mexzana xwînê (2003) de qalkirî.. bi ya min rênas jiyan serê xwe bi felsefe, antropolojî, sosyolojî, w.d pirr diêşîne û gelek caran helbestê di piş guhê xwe re diavêje. gelek caran helbestên rênas jiyan û rêzik û rêbazên çirûskîzmê li hev nakin. rênas jiyan piştî janyayê mixabin helbestine baş nenivîsî (haya min ji pirtûka wî ya nû nîne, ew ne ni nav de) û berê xwe da tiştine din. bû felsevan, bû sosyolog, bû her tiştê çirûskîzmê. em ji rênas jiyan pirr hez dikin û em dixwazin tenê vegere ser helbestê û bila helbestên ji "marka"yê xweştir binivîse.



24.08.2013 21:42 | înano lo

4. ji xeynî "maxzena xwînê" hemû şîrove û henekênxwepêkirin an ji hesûdî ne an jî ji teralî û dixwerenedîtina têgihiştinê ye.



25.08.2013 00:22 | ferecazad

5. ne hesûdî ne zikreşî.em dibên helbestê camêr başin,em gelek jê kêfxweşin, lê çiruskizma ku ew behs dike kêrê pênç pera nayê. îcar ku helbestê wî başbe ewê ji her rexneyê muahfe be gundino. Bi xwêdê porê wî ji nexwaşe,belki cilên li xwe dike ji erjeng bin çi zanim ma helbest aveke paxişe ku her tiştî arava wî de bişû xwelîdankno.ka vegerin kêm aiqlê xwe bidin ser ismet özelê tirk.helbest û fikrê wî bidin ber hev ger we di navbera wan de hezar kilometro nedit ana toqiyê bi hezaran daire nikaribit çêbike piştre werin berê xwe bidin me û tirşika me.



25.08.2013 21:19 | tivirloismail

6. navê pirtûka rênas jiyan e. ên ku xwendibin û tişt jê fehm kiribin, şîrove bikin ew ê baştir be. min bi xwe nexwendiye. ez lê dinêrim ew li min dinêre bi xwedê vê germa havîne ji min nayê ku ez bixwînim.



26.08.2013 00:42 | giyanstêr

7. lê gorî min rêbazekî resen a ramaniye, ji hêla felsefe û civaknasiyê dda xwediyê seknekî cudaye..Divê em baş li ser bifikirin wateya çirûsk-hêvî bi hev re dibe ku gelek tiştên xweş derbiklevi,n.



27.08.2013 11:51 | kelha bayê

8. ruhê çirûskîzmê ji mirovên giyan bindest dihere

ji ber vê yekê gellek şîroveyên nizm

û ew kes

tîpîk bindest

tîpîk hesûd

û

tîpîk "mûhalîf"in



14.09.2013 00:26 | jara eş

9. rênas jiyan di paşgotina mexzena xwînê de dibêje:



''Zimanê çirûskîzmê, zimanê maran e ango jahrîn e, û ev jahr hûtê hundirê mirov ê metebolîzmaya wî dagir kiriye dikuje. Di qirna em tê de ne,kes,ji ber otorîte,sîstemên desthilatdar û alavên gemarî û genî xwe najî an jî hûtê hundirê wî ji dêvla wî/wê dijî û biryarên ku divê ew bidin, hût ji dêvla wî/wê didin, ew hût împaratorîya xwe di ruhê wî/wê de avakiriye, kesayeta ku dagir kiriye li gora dilê xwe bi rê ve dibe. Zimanê çirûskizmê yê marî û herweha yê jahrî bi pêvedanekê van hûtan dikuje û kesayeta orijîn ji nav lepên wan difilitîne. Çirûskîzm ne agir e, ne tofan û ne jî lehî ye, yanî ji wesfen mezin û bandora wan pir nehatiye pêk hatin, hew çirûskeke birûskê ye, di enerjiya çirûskeke birûskê de ye, di ronkaya çirûskeke birûskê de ye, qederê çend saniyan ronahiyekê çêdike û dû re her der dîsa vedigere tarîtiya xwe ya berê, di hundirê van saniyên ronî de, yên bixwazin dikarîn bi qasî tiştên têra despêkeke baş bikin bibînin, ger ew bixwazin dikarin ev çend saniyana firehtir û bilintir bikin, ger nexwazin wê dîsa di tariya xwe de bimînin. An jî di roniyê de çirûskeke reş e, yên bixwazin ji roniyê xelas bibin dikarin wê ji xwe re bikin mestere; ku nexwazin dikarin di nav roniya xwe de bijîn. Kesayeta çirûskist ne di taybetmendiyên mirov û ne jî di taybetmendiyên lawiran de ye, hebûneke bêzayend e; ne nêr, ne mê û ne jî neromê ye,tebayekî nuh e, ew cilebekî li ser rûyê erdê yê nuh e, ew tiştekî din e, tişt e, lê heta niha ne tiştên heyî ye.

Wek mînak; kevçî, gul, av, genim, Nietzsche, hesp, kêzik, pênûs, Rimbaud, kevir, giya, Sartre... Çawa ev mînak bi serê xwe celebek bin ew jî celebek ji hemû celebên din cuda ye, tiştek e, ne weke tiştên din, kesek e, ne weke kesên din. Navekî nuh, dirûvekî nuh, ruhekî nuh, pîvaneke nuh, rengekî nuh, nuhbiîneke nuh...

çirûskîzm, di bahra ruh de çirûskên li ser avan dibiriqîne ye, di çavên kul yên digirî de rondikên stêrkî yên gerdîinî ye, di destê sibê de teqîna tîrêjên tavê ye, di tariyê de reqsa biriqandina li ser şûrê helbestekê ye.''



17.10.2013 22:42 | endazer

10. navê ekol û pirtûkeka teoriyê ya rênas jiyan e.. berî her tiştî di warê nivîs û fikriyeta kurdî de bi taybetî ya li bakurê kurdistanê de tişteke nipûnû ye.. li nav berhemên wêya kurdî ya li bakurê kurdistanê de emsalê vê pirtûkê nîn in.. û wekê her tişteka nû normal e ku bertekên neyînî bikişÎne ser xwe.. lê şiroveyên neyênî yên ku heta niha li ser vê pirtûkê hatine kirin, kifş e ku ne li gorî naveroka pirtÛkê lê li gorî ezber û klîşeyên qalibgirtî ne.. ev du roj in min dest bi pirtûkê kiriye û heta vêga û vê saetê min 30 rûpel jê xwendine tevî ku pirtûkeka teoriyê ye, lê mirov jê aciz nabe, zimaneke taybet yê poetîk yê rênas jiyan heye, ev ziman berê di gotarên xwe yên di pirtÛka xwe ya ceribandinê ya bi navê ji şevê re çend têgehên dera hanê de jî bikar anîbû.. min temamê pirtûkê nexwendiye, ji xwe piştî ku ez pirtûkê xitim bikim ez ê bi dorfirehî fikra xwe ya li ser pirtûkê û çirûskîzmê binivîsim.. lê dema min şiroveyên li jor yên ku dibêjn çi îşê rênas jiyan bi felsefeyê û psîkanalîzê re heye, bila here helbestan binivîse dît, ez pê aciz bûm, ev yek neheqîyek e mezin e hem li renas jiyan û hem jî li wêjeya kurdî.. ji ber ku îro di nav nivîskarên kurd ên ji bakurê kurdistanê de bikaribe bi vî karê ku rênas pê ve rabûye ve rabe, her dîsa rênas jiyan e.. berê ji bo rehmetiyê arjen arî jî digotin bila çÎrokan nenivîse, çi îşê wî bi çîrok û çîvanokan heye bila here helebstan binivîse, lê wekê ku ji çîrokên rehmetî dixweyin, di warê çîrokbêjî û çîroknivîsiyê de tu kes nikare avê li desta bike.. li gorî min firşik û haveynê nivîsê îlham e û helbest jî îlham bi xwe ye û heçÎ kesê ku xwudê tealaa kerema xwe û îlhama xwe pê re kiribe di warê nivîsê de her cure û celeb jê tê..

xwudê kerem û îlhama xwe bi rênas jiyan re kiriye Û rênas jî ji tişta ji qelema wî tê, ji me texsîr nake..



25.01.2014 18:13 | endazer

11. Navê pirtûka rênas jiyan e ku li ser vê ava bûye:



Çirûskîzm ji du binyadan, ji goşt û agirî ava dibe. Goşt bûjen û agir giyan e. Di her beden an jî goştî de çirûskek heye, an mirov li wê çirûskê xwedî derdikeve wê dike agir an jî lê xwedî dernakeve û ew çirûsk (ve)dimire û ew goşt di tarîtiya xwe de gennî û xav dimîne..

-Agirê çirûskîzmê agirê azadiyê ye, a ku mirovî ji bindestiyê rizgar dike agir e-



30.11.2014 01:11 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çirûskîzm

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî