Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îşev - tirşik
îşev
(40) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeke kurdî ye.
wek sîtkom/ sitcomê tê binavkirin.

ji aliyê deniz ozer, erdal kaya û çend lîstikvanên din ve(bi piranî batmanî ne) tê lîstin.
îro beşa ewil hat weşandin.
ji kena ziko pişto bûm, pir xweş bû *




03.11.2020 19:31 ~19:37 | merwano

2. Rêzefîlmek kurdî ye û li ser Youtubê di kanala(bnr: deno) de tê weşan kirin. Pêkenok e ez baş kenîyam *



04.11.2020 17:00 | demsal

3. Beşa 3'emîn derket




24.11.2020 19:23 | merwano

4. Naxwazim li serê zêde xeber bidim lê divê van rexneyên xwe binivîsim. Gelek peyvên tirkî bi kar anîne. Nêzîkî tev daçek û gihanek bi tirkî bûn. Tiştê tê xuya ji ber beşa yekemîn zêde kêfa temaşevanan biriye eynî wê beşekî din jî çêkirine. Ev jî qalîteyê xira kiriye. Ji bilî wê li bin vîdeoyê de agahiyên rêzefîlmê bes bi tirkî hatiye nivîsîn û ev tişt min zahf aciz kir.



24.11.2020 19:33 | yûsiv

5. rêzefîlm an jî rêzeskêçên serkeftî ne. erê belkî ne hêjayî televîzyonê bin, lê belê ji bo youtubê bes û zêde ye jî. wek li jor jî hatiye gotin, tê de peyvên tirkî hinekî zêde ne lê dizanim ku vê yekê hinekî jî bi qestî dikin. ne ku kurdîya wan peyvan nizanin lê him vê yekê komîk dibînin him jî ev yek belkî bihêle ku kesên kurdîya akademîk nizanin jî lê temaşe bikin.
di binê vîdyoyekî de kesek ji rojava jî vê yekê rexne kiribû ji ber ku camêr wan esprîyan fêhm nake.
piştî vê projeyê, rebenê rewşenbîr zana dev ji qenala xwe hestû tvyê berda. ev ne tu îş bû.



12.12.2020 22:13 ~22:13 | simurg56

6. Bi nêrîna min tiştek baş derxistine holê. Henekên wan di nav hevalan jî belav bûye. Gelek hevalê min dibînim henekên wan bikartînin *



12.12.2020 22:55 | kajav

7. Rêzefîlma ku hîn min darî nekiriye ye. Li vir û twiterê car caran reklama wê derdikeve pêşberî min. Lê nizanim çima bala min nakişîne. Min rexneyên li ser wê jî xwend e û nivîsên tebrîkan jî. Xebatên bi vî rengî heye ku bo civakê baş be. Wer dixuye rêzefîlmek pêkenî ye lewra car caran birayê min lê darî dike û bi dengkî dikene. Her çiqas li wan darî nekim jî serkeftin bo wan.



12.12.2020 23:02 | tîrêj zana 21

8. Rêzefîlma ku gelek baş tê temaşe kirin. Gelek hevalên min ê ji dûrî kurdî peyam ji min re dişînin dibêje tu vê Beşê temaşe kir ka ev beş çiqas xweş bû hwd. Îro hevalekî min ji min re peyam şand û got ez bi malbata xwe re temaşe dikim. Ji bo vê rewşê gelek kêfxweş im. Hêvî dikim bi vê karî gelek pere jî qezenc bikin. Bila bibînin ku êdî kurdî pere dike.



12.12.2020 23:11 | yûsiv

9. Wan rojên han, yekî li ser rêzefîlmên îşev û şekirok rexne kiribû, û di got bêqelîte ne fln mvn.
Lê gelek kes li dijî wî rabûn û wan diparastin.
Bi rastî jî mafdar in ji bo em wan biparêzin, îro em dinêrin, tenê ev ji destê camêran tê, bi van îmkana encex ev ji destê wan derdikeve, kesên dewlemend alikariya wan kirine qey?
Mixabin, em tenê dipeyivin, lê ji aliyê piştgiriyê xwe diveşêrin



12.12.2020 23:21 ~23:22 | merwano

10. Navê rêzefîlmekî kurdî ye. Di serî de ji bo ku bi kurdî çêkirine ez wan pîroz dikim lê ez ê wan rexne jî bikim. Di nava çar beşên ewilî de tenê beşa yekem têr û tije hat ji min re, her sêyên din min pir neecibandin. Beşa 5. Jî hîna min temaşe nekiriye.
Ku em bên ser meseleya bikaranîna peyv û klîşeyên/henekên Tirkî; ez wan napejirînim. Hem kurdên perçeyên din fêhm nakin hem jî kurdî pêş nakeve. Ew nekin, em nekin, yên din nekin dê çewa henekên me çê bibin? Digel vê jî Tirkmancî normalîze dikin li gorî min.



13.12.2020 00:17 | xabûrî

11. Beşa 5an di 2 rojan de 216.000 caran hatiye seyr kirin.
Ji bo rêzefîlmeka kurdî ew serkeftinek pir pir baş e.

Bila weke nimûneyek bibe ji bo ên dî.



14.12.2020 20:06 | cinorek

12. rol xweş hatine lîstin ne wek "mala minê" ji rastiyê dûr û vala ye , merov xwe û derdora xwe di henekê wan de dibî ne .

beşa yekem gelekî rast û rewşa me kurda dide der.
di beşa dudyad jî xeyalet gelekî xweş lîstî ye.
her serkeftî bin .



14.12.2020 20:45 | shwinsherm

13. ji sitcomê wêdetir terza wan hebkî dişibe leyla ile mecnun a onur ünlü. heta dikarim bêjim;

deno mecnun e, kûlîlkê leyla ye,

helbet şerîf yavuz e, rojînê jî eylül e,

baqî bivênevê rengê îsmaîl abê dide,

fêkîfiroş mustefa eynî erdal beqal e,

jixwe hemeşayê evdal hema bêje têkelê melül û kaan e,

lê ednan yek e, tek e! (:



10.01.2021 19:12 ~2021.07.16 20:55 | ezcan

14. rêzefîlmek serkeftî ye.

Bi vê derfetên kêm û sînordar karek mezin û biserketî derxistine rastê.

Zimanê wan ne zimanêkî xwerû kurdî ye. Lê mesela gava peyvên tirkmancî bikar tînin digel vê kurdiya wan peyvan jî bikar tînin. Xuyaye armancek li van heye. Bi zanebûnî çêdikin.

Min gelek eciband. Û ji kena jî mirim.

Dawî serkeftin ji wanan re dixwazim. Berdewamî bê.



30.01.2021 01:24 | simbêlqeytan

15. Rêzefîlma di derheqê wê de tevlî vê şiroveyê îşev/130471 nabim. Belkî kêm caran Kurdiya wê dibêjin lê bi pirranî Tirkî dimîne. Min jî di serî de got: Dibe ku armancek wan hebe lê va bû beşa 5a nizanim a çenda lê hîna jî Tirkmancî zêde zêde bikar tînin.



30.01.2021 10:01 | xabûrî

16. serkeftîye, hema mixabin bi taybetî ew jinikê balkonê xeberdide û bi gotina van sosyal mesaj dide, tenê tirkmancî xeberdide. qet nizam fikrekî xweş e hema çawa wîsa xerab çê dikin aqilêm nabire.
dîsa jî serkeftin, berdewamkin



30.01.2021 12:53 | doesntmatter

17. li gorî nûçeya Rojnemeya Duvar'ê fînala sezonê bê weşandin:
Here lînkê

û her wiha podcasta ku li ser rêzefîlmê hatiye çêkirin:
Here lînkê



31.01.2021 01:41 | merwano

18. Bawer dikim ku ev rêzefîlm bibe destpêka rêzefîlmên kurdî. Piştî vê rêzefîlmê wê gelek rêzefîlmên biqalîte derbikevin holê.

Ji ber ku nû bi nû Formata rêzefîlma bi kurdî li hev tê rêzefîlma îşev jî aliyê ziman ve hebkî qels dimîne. Çawa ku berhemên destpêka hin serdemên taybet qels bin û ew berhem dibin ronahiyek ji bo pêşerojê wê ev rêzefîlm jî bibe sedema destpêka rêzefîlmên kurdî û wê ev rêzefîlm jî bibe ronahîyek.

Ji ber ku rexneyên temaşevanan li ber çav in derhêner dibînin ku temaşevan çi dixwazin. Û bawer dikim ku ev rexne jî bibin bingehîya rêzikên rêzefîlmên nû.



31.01.2021 21:30 | yûsiv

19. hege baqî û ednan jê derkevin ti tehm tê de namîne êdî. ev herduk çi bikin jî dê bidin temaşekirin. yên din tevî deno ciyawaziyeke wan tuneye.



31.01.2021 23:08 | asîmanê sêwî

20. Rêzefîlmek gellek xweşe lê mixabin mijara wan gellek teng e.



01.02.2021 00:59 | kurêbavêxwe

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îşev giran e

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo komik komikvidyo komik komikvidyo komik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî