Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
zêwê - tirşik
zêwê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wextê em zarok û li gund bîn me kevçiyê xwe dibir û em diçûn ser zêwê. malbatek gundî ji bo zarokên gund xwarin çêdikir û li serban sifre rast dikir. pişt re bang dikir me.

lê naye bîra min ev xwarin ji bo çi bî û navê wê çima zêw bî,



27.04.2014 11:27 | kevçiyê dil

2. dibe ku ev xwarin nêzîkî an li ser goristana gundan, li gorî baweriyan gundiyan, bo xêra şêxan,ewliyan,an merivên pîroz ku berê mirine didin..mina seredayina ziyaretan e ku li gelek deran heye..



27.04.2014 11:45 | havka

3. - zêwê navê gundekî bi ser basaya navçeya şirnexê ve ye..ji ehlê vî gundî re dibêjin zêweyî, sala 92-93ê dewletê hema bêje hemû gundên li dora vî gundê ji gundiyan vala kirin û pê re jî kavil kirin lê ev gund hê jî ava ye, di nav gund de alayek eskerê tirk heye, hema bêje nîvê gundiyan qoricî ne, nexşeya siyasî ya gund çawa ye nizanim, lê zêweyiyên ku li cizîrê dimînin hemû alîgirên pkkê ne..

toxm û toveke ecêb in, cirra wan nexweş e, mehd û mirûzê wan tirş û tehl e, her wextî li ser sedê ne, tu dbêjî qey hina.. neyse.. * lê têra xwe jêhatî ne, şixulker in, hej hevdu nakin lê pişta hevdu digirin.. ji xwe ez ne xelet bim hemû xizm û lêzimên hevdu ne..

- ez bêm ser zêwa ku rengek ji rengên mîhrîcan û festîval û heta biçekî din wê ve dibim karnavalên qedîm ên kurdistanê ye, min bi xwe nedîtiye, lê min ji devê maliyan seh kiriye, dibêjin berê li gundan bi hatina biharê re, her malê xwarinên cur bi cur çêdikirin dibirin li seyrangehekî sifreyên dirêj rast dikirin û herkesî xwarinên ji malê anîn datanîn ser sifrê, pişt re gazî gundiyan dikirin kiçik-mezin jin-mêr herkesî radihişt kevçiyê xwe û diçû rûdinişt ser sifrê.. li cem hê jî dema behsa sifreyekî tam-teşekûl dikin, dibêjin zêw û ziyafetek welê rast kiribûn, te nedizanî tu wê kevçiyê xwe li çi bidî û çi nedî..



24.09.2014 03:48 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zêwê

Kategoriyên mijarê:: cand cihuwar zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî