Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
zeitgeist - tirşik
zeitgeist
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. giyanê zemên.



18.04.2016 19:32 | gêjê

2. Rihê zemên , rihê wext, rihê demê. hegel ev wate navdeng kirîye . Berî hegel jî ev wate hebû, lê bi wî meşhur bû. Peyre navê zeitgeist lê kirine. Felsefeyeke pir girîng dihewînî. Heqîqeteke wisaye kû divê hemû cûreyên zanyarî, wêje, peyivandin, jîyîn , rabûn û rûniştin . . . Werhasil çi hebê li gorî vê felsefeyê bi rêk û pêk bibin.



Rihê zemên, her demek li gorî şert û mercên xwe tiştên lazim dîyar dike. Heke tişekî pêdivî hebê, çarneçar wê derkevê holê û geş bibe. Mînak cûreyeke felsefê, avabûna dewletekê, pêşketina gel'ekî, çêbûna îdeolojîyekê, keşfa tiştan, zanyarî. . .



Zeitgeist wekî avûhewa ye( îklîm, demsal). divê di payîzî de pel biweşin, divê berf di zivistanê de bibarê, divê di beharê de giya şîn bibe... ji bo kû ev tişt li gorî vê avhewayê tenê ne. Ger avhewa biguherê şert û merc jî diguherin, tiştên tên hewandin jî diguherin .



Mînak , Einstein divê di sedsala 20. De ew fikrên xwe gotibana. Di Rihê zemênde (zeitgeist) şertne wisa çêbûne kû divê ev fikir geş bibin. Berî Einstein jî ev fikir hatibûn gotin . (Tayy-i zaman, bast-i zaman). Lê, li gorî zeitgeistê , dem ne musait bû ji bo van fikran.



mirov kurê zemên e.



Berî niha Jinan nikarîbû şal li xwe bikin, avhewa destûr nedida. Îro li gorî rihê zemên divê hinek pîrek şal li xwe bikin.



Divê pkk di wextê xwe de derketibana. Di wextê dewleta osmanî de pkk divè derneketibana. An jî derketibane jî geş nedibû.



Divê olê îslamê berî niha 1400 salî li arabîstanê derketibana. Divê nikarîbana koletîyê rakê. Ji bo ku ev tiş li dijî rihê zemên e. Koletî pêdivîyeke zeitgeistê bu, ne pêdivîya îslamê ye



Hekê mirov analîzeke baş bike karê li pêşerojê gavên rast bavêjê. Mesela, Zuckerberg gaveke li gorî pêşerojê avêt û facebook ava kir.



Serkeftin di xwendina rihê zemên {zeitgeist} de ye.



18.04.2016 22:23 ~2016.04.19 02:29 | gumgumok

3. navê belgefilmekê (2007) ya balkêş û ecêb e. mijar li ser dîn/ol, aborî, dîrok, mîtolojî û civat e. û, ... û dawiya dawîn, dibêje ha ji we ra venus project.

min di sala 2008an da ev belgefîlmê dît û pê ez pirr mat mam. tê bîra min, paşî fîlmê, min digot her kes divê wê temaşe bike, hema her kes.



15.05.2018 13:03 ~2019.06.25 17:54 | mirovekirind

4. ji zimanê almanî ye û wek /'za:ytga:yst/ tê bilêvkirin. 'a' dirêj tê xwendin.



15.05.2018 15:44 ~2019.06.25 17:55 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» zeitgeist

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî