Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 81 peyam
zayendperest - tirşik
zayendperest
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji mirovên ku zayendperestî dikin ra tê gotin.

divê werin perwerde kirin û rehabîlîte kirin da ku jiyana mirovên ku têkilîyên wan bi van kesên zayendperest ra heye nebe wek dojehê. xuya û nexuya gelek zayendperest li derûdorên me dijîn. jixwe em hinek li nûçeyan û şîroveyên li medyaya civakî binihêrin wê em ê bibînin civaka ku em tê de dijîn çiqas zayenperest û bavsalar e.



12.12.2019 11:49 ~2020.01.06 09:45 | xelîl

2. nav zayendperestî ye lê di nav civakên paşdemayî de mebest jê mêrperestî ye. yê dibe sebeb û yê herî zêde zirarê jê dibîne jî jin e. mêrên jinan û jinbûnê ji xwe biçûktir dibînin zayendperest in. herwiha jinên bi çaveke biçûk difekin mêran jî zayendperest in. bêm ser îdîaya xwe; di nav malbatê de yê ku lawan mezin dikin, dikin mêr dayÎk yanî jin in. her çi qas vê serdemê biçekÎ şikestibe jî hîn jî dayîk ji keçan bêtir guh didin lawan, rû didin wan û law çi qas nesekinî bin, çi qasî belakir û şerroke bin jî dayîk bi ajoyeke ecêb di ser lawên xwe re tên, wan diparêzin. lawên ku terbiyeya pêdivî di warê rewiştên di nav civakê de ji diya xwe nestandine eger ji ciheke din wek; dibistan, derdor, heval û hwd jî nestînin har û hêç dibin bêtir jî li jinan ji ber ku armanca hêsan ya hêrîşê ew in tên xezebê, û piştî hevsarê xwe qetandin bixwazin jî zû bi zû nayên ber dest.
û yek jî bêtir jî di nav civakên xwende de tu ji kê bipirsî wê bêje ez ne zayendperest im lê ya rast gelek ji me zayendperest in, pirraniya çêr û sixêfan zayendperest in. hemû fêhmên dûr ji baweriya wekhevbûna jin û mêran zayendperst in.



13.12.2019 00:27 | ma min çi ji kê kiriye?

dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» zayendperestî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî