Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yks2021 - tirşik
yks2021
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ezmûna ku salekî din bikevimê ye. Niha ve porê min diweşin ji ber şayişdar bûnê. Dema min şîroveyên yks2020 a xwend kelecan bûm. Dilê min wek li ser hespê bû. Ya bi xêr..



27.06.2020 15:41 | yûsiv

2. ji bo textoriyê ez ê jî bimînim sala weri,
lê vê derbê ji ber min nafilite ez ê baş bişoxilim.

xwedê alîkariya kurdan de bêt ji bo dibistanê...



27.06.2020 21:32 | shwinsherm

3. EZmûna ku dê îsal gelek tirşikvan bikevinê ye. Ji 5 meha hindiktir maye dema wê bê. Dîsa ji ber pandemiyê gelemperî xwendekar li mal dixebitin. Xebata mal jî qet ne xweş e û mirov nikare li ser hev bixebite. Lê dîsa jî ezmûn li gor salên berê gelek hêsantir bûye. Mijarên ku dê werin pirsîn kêm bûne. Ji loma encama ezmûna de pûan zêde tê standin lê belê rêza xwendekara pir kêm dimîne. Ji ber ku ezmûn hêsan çê dibe her kes çê dike. Kesên çavê wan li cihê bilind, divê anha tyt xelas kiribin û hinek jî bi nav ayt ve çûbin jî. Herwiha ji bo tyt neyê jibîrkirin 2 heftê carekî bikevin cerba tyt û li ser kêmasiyên xwe biponijin.

Ez îsal nakevim ezmûnê lê wê hevalên min bikevinê. Ji ber ezmûn û pandemiyê psikolojiya hemûya xera bûye. Ketine binê stresek mezin. Min hêvî heye tiştê dilê wan bibe nesîb û rojek berî rojekê ji vê belayê xelas bibin.


Tirşikvanên ku zanim dê bikevinê:

(bnr: yûsiv)

(bnr: shwinsherm)

(bnr: xemakê)

Lêzêdekirin:

(bnr: keyomerd)

(bnr: kajav)


Sererastkirin:

(bnr: xemakê) îsal nakeve, bi xêr piştî çend sala



10.02.2021 00:47 ~11:46 | tîrêj zana 21

4. Ezmûna ku îsal dîsa têkevim e.

Li gor entrya jorîn wer xuya ye; Berê çûyîna zanîngehê jî êdî kurdînûsên me çêbûne, çêdibin. Ez bi hebûna wan tirşikvana gelek kêfxweş dibim. Ez bi dil û can wan pîroz dikim. Û hêvî dikim li gor dilê xwe puanek bistînin.

Ji wan Tirşikvanek din jî keyomerd e.



10.02.2021 01:01 | kajav

5. Ezmûna îsale ku gelek xwendevanên min jî wê bikevin. Mixabin perê ezmûnê pire tyt û ayt 90 lîre ye.
Ezmûna MSÜ(milli savunma üniversitesi) jî 110 lîreye mixabin Amedê gelek civan dixwazin li MSÜ yê bixwînin. Mixabin nifşa Zyê ya kurda piranî haj dîroka xwe mîîletînîya xwe nîne. Wek tirkekî dijîn û xeyal dikin. Me berê digot em naçin ber derîyê eskerîyê lê nifşa dawî dixwazin leşKERtîya peretî bikin. Xwelî li wan bibare înşelah.



10.02.2021 15:05 | azad30

6. Ezmûna ku vê sept û lehdê ye.
tyt 26ê hezîranê ye, ayt jî 27ê hezîranê ye

Hêvîdarim keda kesên ku dixebitîn boşê neçe :/



22.06.2021 23:58 | merwano

7. ezmûnên ji bo destpêkirina xwendina zaningehê ne. li tirkî (û bakûrê kurdistanê) ji alîyê rêvebêrîya perwerdehîya xûrt/bilind ve vê sept û lehdê pêk bê. ger xwedê bê erê, li gor rêjeyên fermî îsal ji 2.6 mîlyonan zêdetir kes xwe biceribînin.
hinik şîret û pêşnîyarên min ji bo wan tirşikvanên ko sibe û dizbe bikevin vê ezmûnê hene:
1) berî her tiştî, hûn heta niha şixûlîn, bettilîn lê bêhna xwe fireh bikin piştî vê sept û lehdê hûn ê azad bin wek çûkên berrî. ji lewma dûbarên xwe yî dawî bikin lê xwe zêde pê danexin.
2) we gelekî ked pê herikand ji ber vê encam çilo jî be xwe aciz nekin, dil û vicdanê we bela rihet bi.qedandina îmtîhana jî serkeftinek mezin e, tehb e.
3) berî ko hûn bikevin ezmûnê li ber taştê tiştên dohnikî nexwin ku hûn zikêşî nebin.
4) serê sibêhê zû hişyar bibin û avkê hama laşê xwe dakin, havîn e gelekî germ e divê hûn xwe piçekî hênik bikin.
5) destpêka çareserkirina pirsa, ji waneya ku herî zêde kêfa we jê re tê bikin yan jî her car we çawa dikir bela wilo be.
6) li ser pirsên bîrkarîyê dixwazim vê yekê bêjim, bi wan pirsa re nekevin eks û qayîş ê. zêde zêde 2 caran biceribînin we dît ko nebû dev jê berdin. dûra gava wext ji ber pirsên din ma li wan pirsan vegerin.
7) dûv eşkerekirina encaman, we dît ko pûanek ne bi dilê we ye, salkê din dîsa biceribînin.
nîşe:
min jî 3 sal li ser hev di van ezmûnan de xwe ceriband. nexasim, min a talî jî tiştek bi dilê xwe derxist.
ji lewma hayê min jê heye ko çiqas zehmet e bes ji dêlva ko hûn beşek ne bi dil bixwînin û salên xwe tê de pûç bikin dîsa xwe biceribînin çêtir e ji bo we.
û serkeftinê ji bo we hema dixwazim. xwedê we binecihîne û bigihîne astekî bilind. ev keda we tucar bela winda nebe û hûn jî nehêlin tu kes winda bike.



25.06.2021 18:56 | pîroz

8. ezmûnê ku sibê xwişka min jî têkeve, kêngî ev qas mezin bû yav *) peşîyê xwişka xwe paşe jî tirşikvan û nêzikê tirşikvananra serkeftin. ez ne zanyar ne jî pisporim û birastî nizanim kiymeta peşnîyara min heye an tûne hema herge hûn guh didin min herin beşa tendurîstîyên bixwînin, sibê dema zaningeh qedîya herge hûn nebin memur/fermanber jî dîsa dikarin nexweşxane û dermangahên taybet bixebitin.
hema dixwazim vê jî bêjim neçin beşên 2 salî nexwînin herge dixwînin jî rind bifikirin, zehf bifikirin.
bawerkin beşa we ne rind be kiymeta xwendinê jî êdî tûne.



25.06.2021 23:50 ~23:51 | doesntmatter

9. Mirinê tu li ku yi? Matematîkê ez kuştim
(╥﹏╥)



26.06.2021 14:13 ~14:19 | navîgiranmezelîwêran

10. Ma ew çi math bû mi di gilika wan niya.



26.06.2021 16:05 ~16:05 | shwinsherm

11. Zêde baş nebim jî ezmûn bikeve ber min hirs dikim. Cara yekem bû min dev jê berda. Li gor nêrînên min dijwar bû. Yên ku amadeyiya ezmûnê kirine, binirxîne baştir dibe.



26.06.2021 17:39 | kajav

12. Beşa wê ya ewil, tyt îroj bû. Cara sisêya bû ku ez ketimê. Dibistana min bi qasî 30 çirk dûrî mala min bû û li bin wê tavê peya çûm. Derbasî hundir bûm, berpirsyarê giştî û serokê salonê nas derketin. Derbasî cihê xwe bûm, sira yê nizm bo zarokên dibistana seretayî bû. Bejna min jî hinek bilind e û ji loma di wan sirayan de qet ne rehet bûm. Pola min berojk bû û pir germ bû. Kesê li pêşiya min bêhna xwêdanê, yê paş min jî bêhna linga jê dihat. Demjimêra dîjîtal ji ber ku xerabe bû, ser wê girtin û em man bi ya analog.

Werhasil, çi kelecan û rûdanên şayîşê li min peyda nebû. Min didît ku yê cara ewil dikevinê, bi tirs û bêdengî li mamoste guhdar dikin. Demên min yê ewil dihatin berçavê min ez diponijîm ku ev azmûn bo ciwana pir dijwar e.

Min pêşî ji "turkçe" dest pê kir. Paragrafên wê dirêj û zehmet bûn. Heçku ji gotaran hatibû wergirtin. Bi qasî 70-80 hûrdemê min di turkçe de derbas bû. Ez dibêm qey ya yek ya jî du heb vala man. Paşê derbasî matematik bûm. Pirsên berê yên sade weke tîpa ygs qet tunebûn. Tev bi teşe û paragraf bûn. Zehmet bûn lê ger dem hebûya dihate çêkirin. Ez heya pirsa 22. Çûm û min li demjimêrê nihêrt wextê min hindik mabû. Yekser min dev ji matematîk berda û ketim sosyal bilgiler. Min vê testê bêyî valahî tevî bersivand. Dibe ku şaşitî derkevin. Paşê derbasî fen bilimleri bûm û ji bilî 4-6 pirsa wan jî bersivand û azmûn bidawî bû. Wextê min nema ku li matematîk vegerim û pirsên geometrî çêbikim. Pirsên geometriyê min qet nedîte.

Turkçe: zehmet û pir wext digirte. Pirsên rêzimanî kêm bûn. Car caran ji xwendina wê acis dibûm û min pênûs ji dest xwe datanî.

Matematik: min tenê nîviyê wê dît. Pirs dihatin bersivandin lê pir dirêj kiribûn. Asta zorbûnê hinekî zêde bû. Ji xwe min geometrî nedîte.

Sosyal bilgiler: tarih rehet bû. Cografya û felsefe normal bû. Dîn kulturu pirsek tenê zanîn dixwest.

Fen bilimleri: fizik ne rehet ne jî zor bû. Gelemperî di navbera 2 vebijêrka de dimam. Kimya, pirsê zehmet jî yê rehet jî hebûn. Biyoloji, ji ber ku min pir ecele çê kir baş nayê bîra min. Lê yê hêsan tê de hebû.


Nîşe: ji min re puanek zêde navê. Heye ku min ji îhtiyaciya xwe zêdetir jî çêkiribe. Beşa din ya azmûnê ayt ji min re ne lazime. Ezê sibê nekevim ayt. Ji hemû nivîskarê tirşikê re serkeftinê dixwazim û hêvî dikim li gor dilê xwe encam bigrin.

Nîşe 2: ev 2 sal e qet li vê azmûnê nexebitîbûm. Bêyî amadekariyê ketim azmûnê ji loma min wextê xwe baş bikar neanî. Carna ji azmûnê acis dibûm û dixwest dev jê berdim.



26.06.2021 22:50 | tîrêj zana 21

13. ezmûna ku îsal ez jî ketime lê ji encamê wê hêviya mi tune :/




14. Ezmûna ku encamên wê îro eşkere bûne. Hêvî dikim encama we bi dilê we be.



28.07.2021 11:37 | pênûsa westiyayî

15. Xwedê biki ku encam bi dilê hemû xwendevan û ciwanên kedkar ên tirşika me be. Em ji ber we serbilind in û encam çi weri jî xwe aciz nekin. Hûn dikarin carek din jî xwe biceribînin, bela li ber çavê we ne tiştekî ewqasî mezin be.

Nîşe:
Min jî gelek xwe di nav van ezmûnan de ceriband heta ku min tiştek bi dilê xwe anîye. Hêvîya min ji Xwedê ku hûn hemû serbikevin.



28.07.2021 15:24 ~15:28 | pîroz

16. Tirşikvanekî me encamek baş standiye. Dûbare pîroz dikim. Aqubet li serê tirşikvanên din.



29.07.2021 10:59 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yks2021

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi teknoloji yendin perwerdehi teknoloji yendin perwerdehi teknoloji yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî