Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xenî - tirşik
xenî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjek heremî ye ku li ferhengan peyda nabe.

di ferhenga turkcekurtcesozluk.comê de weke kurdiya peyva tirkî ya "gani" hatiye nîşandan:

http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/6,10530.xhtml



di wîkîferhengê de peyvek weke "bi tenî, bû xenî" heye ku wateya wê wisa hatiye ravekirin: dewlemend bûn zêdetir girêdayî xebat û çetinayê ye. *wisa li cihê sekinî kes dewlemend nahe. çi gotine: “bi tenî, bû xenî"

https://ku.wiktionary.org/wiki/bi_ten%C3%AE,_b%C3%BB_xen%C3%AE

bi qasê min fêhm kir ji bo "derbasbûna li rewşeke çêtir" hatiye bikaranîn.



dîsa wîkîferhengê de peyva xenê heye û wateya wê wisa ye: kêfxweşîya hebûna tiştekî, dewlemend:

Em bi germê xenê bûn.

di binê vê peyvê de hatiye diyarkirin ku erebiya vê peyvê xenî ye û wateya wê dewlemend e.

https://ku.wiktionary.org/wiki/xen%C3%AA



em wisa bi kar tînin.



- welleh tu bi vê pêlava xwe ya nû, xenî bûyî. divê êdî tu jixwe birçî jî nebî welleh...



yanî em ji bo "ketina rewşeke pir baş. gelek bişens bûn"ê dibêjin.



02.03.2014 21:02 | simurg56

2. te jî em xenî kirî simurg56



20.04.2014 20:37 | zero

3. Di ferhenga zana farqînî de weke xenê derbas dibe. Wergera wê ya tirkî " gani" hatiye nivîsîn. Lê ji xwe em nizanin gani çiye. Lê dikarim bibêjim, wekî di peyama ewil de jî hatiye gotin: ji bo derbasbûna rewşeke baştir û çêtir tê bikar anîn. Ya rast berê dihat bikar anîn. Lê vaye çend sal e min qet ji kesî nebîhîstiye.

Weke mînak dema yek saxoyek nû an xweşik li xwe bike, jê re digotin," tê bi vî saxoyî xenê bibî"

Mînak, ev xopana cêyranê em pê xenê bûbûn. lê topa sedam li deriyê bavê wan bikeve, cêyranê xistin bin erdê û qaçax betal bûn.

Mînak, ev sola min ev çend sale pê xenê dibûm, lê îsal qetiya.



18.01.2021 00:44 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xenî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî