1. Mijara ku li vêr tirşikvanên heja peyv û hevokên xwe ji hev dipirsin e. Carna Google translate û ferheng ne bes in. Alikariya niviskarên tirşikê jî dive. |
|
15.04.2016 20:48 ~2020.11.26 19:27 |
cinorek
|
2. "Berê xwe bidim kê û kû! ez rebenê Xwedê! winda me mîna çipikek hibra pekiyayî, li ser dawa feqiyekî." |
|
18.09.2016 11:20 ~2016.09.19 09:17 |
cinorek
|
3. di vir de dawa parçeyek ji cilê feqî ye. tam nikarim tarîf bikim ka kîjan beş e lê mîna hembêzê ye. belkî parçeya di navbera navika mirov û organên genîtal de be. |
|
18.09.2016 11:39 |
simurg56
|
4. li gorî sepana ferhenga kurdî ya burhan erdinç, wateya dawê etek e. li cem me jî daw tê bi kar anîn lê heta niha min nizanibû ew û etek yek in. (tabî ihtimala neyekbûnê jî heye hîn, bawerî zêde bi ferhengan nayê) |
|
18.09.2016 12:22 |
mergehez
|
5. daw ya jî dawik, etek e. |
|
18.09.2016 15:04 ~15:10 |
şêxê bêserî
|
7. "barana reş ya ku bi ser kefenê ehmedê xanî de dibariya, dibû kelebox û kefen her ziwa dima" |
|
29.09.2016 09:17 ~2016.09.30 10:09 |
cinorek
|
8. ez zanim lê ez nabêjim jiber kedamin li boşê diçe tirşik forumêde hatiye serê min.., dema hindikin ne dibêjin mala te ava ne jî dibêjin malate ne ava... * vê carê sone; peyvek weka şaş bikarhatiye yanî kelebeka di Tirkîde bikar haniye çewa ez zanim ez nizanim texmîn dikim jiber mêmîk/perperok wekî werdekan pir şil nabin.. tiştê ezdikebim gumana bi dehan nav jibû pirpirka hene çima kelebok?... |
|
29.09.2016 11:19 ~11:20 |
shorbevan
|
9. Kelebox= buhar. Ew dûmana bi kelandina avê derdikeve holê. |
|
29.09.2016 12:51 |
simurg56
|
10. sîmurg rast dibêje lê ez çepik nadimê nizanim hima dilê min jêre naxwaze * |
|
29.09.2016 14:58 |
shorbevan
|
11. seba peyva "tear/gözyaşı" di ferhengên kurmancî de çend peyvên cûda hene; hêstir, rondik û firmêsk. |
|
18.10.2016 09:17 ~09:24 |
cinorek
|
12. tu ferqek nizanim di navbera peyvên rondik û hêstir de. (jixwe ez firmêskê nizanim). |
|
18.10.2016 20:12 |
simurg56
|
13. li cem me peyvek mina "cixendê x" (other than x) heye. ew peyv di kurmanciya standard de tûneye yan ez xelet dinivisim? min nikaribû di ferhengan de peyda bikim. |
|
04.12.2016 08:43 ~2016.12.05 09:11 |
cinorek
|
14. "cixendê" ya li jor behs, bêguman "ji xeynî", "ji xendî", "ji xendê" ye.. |
|
04.12.2016 14:44 |
fethî ronî
|
15. ji bo min dibistanek e. |
|
05.12.2016 09:13 |
cinorek
|
16. @cinorek, peyva cixendê di înternetê de tenê di vê tweetê de derbas dibe; |
|
05.12.2016 18:27 ~18:27 |
simurg56
|
17. "Ez Badînim, bayekî dînim, giyanê min goleke kevizgirtî ye, arîya sêkuçikên koçera ye ku li pey xwe dihêlin." |
|
08.04.2017 06:08 ~13:55 |
cinorek
|
18. @cinorek |
|
08.04.2017 08:31 |
gumgumok
|
19. @cinorek tirşik translate/98654 |
|
08.04.2017 08:32 |
mergehez
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [2] |