Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tantunî - tirşik
tantunî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwarineke fast food e ku li mêrsînê gelekî navdar û belave ye. êdî li gelek bajarên din jî tê çêkirin.

li sûka mêrsînê serê her kuçeyê tantuniciyek heye. xwarinek tam-xweş e.

ji goşt, ron, bîber, pîvaz, maxdenoz, simak, bacanê sor û biharatan tê çêkirin. li aliyê hundirîn yê sêlkê de tê çêkirin.



16.11.2013 23:22 | simurg56

2. Li meydana şêrînevlera stenbolê ji hêla yekê ku hê ji tantûnî binavûdengtir e tê firotan. pirî caran ne ji ber ku birçî bûm lê ji ber ku herim temaşeya wî bikim, min diçû tantûnî ji cem wî dixwar. dirûşmeya wî ya meşhûr bi awê "a o neee? a bo neee! a şû neee? ... ye. Ji bo yê ku dixwazin temaşe bikin

http://youtu.be/a6vJvPhkxKI



17.11.2013 00:03 | ceso

3. xwarina ku li mêrsînê li cihên weke selim tantunî û yaprak tantunî, navdar e.



28.07.2014 17:36 | simurg56

4. xwarina ku berê min zêde zêde dixwar.

dema ez di pola dawî a lîseyê de bûm, hema bêje her roj piştî dibistanê li dersxanê ders an jî ezmûn hebû. lewma me jî li sûka mêrsînê tantuniyek dixwar û wisa diçûn dersxanê. ji bîra min naçe, bûhayê tantuniya bi goştê mirişkan, 1.5 tl bû. me gelekî jê hez dikir û bi xwedê rojekî tenê xwarina tiştek din nehatibû bîra min.



piştî min zaningehê kar kir û ji mêrsînê koç kir, serî de min gelekî bêriya tantunî kir. lê aniha dema ez diçim mêrsînê carekê dixwim û dibêjim yaw xweşbûna tantuniyê tê fişal kirin. tama berê jê nastînim. nizanim çima. belkî jî quna min rabûye lewma *



29.07.2014 00:02 | brusk56

5. li stenbolê de mmy tantunî heye, ji tantunîfiroşên mersinê baştir çêdikin, hema hinek biha ye



http://www.mmytantuni.com



02.11.2014 18:39 | mîr

6. min pir ne eciband,ez balûlen riha,balûlen Edene çetir dibînim.(bnr: dûrûma riha)(bnr: dûrûma edene) (bnr: balûlen riha) (bnr: balûlen edene)



02.11.2014 18:55 | hûteheftserî

7. xWARINA KU MIN CARA PÊŞIYÊ LI mÊRSÎNÊ XWARIYE YE. jI XWE BINECIHA WÊ JÎ EW DER E.. eM Û ÇEN HEVALA BI HEV RE ÇÛN MÊRSÎNÊ Û ME XWAR.. RASTÎ TAMA WÊ GELLEK XWEŞ BÛ.EM JI TA'MA WÊ TÊN NEBÛN Û ME HE YEKÎ DU PORSIYON XWARIN..



02.11.2014 22:18 | nan û av

8. xwarina ku bi porsiyonekê ve têrbûn ne mimkûn e.



03.11.2014 15:37 | nazim tolhildan

9. Di wikipediayê de bi kurmancî jê re dontunî hatiye gotin qaşo ji gotinên "don tune" yê pêk hatiye..di derbarê etîmolojiya gotinê de tiştên fantastîk nivîsandine ku ne bi avayekî zanistî...



Here lînkê



29.05.2015 23:38 | havka

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tantunî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî