Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sêwreg - tirşik
sêwreg
(2) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. siverek- sewreg-sorek li nav riha u amede yek bajarek kurdıstanê sewregada pir zazaki te diaxvinin. BAJAREK CUDAYE, GELEK HUNERMEND ASLE WAN SEWREGEYE, ŞIWAN PERVER YILMAZ GUNEY YILMAZ ODABASI HICRI IZGOREN MEHMED UZUN, NECMETTIN BUYUKKAYA,



19.09.2013 11:24 | elias

2. bajara zarokatiya min.

siverek jÎ bo kurdistan pir giring e. ji ber ku li wÊ bajarÊ şirÎn pirraniya millet tevane her du zaraveyÊn kurdi biaxive. nuha rewşa wÊ çitor e, nizanim, lÊ belÊ wexta ez li wÊ derÊ bÛm wusa bÛ.



19.09.2013 12:14 | cinorek

3. bajara eşiran e.
(bnr: eşira bucax).
(bnr: eşira izol)
(bnr: eşira kirvar)



19.09.2013 12:15 ~2021.04.07 12:54 | cinorek

4. bajarê serhildanê *



19.09.2013 21:18 | brusk56

5. bajarê ku nexweşên ji wêr tên, ez jî tê de, li ber çavê kedkarên nexweşxaneyan weke namzetên probleman, tê dîtin.

mixabin, bi rastî jî li gorî nexweşên ku ji bajarên din hatine (bajarên din yên kurdistanê jî tê de) nexweşên ku ji rihayê û bi taybetî ji siverekê tên, gelek zêde probleman derdixin û ji gotinan jî fêhm nakin.



19.09.2013 21:23 | simurg56

6. nîvî ji dilê min ji Sewregê'ye.



02.10.2013 14:33 | ferr

7. Welatê min..navenda bajêr sedî 40-45 kûrmanc, sedî 55-60 ji dimilî ne..piştî derbeya 80 yi gellek welatparêz ji sêwregê , li kurdistan,stenbol u Ewrûpayê bela buye..le mixabin ji bo eşîra bucak, navê sêwregê li dîroka kurdistanê mina birînek reş bi nav buye.



10.01.2015 13:25 | tirşikçi

8. bajaroka ku min berî 3 salan, ji bo wê peyamek wisa nivîsandiye; sêwreg/10395
ji niha pê ve ez ê herî kêm 1.5 salan li wir bixebitim, îşelleh nêrînên min biguherin di derbarê de. ji ber ku min bixwe ew xwest û hilbijart.



01.11.2016 20:22 | simurg56

9. Bajarê mehmed uzun haniye dinyayê ye.
Tenê ew rûmeta bes e ji bo giringiya wê.



07.02.2017 14:13 | elaziz izzetpasa camii

10. warê ku carina dibêjim qey dişibe bajarekî, carina jî dibêjim qey dişibe gundekî mezin.
hevaleka min wê rojê heta xaniyê me, bi qasê 200 metre tê meşiyaye. saet jî ne ewqas dereng e, 7-8ê fîlan. dema di ber qehwexaneyek derbas dibe, zarokek biçûk tê rê lê digire û dibêje li qehwexaneyê zilamek gelek spehî, telefona wê dixwaze.
mîna ku kiloyek bacan bixwaze ji tablaciyekî. bênamûsno.
sêwreg wisa ye. dema bi duçerxeya xwe tur davêjim, ji nêrînên mirovan dibînim ku li gundek mezin im lê mekanên gorî bajaran jî hene. weke mînak xwaringeha ronî.



25.07.2017 00:35 ~00:47 | simurg56

11. Habîtûsa "Ehmêler"a ye.





25.07.2017 13:27 ~21:52 | robar cilo

12. konfederasyona eşîran. yên bi piranî bêrûmet.
/108741

weke mînak axayê eşîra bucakan ku berê dengê xwe dabûn hdpê û diçû destê ahmet turk, niha ji mhpê namzet e.




em werin hesaba dengan û îhtîmalan.

di sala 2011an de di hilbijartina giştî de;
akp: 51
hdp: 16
bucak: 20 standiye (namzetê serbixwe).

di hilbijartina 2014an ya şaredariyê de;
akp: 46
dyp (bucak): 28
bdp: 21 standiye.

di hilbijartina 2015an ya giştî de jî;
akp: 57
hdp: 35 standiye.

di hilbijartina îsal (2018) de
akp: 47
hdp: 38 standiye.

li gorî vê yekê wisa xuya dike ku dema bucak namzetek derxin bi qasê %20 distînin. lê dema namzetê wan tune be, dengê xwe piranî didin hdpê.
loma îhtîmalek mezin wer xuya dike ku di vê hilbijartinê de wê;
akp: 45
hdp:20
mhp:20 bistîne.

min digot qey şensê hdpê heye lê wer xuya dike ku hinekî zehmet e. lazim e ji ber rewşa aborî, gelek kes dengên xwe nedin akpê ku şensê hdpê hebe.



19.11.2018 21:52 | simurg56

13. Qeda lîstika eşîrên bucax, kirvar û îzol.
Xwedê xêre xwe bike.



19.06.2019 21:37 | cinorek

14. Gundên xwe :

Here lînkê

Nîşe : hin nav şaş hatine nivîsin lê çavkaniyek baş e .



18.10.2022 23:22 ~23:24 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sêwreg

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî