Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
serhad - tirşik
serhad
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. serhad heremekî kurdê tirkiye yê ,di erdîngariya kürdistane de di nava hereme herî mezin da yek ji serhad e,Erzorom,agirî.Qers,erzîgan.wan.erdexan hwd bajêr heremê ten pêjirandin.Serhad bi dengbêj xwe, Zivistanê dijwar(pirî bajer zivistanê berf 7-8 meha li erd dimîne),bi kurdî yek nîv tirkî axiftin(le ji bo hemû heremê ne rast e,ev çend salên davî him di aliye welatparezî da him jî aliyê ziman xwedî derketinê de pêşketinêk berbi çaw heye ) û Çaya zelal vexwarin va te nasîn .....



29.07.2013 18:43 | newenda

2. ew herêm e ku min navê xwe jê girtiye.. xwezayekî pirr rengîn e bi taybetî di demsala biharê û destpêka havînê de dibe wek bihûşt lê di zivistanê û payîzê de ji ber sermayê ve nayê kişandin ji ber ricifîna diranan tu wateya xweşiyê nabînî



06.12.2013 01:27 | ferhenga şikestî

3. li gorî fonolojiya kurdî divê wek serxet were xwendin lê nizanim çima hêj min nedîtiye kesekî jê re gotiye serxet.. heta kal û kokimên serhedî bi xwe jî jê re din serhed.. ê eger ya li binxetê xet be ya li serhedê çi ziqqum e? an gelo çi ferq di navbera hed û xetê de heye?



06.12.2013 01:30 | endazer

4. serxet ji ber xeta trênê kurdistan kir du parçe û parçek ma jêr û parçeyek jî ma jor ji ber wê bû serxet û binxet. xet tê wateya xîzik ê. mesela serhedê jî ji ber kû di erebî de hedd tê wateya sînor û ew bajarên wê herêmê pirranî ser sînor in ji ber wê gotine serhed yanî ser sînor.



06.12.2013 01:37 | nan û av

5. serhad gotineka bi kurdîye ser hat pê dû bêje kurdî tê holê . dûkarin bêjin serok hat , ser hat,



06.12.2013 01:40 | sîyabend

6. bavê min ji min re dibêje serxet*)



06.12.2013 03:33 | ferhenga şikestî

7. Ji du peyvan pêk tê. ser û hed. Hed حد peyveke erebî ye. Wateya peyvê sînor e. Ser- hed, yanî ser-sînor. Sînorê çi? Sînorê osmanî û farisan. Peyva xet خط ji peyva hed حد cudatir e. Wateya peyva xetê xêz an jî xêzik e. Herwekî cudahiya wan em dikarin bi mînakeke jî raberî we bikin.



" li ser lênûska* min xetekî bi pênûsê* kêşa."

" tu êdî ji heddê xwe derbas bûyî"



06.12.2013 09:23 | ceso

8. dema dibêjin serhad hertim hozanê delal hozan serhad tê bîra min..



06.12.2013 10:59 | mîrêhekarya

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhado

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî