Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
roboskî - tirşik
roboskî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. gundeke li ser navçeya Şirnexê, qilabanê ye ku 21 berfanbar 2011an de 34 kesên ji vî gundî bi bombeyên ji balafirên şer ên dewleta tirk ve hatiye qetlkirin. miriyên van kesan piştî saetan serre bihuriyî bi gundî û berpirsiyarên sivîl ve bi hêstiran hatine kişandin. ev mesele bi saetan bi aliyê tvyên tirkan ve hatiye xefkirin û piştî ku tvyên navneteweyî vê nuçeyê dane bi mecburî û bi devê leşkeriya tirkî ve bi tvyên tirkan ve hatiye rojevê. her çiqas ji ser vê meselê re salekunîv derbas bube jî tenê yêk kes jî ji ber vê meselê nehatiye dadgehkirin. na na, biborînin dehan mirovên van kesên hatîn qetlkirin ji ber ku miriyên xwe xweyî derketine, hatine girtin û dadgehkirin.



14.06.2013 23:15 | azadixwaz

2. heyeta ihd(komeleya mafên mirovan) a ku ji bo lêkolînan bike çu gundê roboskiya ku 34 welatiyên wê di qetlîamê de hatibun kuştin, cezayê pereyê yê li xizmên qetilkiriyan hatîn birîn şermezar kirin. heyeta ku dixwestin biçin cihê qetlîamê bi aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.



24.06.2013 19:54 | azadixwaz

3. bi gotina parlamenterê Dîyarbekirê yê bi navê Galip ensarîoğlu: dobroskî!



28.08.2013 19:25 | firat

4. roboskî

navê gundekî

li pişta çîyayên tixûbê nivîskî



26.11.2013 20:06 | felat

5. sÎbe, yanÊ 28.12.2013 dibe tam dÛ sal...



27.12.2013 18:48 | cinorek

6. Hewara dayikan çiya helandin...

Qêrîîna sî û çar dayikan...

sî û çar perçe..



tam 2 sal bû!

Roboskî ji bîra me naçe!



28.12.2013 15:31 | xasê

7. (bnr: birîna dil)



24.09.2014 23:34 | serpale

8. bi îro re, bûye ku hezar û dido roj.



24.09.2014 23:49 | endazyar

9. Bûyereke din a ji wehşetên dewleta tirka ye. 34 hevalên me di carekî de kuştin. Kesên ji bo pariyek nan di bin wê berfê de debara bebeka xwe, birayê xwe, diya xwe, qelenê dergistiya xwe, diyariya xwişka xwe, alîkariyek bo bavê xwe, ketî ser wan rêyan. Bi f16an, bi teyrên hesinî. 34 caran pêl birîna kurdan kirin û birînek din li wan birînên din zêde kirin. Jiyanek qaçax bûbû nesîbê wan ew jî bi destê wan pêk hatibû lê ev jî qebûl nekirin. Heyfa wan xort û zarokan.



28.12.2014 16:46 | xendekî

10. Helbestek li ser vê bûyera reş hatiye nivîsandin. Ji aliyê giregirên helbesta kurdî ve bi navê berfesor. Jixwe ew helbest hemû tiştî radixe meydanê:

(bnr: berfesor)



28.12.2014 16:47 | xendekî

11. gundê ku navê wî yê rast robozike.lê wek roboskî belav bûy e.di van rojên dawî de dibe ku wek meseleya kobanî vs kobanê bibe.



28.12.2014 17:58 | vêca çiyeeee

12. piştÎ vê komkujiyê di bîra min de hew ev dÎmen maye ku dema serokwezîrê hingî yê dewleta tirk teyyîbê sergolik ji bo serdanekÎ hatibû şirnex, lijneyek ji malbatên qurbaniyên vê komkujiyê li ser teşwîqa silhedîn demîrtaş û pkkê çûbûn ligel teyyîb li ser heman sifreyê fitara xwe vekiribûn..

http://goo.gl/MDZkqJ



28.12.2014 18:05 | endazer

13. Ez ewilî bi tundî vê bûyerê şermezar dikim. Sedema vê komkujiyê ne dewlet e, bêdewletbûn e.

Ú wekî dinê

gere mirov navên navçeyên xwe rast bilêv bike û dirust bikar bîne. Ne '' roboskî ye, robozik e ''

Ro+bozik. Ro:robar. Bozik: ev jî rengeke û di rengê nêzî rengê qehweyî ye.

Dema ku ji çiyê de av diherike û li nav robarê dikeve ew ro/robar bi rengê axê yê bozik dikeve ji ber vê mebestê jî ji wî gundî re dibêjin robozik.



29.12.2014 17:06 | pîlerka pîr

14. weka hemû bobelatên din ên kurdan ên ku ji hêla vê dewleta dagirker li ser kurdan qeminîne, bêhesab ma, hemû dirûşmên 'emê tolê hilînin' pûç û vala man, ma em ê çawa û bi çi navî û bi çi şeklî hesabê van yekan bipirsin?

hîç ne pêkan e me tune ye dewletek, xwedî tacek, emê xwe biqerînin û goştê canê xwe bixwin..

me jibîr kir û dilê me jî pûç nebû, ziwa nebû hê jî lêdide, hê jî dide li pey tiştên ehmeqane û serdarên qaraqolê hê jî bi bêrûmetiyên xwe dijîn..



28.02.2015 14:03 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» roboskî

Kategoriyên mijarê:: cand cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî