Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
quran - tirşik
quran
(2) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. pirtuk a pîroz e bisilman lê bawerdikin.. mihemed e kure evdile nivîsandîye.. quran 114 sure u 6666 ayetra pikhatîye..



12.12.2013 02:24 | sîyabend

2. kitêba miqedes.. pirtûka pÎroz ya dÎnî îslamê..

li sala 610ê piştî zayînê, di şeva leyletul qedrê de ji bo rê nîşanî mirovên ku ji rê derketine û rêya xwudê ji bîr kirine bike û wan vegerîne ser rêya rast û durist bi rêya milyaketê bi navê cebraîl ji bal xwudê ve ji bo pêxemberê îslamê, muhemd pêxember hatiye danîn anku niziliye..

li gorî baweriya îslamê, muhemed pêxember, pêxemberê dawîn û quran jî pirtûka dawîn ya ji nav her çar pirtûkên pÎroz e ku li gorî baweriyê ji bal xwudê ve nazil bûne..

pêxemberê îslamê, muhemed pêxember, di sala 610ê mîladî de, ku hingî çil salî bû û hêj pêxemberî jê re nehatibû, ji bo ku bikeve silûk û xilwetê derdikeve serê çiyayê nûr û di şikefta hîrayê de dimîne, şevekî ji şeva meha remezanê, li gorî baweriyê şeva leyletul qedrê, mezintirîn milyaketê xwudê, milyaketê wehyê, cebaîl wehyiya ewil ji bal xwudê ve ji bo muhemed pêxember ji bo ku li mirovên ku ji rê derketine û rêya xwudê ji bîr kirine belav bike tÎne..

ayeta pêşîn ya quranê îqre' yanî bixwîne ye û di nav sureya eleqê de ye.. cebarîl sê caran ser hev vê ayetê diwekilîne, piştî ku muhemed pêxember dibêje ez çi bixwînim van her pênc ayetên li jêr jê re dixwîne..



1- “bixwîne, bi navê Xwudayê ku tu xuliqandî.”



2- “ewî, insan ji çilkek xwîn xuliqand.”



3- “bixwîne, rebbê te xudanê keremeke bêserûber e..”



4- “ku ewî, qelem li qederê gerand.''



5- “û peşkek ji ilmê xwe li insan gerand.''




bi vî awayî, quran di nav bîst û sê salan de ayet bi ayet û sure bi sure bi temamî nazil bû. bi piranî ayet û sureyên quranê li ser pirs an bûyereka civakê nazil dibû.. ayeta dawîn ya quranê ya ku nazil bûye ayeta 281emîn ya sureya beqereyê ye ku tê xwudê wiha dibêje:



''ji roja ku hûn ê bi ser xwudê ve vegerin û bêyî qisûr û kêmasî û bêyî ku ferqiyet û neheqî were kirin herkesê bi ser ya xwe ve/heqê xwe ve bibe, bitirsin.''



12.12.2013 06:00 | endazer

3. pirtûka pîroz e ku ji aliyê Xwedê ve hatiye şandin kesê ku mêjiyê wî/ê bi qasî serê pîvazekî jî hebe dê fêm bike ku kurê kesek nenivisandiye... Kesên ku îdia dikin ku hatiye nivîsîn di emrê xwe de carek jî venekiriye û nexwandiye



01.01.2014 13:22 | ferhenga şikestî


5. pirtûkeke olîye, lê em dikarin jê re bêjin: ji bo misilmanan qur'an, zagona bingehîn e. ji ber ku: (bnr: qur'an zagona bingehîn e)



17.06.2014 15:17 | nazim tolhildan

6. kitêba ku bi ayet ayet bi tîp tîp bi qanûn qanûn ji aliyê xwedê ve ji bo mirovan nezilbûye.



17.06.2014 16:17 | karmatî

7. pirtuka ku "ji 'ezman * " ji bo misilmanan daketîye.. lê piranîya misilmanan nexwîne û jê fahm nake.. heta ez karim bêjim ateîst ji misilmanan zêdetir dixwînin vê pirtûke.. xwedê dawîya me bi xêr bike..



17.06.2014 23:07 | rûbar payîz

8. dema ji aliyê yekî deng û miqam xweş ve bê xwendin, û yê guhê wî li quranê jî eger frekansa rezonansa ruhê wî jê girtibe, kare sond bixwe û bêje ez derketime mîracê..



(bnr: bi meqamê dengbêjiyê xwendina quranê)



18.06.2014 02:52 | endazer

9. Aya hîç gotinek wî çendî xweş û tekûz û watedar heye?

Qey hebê bila nîşan bidin?

Heger nikarin bînin baş bipîvin pê re bipeyivin.

Ku bixwînin û guh bidin û biramînin ev kitêb ne gotinên mirovekî ye. Mirovek nîn e ku gotinên ev çende tekûz û rast bîne ba hev.

Pêxemberman jî mirov bûn. Ji bona ku em ji agirê sor û har bigihîjin felatê kedên li ser zar û zimanan dan. Rêberiya me kirin. Tu mize, berdel jî nexwestin. Zilm û zorî dîtin. Hatin kuştin. Tî û birçî man. Ji welatê xwe hatin derxistin...

Ji bo çi?

Ji bo ku hûn neşewitin di nav agirê de.
Ji bo ku hûn nebin sotemeniyên agirê dojehê.

Wan gotinan binêrin, dikarin kêmasiyek, nerastiyek bibînin?!













25.04.2020 22:37 | rûbar

10. Ji ber ku ev meh meha qur'anê ye divê qur'an bê xwendin.

Gerçî ne pewîst e ku em bêjin lê;
Mirov ewqas jêhatîne ku dikarin bêtêgihîştin jî bixwînin. A rastî xwendin bi têgihîştinê dibe xwendin. Bê têgihîştin bilêvkirin e ewqas.

Bi kurtî û bi kurdî bixwînin.

Çi bixwînin.

Biya min îroj ku yekşem e jî her kes li mal e sûreta furqanê bixwînin.

Ku mirovek hebê sûreta furqanê nexwendibê û bimrê bextreşiyeke mezin e ji bo wî mirovî.

Helbet bo hemî ayetên quranê jî wisa ye.

Biya min îro yan sûreta furqanê ku hiç nexwendî bin bixwînin yan jî çi bikin bikin nemirin. Pêşber we dawiyek gelek nebaş encam bide.

Sûreta furqan li gorî rêza hejmarê 25emîn sûreta quranê ye û bi 77 ayean pêk tê.



26.04.2020 01:41 | rûbar

11. Wekî quranê haqîqetîk hebe
Ez nexwînim kî bixwine?
Wekî quranê mucîze yek hebe
Ez fahm nekim kî fahm bike?

Wekî quranê pirtûkek hebe
Ez nagerim di pirtûkek dinde
Çavemin dilêmde qurane
Hîn tu heqîqetî pirtûkek din digere?



17.08.2020 21:00 | dilreş