1. Sepana (aplikasyon/uygulama) nû ya mode û belavkar e. Bi saya serê vê bernameyê ji her derê û her saet û gavê bi smartphone a xwe meriv dikare weşana zindî bike. Belê weşana zindî. |
|
03.06.2015 00:09 |
diclefirat
|
2. sepanek kêrhatiye ku mirov dikare di rojên ku wê bên de bi vê yekê civînên tirşikê ji bo ku hemû tirşikvan bi awayekî zindî beşdar bibin bi kar bîne. bêguman beriya civîna min û ferhenga şikestî ku ev derketibûya min ê weşana zindî ji tirşikvanan re pêşkêş bikira. bi kurtasî mirov dikare wekî "radyoya bidîmen a zindî" jî bi nav bike. li cihekî bi alîkariya telefonek jîr weşan tê kirin û beşdarvanên din jî bi pirsên xwe yên nivîskî tevlê weşanê dibin. ne tenê civînên tirşikê mirov dikare di rojên pêş de li ser tirşikê bibêje " gelî tirşikvanan ez ê filan rojê li ser hesabê xwe yê perîskopê di derbarê filan tiştî de agahiya bidim" û mirov dikare bi hev re tevlî vê civîna sanal bibe. bi ya min divê em tirşikvan êdî vê yekê jî bi kar bînin. |
|
03.06.2015 00:24 ~00:25 |
ceso
|
3. (bnr: awayê bikaranîna periscope li ser kompûterê) |
|
11.09.2015 12:29 |
dijber
|
4. Sepana ji bo her quzzilqurtî dikare bê kar anîn. Berî çend rojan hate îdia kirin ku yekê tecawizekê weşandiye û paşê jî rakiriye. |
|
11.09.2015 12:39 |
azadixwaz
|
5. di warê medya û ragihandinê de dikare bibe qadeke alternatîf hetta mirov dikare bibêje ku heta radeyeke bûye jî. ruşen çakir û medyascope.tv mînakên gelek baş in. |
|
23.06.2016 17:29 |
diclefirat
|
6. (bnr: medyascope.tv) |
|
23.06.2016 17:29 |
diclefirat
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |