Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ofîs - tirşik
ofîs
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê taxeke, bajarê qedîm, diyarbekirê ye. pirr qerebalixe lê bi qasî qelebalixiya xwe valaye jî. kolana vî taxî ya herî navdar 'kolana hunerê' ye(çi huner çi huner mala min!) lê vê dawiyê navê vê kolanê wek 'kolana cafeyan' hat sererastkirin helbet navê rast jî gere ev nav be ji ber ku her derê vê kolanê kafe-qahwexane ne ev nav pêtir lê tê.



05.12.2013 13:40 | mîrêhekarya

2. navê taxeke amedê ye navdartirîn taxê ya amedê ye carinan ez jî di nav vê taxê ve dibuhurim hîseke ecêb min dipêçe digel ku 15 sal li ofîsê jiyam jî dîsa xwe di wir de biyanî hîs dikim ez bawer im ne tenê ez hemû amediyan wisa difikirin ji ber ku gava bajariyên amedê dikevin ofîsê dibên qey li vir kolana îstîklalê ye û tevger jî divê piçikek nûjen be nûjeniyeke bêwate û vala keçên ku di ofîsê de digerin nîvtazî ne û lawên beredayî jî heta nîvê şevê ku devê wan bigilêz temaşeyê qîzan dikin bi taybetî jî di ber " îş bankasi " tijî sût û lêçan in..gava ku çalakiyeke hebe û protestoya girtina dikanan hebe qet ofîs gûhê xwe jî nade..jixwe ez qet qala kolana hunerê nekim divê navê wê bibûya " kolana okey û populîzmê " carinan mariv neçar dimîne ku here ji ber ku ji xeynî wê derê hevalên me yên keçik nikarin rûnin mariv jî mecbur dimîne diçe û heta ku mariv ji wir rabe dîn û har dibe ez dikarim bibêjim ku ji ber ku neçim li wir qet halê hevalên xwe yên keç napirsim yan jî dibêjim ger ku hûn werin roj cafeyê emê hevudu bibînin. .pirri caran dibêjim baş e ku avm hatine çêkirin ji destê esnafên ofîsê ve el-eman! niha qet têkildar nabim bi wan re hemd û sena ji te ya reb.



05.12.2013 18:56 | ferhenga şikestî

3. zêde kes pê nizane lê vê semtê navê xwe ji avahiya tmo yanî tarım mahsullaeri ofisi bi wateya xwe ya kurdî û kurmancî ofîsa berhemên çandiniyê distîne anku standiye..

semta ku min dil heye rojekî analîzeke dûrûdirêj li ser sosyolojiya mirovên li vir dijîn bikim..



05.12.2013 20:08 | endazer

4. sEMTA AMEDÊ A KÛ ESNAFÊN WÊ BI ÇAVÊ '' KA EZ ÇAWA BIKIM VÎ INSANÊ BIXAPÎNIN Û ZÊDETIR PEREYAN JÊ VEKIM '' DINÊRÊ YE...



05.12.2013 21:09 | nan û av

5. semta ku carekî di heqê wê de di tolaz.orgê de xebereke wiha derketibû û min ji kena zik û pişt kiribû.



"Mecidiyeköy'de verdiği "ofisboy aranıyor" ilanına sadece amedlilerin başvurduğu işveren durumu anlamaya çalışıyor"



05.12.2013 21:26 | ceso

6. "jiyan li ber êvaran, li ofîsê meqnetûs e" r. Jiyan



06.12.2013 20:37 | hemdilaarda

7. semta amedê a herî qerebalix e .

lê bi rastî jî reng û taybetiyên amedê nahewîne. yanê mirov dema li ofîsê bigere, pergî tiştên ku li mirov bide fêm kirin ku li kurdistanê ye, tune ye . belkî wê hin kes bêjin ma te çi hêvî dikir te çi dixwest tu bibînî.

çi zanim, keçên li vî taxî digerin ji keçên li edenê ne cuda ne . lawên vî taxî jî dîsa wek bajarekî tirkan e (tenê hinek zêdetir diz û psîkopat tê de hene) * taybetmendiyek karakterîstîk tune ye yanê .

tu bêjî navê firoşgehan bi kurdî ye ? na wele %90 bi tirkî ye an jî biyanî ye.

tu bêjî li vî taxî esnaf bi kurdî diaxive ? na wele ew jî tune.

tu bêjî dema gerîlla şehîd bikevîn ev tax dikanên xwe digire, çalakiyan dike ? na, mixabin.

nexwe çi ferka ofîsê û enqereyê ma ?

hema bêje, di nava bajarê ku paytaxta kurdistanê ye de, bajarek ji kurdistanê re biyanî ye ofîs ..



10.12.2013 00:03 | brusk56

8. navê taxa ku kolana hûnerê ku wê bê rakirin lê ye.

bi min divê ev tax bi tevahî ji trafÎkê re bê girtin. vaye çend sal e behsa tiştek wisa dikin lê çênebû.

ger erebe tunebana wê ew tax bûbûya derekî gelek xweşik.

ji xwe di projeya tramvayê de, tramvay ji şahrêya ekincilerê derbas dibe û ev şahrê ji trafîka erebeyan re tê girtin. gerçî xwedê zane piştî çend salan wê pêk were.

kero nemira bihar tê ..



27.11.2014 13:17 | brusk56

9. (bnr: mâlofîs)



27.11.2014 14:08 | hûteheftserî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ofîs

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî