1. fîlma vê taliyê ya lars von trier e.. bi qasê ku ji navê xwe jî diyar e fîlmeke zêde sansasyonel e.. di sala 2013an de li danîmarkayê ketiye di vîzyonê de îsal yanî di sala 2014an de wê li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî hatibûya nîşandan lê lijneyekî ku navê wê nizanim hate qedexekirin.. fîlm ji du beşan pêk tê.. di fîlmê de aktrîst û aktorên meşhûr yên wekî charlotte gainsbourg, stellan skarsgård, stacy martin, martin solibakke, shia labeouf, jamie bell, christian slater û connie nielsen dileyîzin, uma thurman jî bi qasê ku min ji hirde û wêde xwendiye di beşeke biçûk ya fîlmê de cih digire.. imdbyê cure û çeşnê fîlmê wek drama amaje pê kiriye -mala xwudê ava ku min ev mîrata amajepêkirinê jî di nav hevokekî de bi kar anî- fîlma ewil 7,4 û ya didoyê jî 7.1 puan standiye ji bikarhênerên malpera imdbyê.. |
|
11.04.2014 21:57 |
endazer
|
2. jinên ku libidoya wan her wextî zêde bilind in |
|
22.04.2014 03:31 |
kevçiyê dil
|
3. min dARÎ BEŞA EWil ya fîlmê kir, û min tu gû jê fêhm nekir.. |
|
22.04.2014 03:40 |
endazer
|
4. (bnr: spoiler nede heval) |
|
22.04.2014 03:43 |
kevçiyê dil
|
5. min jî beşa yekem temaşe kir lê pênasa fîlmê û naveroka fîlmê wek dojeh û bihuştê ji hev dûr in. qaşo jinik ji zarotiya heya mezinî ji seksê têr nabe lê tu amare û diyarde ji wê jinikê xuya nedibû ku mariv bêje rast e tiştekî wisa heye. beravajiya wê yekê ji têrkirina mêran têr nabe:-) tu aforîzma û metafor û gotinên pêşiyan û niza çi quzulqurt jî tunebû. yanî mebest çi bû? "birêz canik û camêran! me fîlmê kutanê çêkiriye lê di piyasayê de gelek fîlmên pornoyê hene lewma eger em navekî otantîk û felsefîk, pênaseke balkêş û seyr hilnebijêrin kes nayê vê fîlmê temaşe nake lewma me xwest ku ji naverokê bêtir hûn bala xwe bidin nav û pênasa fîlmê, werin temaşe bikin. piştî ku we tameşe kirin êdî hûn dikarin dijmînê me bidin û bêjin bê ka ji bo vê bû ku min dema xwe ya hêja qedant?" |
|
22.04.2014 15:03 |
ferhenga şikestî
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |