1. bajarê ku ji erotîzma cin û însên çêbûye... |
|
26.08.2013 17:07 |
devliken kelogiri
|
2. yanî ku niha mirov derbasî mêrdîn bibin wê nîvê bajêr xuya be û nîvê din na. |
|
26.08.2013 21:16 |
rêdûrkobanî
|
3. bajarê kurdistanê ku bi nivîskarên xwe yên kurdînivîs meşhûr e.. hetta dikarim bêjim ku ji çar behran sê behrê nivîsarên kurd ji mêrdînê ne û ji wan nivîskarên mêrdînî jî ji çar behran sê behr qoserî ne.. wekê din bi qasê ku ez li amedê dibînin û liqayî têm hema bêje hemû ciwanên di nav xwe de bi kurmancÎ diaxivin jî mêrdînî ne.. vê dawiyê nivîskar û lêkolînera kurd kejê bêmal li ser malbateka mêrdînî ku ji ber ku bi zimanê kurdî li mekteban perwerdehî nayê dayîn zarokên xwe rênekirine mektebê dosyeyek bi navê diline aşık çocuklar yanî zarokên ku dil dayîn zimanê xwe amade kiribÛ û di rojnameya evrensel û di gelek rojnameyên din û malperên înternetî de dabû ber weşanê.. |
|
08.09.2013 16:44 |
endazer
|
4. payîtexta lat û kevir a, ji kevira yek nikarê bimeşê. go hûn li mêrdînê bigerin wexta êvarî hûn çûn malê hûn ji ber nigê xwe îdare nakin. ay û hey ay! |
|
06.03.2014 12:41 |
mamostanısebin
|
5. bajareke ku teNê jê re dikarim bêjim çîrokî ye. |
|
21.03.2014 19:37 |
nazim tolhildan
|
6. bajarê me yê zêrîn, muzeya servekirî, her wiha mêrga lêkolînêr û nîvîskarên kurd e. |
|
05.11.2014 18:34 |
diclefirat
|
7. bajarê ku hejmara gelheya navenda wî li dor 90 hezaran e. lê dema mirov diçe lê digere dibêje qey gelek ji 100 hezaran zêdetir e. piştî zaningeha artukluyê lê vebû, bajar di aliyê çandî de xwe bi pêş xistiye. cafeyên xweşik ên ku tê de xwerû pirtûkên kurdî tê firotin vebûye. |
|
22.11.2014 01:19 |
brusk56
|
8. bajarê ku di her demsala zivistanê de ji ber mijê tu nikarî pênç gav pêşiya xwe bibînî, hama bêje her rojên zivistanê bi vê ecêbiyê dibuhure, mariv di vê demsalê de tahm û çêjek ji vî bajarî nagire.. |
|
03.01.2015 21:34 |
ferhenga şikestî
|
10. ger cîh û warek gotina navdar ya osman baydemir ya "bajarê qedîm" heq kiribe, bêguman ew mêrdîn e. min cara ewil berî heftiyekê mêrdînê dît, li her derê wê negeriyam lê du rojan di nav kuçeyên wê yên teng û çend mizgeft û dêran geriyam. ji ber ku jixwe her derê bajêr dîrok e, min pêdivî pê nedît ku yek bi yek cihên ku di rêberên geran de dinivîsin bibînim û bigerim. |
|
03.08.2015 18:27 ~18:27 |
simurg56
|
11. bi fikra min bajarekî ne ewqas xweş xweş e. |
|
24.10.2017 12:51 |
bûtîmar
|
12. Bajarê ku polîtîkaya asîmîlasyon li ser kurdên wan zêde tesîr nekirîye. Vî warî de em mêrdîn û bajarên kurdên din bidin berhev, Mêrdîn ser dikeve. Yan jî min wisa dît. Xort û ciwanên wan di navbera xwe Kurdî diaxifin. Zarok jî zimanê xwe fêr dibin. Li navenda Amedê mixabin di nav 500 zarokê de belkî yekê wan zimanê xwe dizanibe, wisa dibînim. |
|
28.11.2019 10:24 ~11:09 |
kajav
|
13. Li jMêrdîna kevn ez şevekî mam li mala hevalê xwe. Şeva wê xweş, siba wê jê xweştir. Li jorê te asîmanek berfireh û jêrê te deştek bê binî. Û sibehê bi dengê baranê rabî ku di fonê de Mohsen Namjoo û di nav du lêvan de camelek hebe dilê mirov ji kula wê har bibe. Bajarek efsûnîye ji bo min û dîrokî. Kuçeyê teng , derbejêr û derbejor mirov çiqwas biwestîne jî kêfxweşîya dil tew xem nake. Û dikanê çerezfiroşan her tim behîvên şêrîn an jî qehweya pêşkêşî mirovan dike gelek xweşa min diçe ev. Lê jêre wê bajarek ji rêzê ye tiştek wê tune ye. |
|
28.11.2019 13:44 ~15:41 |
rizgarm
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |