Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mihemedo - tirşik
mihemedo
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji xweştirîn helbesta arjen arî û beste û strana koma dengê azadî û mehmet atlı ye.. şair di kesayeta gerîllayeke bi navê mihemedo de avêtiye ser hemû qurbaniyên riya azadiyê ev helbesta xwe.. her ku berf tê ev stran tê bîra min, kirasek berf im, li vê zivistanê.. helbest di dîwana ramûsan min veşartin li gelîyekî de cih digire..



''kirasek berf im vê zivistanê

kûr-kûr dibarim li Dara Hênê

ewro vebe l'me, ezmano vebe

egîdek birîndar e li vê da hanê!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê pêsîra Pasûrê

qeşa girtiye, ba lê dizûrê

şivano! bişdîne têla tembûrê

Mihmedo bêje li wê da hanê



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê dûr e ji wê de

vê de Gebar e ji min û Xwedê de...

Herakol e vir, wirtir Cudî ye

şivano, derbê cihê xwe diye!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê qeraxa Mûnzir e

Dêrsim şahid e ku doz nemir e

xwîna herikî j'bîra kê dire...

Mihemedo bêje vê zivistanê



Mi

hee

mee

dooo!



Mihemedo egîdek bênav e

ijde salî de xortek berzave

bistire, Zozan bike serhawe

qaqebxo divê, lo law me dijmin diye!''



16.02.2014 22:27 | endazer

2. straneke zêde zêde xweş ya koma dengê azadî ye. berî 10 salan jî zêdetir dema min li vê stranê û li stranên din yên albûma fedî guhdar kiribû, gelek şaşwaz bûbûm. ji ber ku min heta wê rojê stranên kurdî yên evqas nûjen û xweş guhdar nekiribû.



ev stran jî yek ji xweştirîn stranên vê albûmê bû.



17.02.2014 22:32 | simurg56

3. stranake mehmet atlı ye.



http://tinyurl.com/kbkwboc



09.05.2014 13:40 | xwelî li ser

4. strana ku ez maneya peyveke wê " qaqebxo " nizanim çi ye?



26.08.2014 13:45 | berxweda

5. (bnr: mihê) & (bnr: miho)



26.08.2014 21:50 | xendekî

6. hewalno mın strana "mihemedo" vergerand tirki..terfcüma vi ji wera peşkeş dikim.



heke xelefi u şaşiya mın hebe min biborinin



MİHEMEDO-TÜRKÇE ÇEVİRİSİ



Bu kara kışta

Gençte(Dara héné)

Hafif hafif yagan,

Yeri kapalayan karım.

Ey Bulutlar dağılın ,

Ey gökler açılın

Bir yigit yaralı

Burdan öteye,



Mihemedooo



Burdan ötesi

Kulpun(Pasur) kalbidir,

Buz tutmuş tepesi

Rüzgarlar uluyor

Ey çoban ;

Al eline sazını

Bize

“Mihemedoyu”

Söyle

……



Mihemedooo

Loy loy loy

De loy loy loy loy

De lo lo Mihemedo kardeş

Ey ana, Mihemedin

Heybeti endamı

Dagların tepesinin nişanıdır

Bu Romiler (Türklerin) evine ateş düşsün

Mihemedin bedenine

Darbe vurdular

Bu vahşiler

De loy loy loy

De loy loy Mihemed kardeş

Aşiretin göz bebegi

Mihemedim

Düşmanın kara kabusu

Mihemed kardeş..

…….

Burası,

Ordan ötedir

Burası Gabardır

Allah bilir ki

Herekoldur şurası

Ötesi Cudidir

Ey çoban,

Kurşun yerini buldu

Mihemedo

Burdan ötesi

Munzurun kıyısıdır

Dersim şahittir ki

Dava ölümsüzdür,

Akan kanı

Kim unutabilir ki

Anlat Mihemedoyu

Bu Kış gününde.



Mihemedo



Mihemedo

İsimsiz bir kahramandır,

Henüz On sekizinde

Damatlık arefesindedir..

Yaylayı damatlık

Makamı eyle

Heyhat ,

Düşmana rastladık..



Mamoste arjinin şiirini elimden geldikçe tercüme etmeye çalıştım..





09.01.2015 00:03 | tirşikçi

7. bi îzna arjenê mezin:
ewro venebe l'me, ezmano venebe
egîdek miriye e li wê da hanê!



10.04.2020 23:50 | giyanstêr

8. Straneke koma dengê azadî ye. Bes întroya stranê têra xwe hêjayê bi dehan pesn û vesfa ne. Hunermend gellek caran hewl didin ku helbestên navdar û çê bi mûzîka xwe ve li hev bînin lê kêm ji wan dikarin beste û gotinan wek kirasekî li gor bedenekî hatî dirûtin di bayê hev de çêkin, ahengekî bi hev re daynin.
Li ber dilê min "Mihemedo" yek ji wan stranan e ku mûzîk, deng, gotin tev bi hev re xweşhal in, li hev in. Û ev rêzikên ji stranê çi xweş in:
"Ewro vebe l' me, ezmano vebe."
"Xwîna herikî ji bîra kê diçe?"




24.07.2020 19:00 ~19:05 | xeyda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mihemedo

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî