Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
meşîn - tirşik
meşîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lêkerek e û ji zimanê erebî ketiye kurdî.:/

yaw ev pêşiyên me di pêşerojê de çi kirine ku hewceyî vê peyva ji rêzê bûne. belkî jî kurd marsî bûne û li wir ditûriskiyan û meş çî ye nizanbûn lewma ji cîranên xwe yên cîhanî stendine.



19.10.2022 21:33 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: bi rê de çûn)

li cem me bi rastî lêkera meşînê nayê bikaranîn. bi standardkirina kurdiya xwe ez hînê vê peyvê bûm.*



19.10.2022 22:09 ~22:09 | xelîl

3. (bnr: gerîn), (bnr: çûn)
Hereiha li herêma me meşîn/meşandin seba xemilîn te bikar anîn.
"Xwe meşandiye û çûye dawetê" (süslenmiş düğüne gitmiş)



20.10.2022 04:45 | cinorek

4. Nizanim gava Kurdî standard dikirin çima peyvên xwecihî ne xistin di nav standardê de li ba me peyva meşiyan tuneye, em dibêjin rêveçon( rêveçûn) bi ya min ev gelek guncav e. Yanî bi tundî dijberê bikaranîna peyvên biyanî nîn im lê qe nebe divê li gel peyvên biyanî peyvên resen jî bên bikaranîn. Gava diçim li ferhengan dinêrim koka peyvan dibînim moralê min xerab dibe û taybetî jî ji bo peyvên erebî bê keyf dibim jixwe mêrikan bi çanda xwe pişta çanda me şikênandine ma çi hewceye em jî di vê dema nûjen da bêyî ku sedem hebe vê pêvajoya bişivînê bidomînin.! Wê rojê jî min yek dît li ser tiwîtterê alfabeya tîpên aramî anî bû digot alfabeya me eve û bi serhişkî israr dikir digot divê em vê bikarbînin. Yanî çi bêjim êdî nayê hişê min. "Çêlek mirar bûye pisîkê gotiye ka para min li ku ye?" Mewzûya me jî eve.



21.10.2022 21:37 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» meşîn

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî