Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
memûrî - tirşik
memûrî
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. (bnr: memûr)
pîşeya kesên ku karê dewletê dikin.
ji bo pîşeya ku kesên di saziyeke dewletê de ji bo birêveçûna karên dewletê li gorî seatên mesaîyê dixebitin...



03.05.2017 10:54 ~11:29 | ferhenga şikestî

2. vê mehê sê salên min qediyan, sê salên min ên ciwaniyê di ber memûriya dewletê de çem û çem çûn, ji xeynî hin tecrûbeyên jiyanê û du-sê qirûş pereyan min tu tiştekî bi xêr ji vî karî nedît.

gava ji derve xuya dike wek karekî pirr xweş tête dîtin, nexasim li kurdistanê ji ber rewşa aboriyê ya kurdan wexta tu memûr bî wek ku mîna mîr û began jiyabî nêzî te dibin, bi qasî ku ji neyarê xwe nefret bikin ji te nefretê dikin.

wek ku monotonbûna jiyan û karê te ne bes be îja bi ser de jî rûbirûyî zikreşî, çavnebarî û hesudiya xelkê dibî.
li tirkiyê xelk memûriyê ji fîlmên yeşilçamê hîn bûne, te dît di wan fîlman de karekterên memûr bi pirranî rûşwetê dixwin, naxebitin, dekûdolaban dikin, xelkê piçûk dibînin ango xwe elît dihesibînin, ji şefên xwe re şellafiyê dikin hwd... wexta filmên dewletekê fêhmeke wilo seqil û ji rastiyê dûr empozeyî xelkê bike helbet xelk jî dê bêje qey ewana giş rast in. hûn dizanin ku di wan deman de karekterên xirab ên fîlman di derve de pirrî caran ji xelkê derb dixwarin ji ber rola xwe, xelk digot qey bi rastî jî ew şexsiyet yekî xirab e, îja fêhm û feraseta xelkê wilo teng be hûnê çi jê hêvî bikin...

min wexta romana sabahattin alî ya kürk mantolu madonna xwendibû ez hê di zankoyê de xwendekar bûm, di vê romanê de jî qala jiyaneke monoton û mişt poşmanî ya memûrekî dihat kirin, wê gavê di bin tesîra romanê de mabûm, ji ber ku wî çaxî ez jî berendamê memûriyê bûm û aliyê edebî ya jiyaneke memûrekî tesîreke giran di keseyeta min de çêkiribû, ne sedî sed be jî jiyana raîf efendî û memûrên dî dişibin hevudu.
wexta ez xwendekar bûm gelek îdealîst bûm, nexasim di warê perwerdeyê de lê piştî sê salên di ber monotonîyê de min hemî îdealên xwe di ber agirekî poşmaniyê de şewitandin.

pereyên ku memûrên vê dewletê qezenç dikin ya rastî du sê qirûş in, helbet ne aligîr bî û pişta te ne xurt be, ji ber ku karibî payeya xwe bilindtir bikî pêdivî bi baskên hêzdar ên dewletê heye, heke na, divê çil salên monoton û mirî ji kîsê jiyana xwe derînî.

ya ku bêtir zora min dibe nêrîna gel e, nêrîneke gelek xirab e, her kî silavek dabe qala xweşbûna memûriyê dike, ewqas di nava jiyaneke xirbe de ne dilê xwe dibijînin memûran, ez silavê kê bigirim sê xulek paşê pirsa mehîniya min dike û tavilê rûyê xwe tirş dike û beriya ku ez peyvê bi dawî bikim qala zorbûna jiyana xwe û îdarenekirina debara xwe dike, weku bêje jiyana te super e qet dengê xwe neke! êdî pirr eciz bûme, ne mecbûr bim sê roj jî nasekinim lê feqîrî dijwar e roza...
her roj bi dehan kesan re muhatap dibî, derdê wan guhdar dikî û çi ji destê te were dikî lê carûbaran têrê nake, daxwaza ku ne heddê te ye pêk bînî ji te dikin dawiya dawî lê dinêrî ku nikarî kesî razî û kêfxweş bikî. wek ku kaprîsên xelkê ne bes be îja bi ser de jî kaprîsên mudur û şefên saziyê yên bi saya desthilatdariyê hatine payeyekê dikşînî.
ez bawer im ya herî zor jî ev e, di wexta zankoyê de tu qet tenezûl nakî silavekî xwudê bidî wan keseyetan lê di dema xebatê de yên bi saya xal û xalanên bûnê tiştekî, mecbûr dimînî xatirekî bidî wan kesan jî..

axirî pêşniyaza min ev e ji bo kesên ciwanên hê xwendekar in, heta ku birçî nemînin memûr nebin, mîna min nekin di navabera saetên 08:00-16:00'an de sêyra poşmaniya xwe nekin, ji ber ku çil sal ne hindik e û em bi tenê carekê têne dinyayê.



03.05.2017 11:21 ~11:26 | ferhenga şikestî

3. (bnr: memûrtî)

Ferhenga şikestî rewş safî û zelal kiriye, destxweş ezbenî. Wekî dî, ka ez jî hinekî bi serve bikim û bêjim :

Rewşa go ez 5 mehan têde mam û peyre jê îstîfa kirî ye. Jiyaneke monoton û virt û vala pêşkeşî mirov dike. Yê go piçek îmkan hebê bila qenciyekê jxwe re bike û xwe nekê nav vê jiyanê de. Tembeltî û yalakalik ( kurdiya vê çiye gelo?)e.

Carinan Meriv dikevê bin emrê mirovên bikêrî 5 qurûşan nayên de. Egoya xwe bi yekî xwedî dikin.

Di memûrtiyê de Jêhatîtî û şehrezatî ne lazim e, hetta talûke ye carinan. Heke tu karekî baş bikî û ev kar lazim be jî, go ne bi emrê amîr be xwe jpirsgirêkekê û belayekê re amade bike îda.. Divê tu ji bin emr dernekevî û kinc û por û rih bi dilê amîr be. Tiştekî dî ne lazim e. Aqil û jêhatîtî, bîreweriya stratejîk ne lazim e. Stratejîya mezin ev e : (bnr: itaat et kurtul) .

Memûrtiya min dîtî wisa bû. Dibe ku li deverne dî cuda be, baştir be. Û karê teybetî çawa ye, çêtir e an jî xirabtir e, dîse nizanim . Lê memûrtî nexweş bû!



20.12.2017 05:33 ~05:43 | gumgumok

5. (bnr: memûrtî)



20.12.2017 05:39 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» memûrî

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî