Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
lotikxane - tirşik
lotikxane
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bar, dîsko, cih û mekanên ku xelk li gorî kêfa dilê xwe li ber mûzîkê direqisin û alkol û ereqê vedixwin, cihê ku xelk tê de lotik û zîtikan davêjin..



29.06.2013 03:21 | endazer

2. malpereka kurdî ya nûçeyan ya mîzahî.. malperek xwerû bi kurdî û kurmancî ye û bi zimaneke îronîk û mîzahî rûdan û bûyerên li kurdistan û li cîhanê diqewimin radigihînin..



29.06.2013 03:23 | endazer

3. http://www.lotikxane.com/



29.06.2013 11:51 | endazer

4. zaytunga kurdan e ku bi qasê tê bîra min berî zaytungê vebûbû.



29.06.2013 11:59 | simurg56

5. Wargeha lotikên kurdî û kurdewarî...

Bê lotik jîyan nabe!



09.08.2013 14:50 | devliken kelogiri

6. Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! taybetî beşa magazin û karikatur balé dikşîne.

http://www.lotikxane.com/kategori/karikatur/



09.08.2013 14:53 | gabarî

7. ew malpera ku kurdiya bav û kalê mê bikar tîne, lewra em Kurd bê sansur diaxifin, wek mînak: ker di q.... te n... =))

be lotikxane jiyan nabe!



12.08.2013 16:15 | mîrzal

8. Xwendina bi Kurdî, bi vê malperê li ber çavên min şîrîn bûn *



15.09.2013 12:02 | tolazek

9. her lotik li vir têne avêtin, ji siyasî bigrin heta bi pornografîk. ê min ez ji xwendina peyamên mêvanan hez dikim. bavo wey bavo! ê ku nizanîbin wê bêjin kurdd hemû tolazin.



15.09.2013 16:32 | hemdilaarda

10. bi taybetî nivîsên devliken kelogiri pêşniyaz dikim,hem şehwanî(bnr:pexemberê şehwetê) hem jî safîtî û paqijîya evînê dide ber çavan (bnr;hêza eşqê)



08.11.2013 23:17 | nunê

11. peyvên wek tira kerê dikin û nav lê kirine pêkenî û mizah.



02.01.2014 14:52 | biruya hayao miyazaki

12. malpera ku niha mirov nikare veke. hêvî dikim ku neyê girtin.



16.01.2014 20:52 | oxir

13. Bi ya min ên dixwazin kurdî hîn bin, bila kerem bikin pîçek li wê website'i binêrin. çimkî herî zêde gava meriv dikene tiştekî hîn dibe û dikeve hişê wî/ê. yanê wek dibêjin fun + learning process



26.02.2014 04:12 | wiha wilo wisa

14. gava ez li ser înternetê li peyvan digerriyam, google'ê berê min bi pirranî dida ser sê malperan; bîrnebûn, bloga zinarê xamo û lotikxane. ew jî ji ber ku ew kurdiyeka pirr hêsan, pirr şirîn bi kar tînin e. di van dawiyan de ez zêde ser lê naxim, lê heqqet jî kesî ku dixwaze bi xwendina kurdî bielime dikare ji wê malperê dest pê bike.



08.01.2015 22:47 | fethî ronî

15. malpera ku gelek ji dil in.û hema bêje çi bête aqlê wan bêşerm û bêfedî dinivîsin.ew bila her bijîn



09.01.2015 01:56 | vêca çiyeeee

16. dîzaynê xwe biguherîne ji niha baştir bike û li medyaya civakî de hinek jî zêdetir aktîf be, dikare populerîte xwe zêde bike.



bi kurdiyekî germik û nermik dinivîsin. zimanê rojname û kovaran gelekî peyvên çêkirî bikartînin giran Û cidî ne, lê belê zimanê lotikê dişibe ya xalê min ê evdobekir.



09.01.2015 18:45 | mîr

17. ji zû de ye ez neketibûmê, gava dî dema min navê wê di tirşikê de dît min go ka ez binêrim, min dît nivîseka mahabad felat arda ya di amidakurdê de derçûyî ku tu eleqeya nivîsê bi konsepta lotikxaneyê re nîne, danîne di malperê de.. tişta min fêhmkirî ji ber ku nivîs û nûçeyên nû bi dest wan neketine asta malperê anîne heta asta mahabad felat arda.. *




18. Malpereke ku hin birader bi bernav û sernavê ecêb li gora dilê xwe dinivîsin. Ne pir, piçekî dişibe tenbelheyven a tirkan.



10.01.2015 04:03 | seydayê_peyvan

19. Malpereke pêwîst ji bo kurdî ye ku kurdî bi temamî û berbilavtir li ser internetê bê kar anîn lê weke malperên din ên qerfî û kurdî ne serkeftî ne loma jî pêwîstî hê jî didome.



10.01.2015 15:19 | azadixwaz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» lotikxane.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî