1. paketeke bernameyên ofîsê ye. yanî raqîbê microsoft officeê ye. ferqa wê ew e ku bêpere ye û bi çavkaniya azad e. eslê xwe de berdewama projeya openofficeê ye. piştî ku openoffice ji aliyê şîrketek ve hat kirîn û çavkaniya wê hate girtin, projeya libreoffice derket holê. |
|
03.05.2014 15:43 |
simurg56
|
2. me hewceyî tiştek din nake. mala çavkaniya azad ava be. |
|
03.05.2014 22:58 |
dara berrûyê
|
3. êdî bi kurdî piştgiriya rastnivîsê dike, ji aliyê erdal ronahî ve pêk hatiye. |
|
14.05.2021 13:56 |
merwano
|
4. min salan li ser sermaseya kombersa xwe bi kar anî. lê belê piştre wps office kete ber min û min dît ku derdê libreofficeê nayê kişandin hingî giran e û bi ya dîzayna wpsê pir-pir-pir tevlihevtir e heta ku tê bêjî dixwazin bibin dijminê bikarhênerên malî. di esasê de ez alîgirê çavkaniyên azad im. û ji ber ku navrûya wê kurdî bû, min dixwest dewam bikim. lê îja kurdiya wê jî nîvco ye... taliyê sivikbûna bernameyekê jî sebebekê muhîm e. libreoffice heta vedibe dilê mirov reş dibe. hêviya min ew e ku mîna reqîbên xwe bibin xweş, sivik û hogira bikarhênerên malî. |
|
14.05.2021 14:18 ~14:25 |
biruya hayao miyazaki
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |