Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kanî - tirşik
kanî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cihê av jê tê.



05.06.2014 22:12 | ciwanpiroz

2. tişta ku herî zêde li çîyayê kurdistanê hene û pir bi qîmetin. cîhê ku koçber konê xwe datînin, divê nêzîkî kanîyê be û bi vî avayî koçberan û ajalên koçberan bikaribin bi rihetî av a xwe vexwin.



06.06.2014 12:24 | nazim tolhildan

3. jêderka avê ye, di navenda gundên ku ev pergala dêqehb neketiye de hê jî hene

li gundê me jî heye ava wê gelek sar e û tim diherike, diherike û diçe, me bi axê bendeke piçûk saz kiriye û pê wê jî em bax û bostanên xwe av didin..



navê fon-mûzîkekê yê diljen ronî ye.. camêr ji fîlma kûsî jî difirin çend dîmenên ku dilê marivî diperitînin hilbijartiye û kiriye klîbeke ku sedema depresyonê ye

bi godarîkirina vê mûzikê bextreşiya kurdan bi bîr tê, wek helbestkarekî bêbext û tazî gotibû; îllam em biçin cem kê, biçin cem kê? xencera celadet bi dest me neket. em bi xençerên birayên xwe yên gur di nava xwînê de man.. ku welat em ji te biqewirin, biçin cem kê? hi?

bo min nostaljîyek e hevaleke min a wenda gelek hej jê dikir me ligel hev godarî dikir û me digot qey em ê siberoja zaroyên vê axê ronî bikin, em şewitîn lê te dît, sarmaya zivistanê dijwar bû em bi tenê bi xweliyên xwe man..







06.03.2015 21:38 | ferhenga şikestî

4. Hunermendeka kurd e, ji başûr e. Min ewil di bernameya kurd îdol de dîtibû. Xanimek xweşik lihev hatiye. Zêde agahiya min jê nîne lê deng û muzikaletaya wê li astek bilind e. Gelek kêfa min pê re hat, sibêha xwedê ve li ser deng û sewta wê şêt û sergerdan bûme.

Hela li vê muzîkê:




Û li min û vê dengê rojhilatî:




Êdî ev versiyona herî ezîz e li ber dilê min:




30.07.2022 22:57 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kanîsark

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî