Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kaka - tirşik
kaka
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi soranî; kek, birêz, ezbenî.. dema tu bi yekî re diştexilî çi nas çi biyanî şûna navê wî hildî tu dikarî jê re bêjî kaka.. an tu dikarî wekê nasnavekî peyva kak bînî pêşiya navê hevalê xwe, wek; kak rêbiwar, kak newzad..



16.09.2015 19:21 | endazer

2. Futbolvanê brazilî.
Navê xwe yê direj weke Ricardo Izecson dos Santos Leite e.
Dema li milanê bû xweş dilist.



19.12.2017 14:31 | cinorek

3. wexta li ac mîlanê dilîst ligel andriy shevchenkoyî îmana defensa tîmÊn li hembêr difelişand.
li mîlanê xweş dilîst lê piştî ku çû real madrîdê performansa wî ket û aniha jî li amerîkayê di tîma orlando cityê de dilîze. do li ser hesabê xwe yê twîtê ragihandiye ku êdî dev ji futbolê berde.
di sala 2002an de bi tîma mîllî ya brezîlyayê kupaya cîhanê ya futbolê bi dest xistibû.



19.12.2017 15:16 ~15:37 | ferhenga şikestî

4. efxan ji bo ap, mam dibêjin kaka (کاکا). û faris jî wek kurdan ji bo qedirdayinê dibêjin kaka. biwêjeke wan a meşhur heye: hesab hesab e kaka berader (حساب حسابه كاكا برادر) ango di wateya kar li aliyekî hevaltî li aliyekî de.

lêbelê ya seyr berê li îranê ji bo xulamên reşik peyva kakasiyah (کاکاسیاه) bi kar anîne û ev peyv îro beramberî heqereta nigger tê pejirandin.



12.05.2022 08:02 ~08:08 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kakazkî qesey kerdene

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî