Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
janya - tirşik
janya
(3) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbest û pirtûkeka helbestan ya helbestvanê kurd rênas jiyanî ye.. di nav helbestên nûjen yên kurmancî de bawer nakim ku tu helbest ev qas di rewacê de mabe û ji aliyê xwendekarên xwe ve hatibe jê hezkirin.. piştî ku pirtûka bi vî navî çap bû li gelek bajarên kurdistanê bi vî navî cafe û restaûrant û pirtûkfiroş vebûn..



' xwedê û wext xelet hatiye xitimkirin

naqosên dêran kerr...

minare kin

doktrînên dekolte lixwekirî evdal... sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne... barûyên ji evînên nukleerî, di serdebên ku ji krîstalên rokoko hatibûn kemilandin qîtik-qîtikî bûne... ji xewnên bêxwedî xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bike



(ji qewmê pezkoviyan re xew heram e)



peykerekî antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere... li ezmanê hundirê min qaqlîbaz firrînên kamîkazeyî li dar dixin... kovanên genimî li ber aşên êşan kêliyekê jî aş nabin, aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin... ji alfabêtan tîpek kêm dibe gava ku dimirim... weeeey waweylê janya kezeba min dike di devê min re derkeve ji qahra!...



çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan çirûskeke serzer peya nebû li peravên hestên min ên hestî û çermmayî... pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, ez venexwendim cemeata xwe... ferîşteyeke fahîşe sing venekir... maran jî ji kom û refên xwe ez aferoz dikirim... bi qasî yezdanekî bêqûl tenê dimam... mezhebên şêx û mirîdên wê ez, min diafirandin di çarmixan de, min her çavê xwe li destmalka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand... bi îskeîskeke zengarî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam...



goştê hov ji te re ricifeke ruhî divê, nêrîneke şêtiya şûran divê, ez heta qirikê niştecihê tirbê...

hilnayêm janya

hilnayêm porkurê

di tirban de hilnayêm ha! ! !

a ku li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê min e... dengê min diêşe, weha bi sewteke berz û peritî min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te... çirreke şiîr didoşim ji ewrên sipîboz ji bo çivîkên çavên te... xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihebanda... xwezî berxê ji xeynî te pê ve bi tu fikaran min tahma hişê xwe xera nekira... bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigerenda... di nav şaneşînên nêrgiz û nesrînan de min devê te bikira zîndana zimanê xwe...



lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

ez hêmayeke heyama hewaran,

di herban de nîşangeha riman

serî gog, çav xar, zikçirîyayî









fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî! ... '





wergera wê ya tirkî jî -ku min bi xwe wergerandiye- heçiyê bivê dikare ji bloga min a şexsî bixwîne.. http://pezkuviyecudi.blogspot.com/



05.06.2013 16:30 | endazer

2. helbesta rênas jiyanî ku nifşek bi xwe re mezin kiriye, hînî helbesta kurdî kiriye û evîndariyeke arabesk di dilê wan de hiştiye.

bes e êdî janya xwe bikuje.



05.06.2013 17:36 | rojan

3. rênas jiyan piştî janyayê kêm helbest nivîsî, yeke bi navê "marka" nivîsî ew jî pirr qomîk bû. li gorî rîwayetekê, ciwanên qoserê li ber janyayê jilêtan diavêjin xwe, nizanim. elîxan loran di helbesteke xwe de dibêje "janya hêdî! êdî tu dikarî xwe bikujî" û dibêje "belkî belkiyeke me jî tune" filan, em bigirîn an bikenin, nizanim. em ê li benda kitêba wî ya nû bin.



06.06.2013 11:09 | filitto lawo

4. HEKBESTAVANÊ HEMENA DEMÊ DE B ŞÛRRÊ XWE GEL XWEDÊ Û WEXTÊ ŞER Dike dawiyê mirin ser dikeve lê karakterên wî wekê ankayê bi xwelaya xwe diafirinnnn.

Xwediyê rêbaza ramyarî Çirûskîzmê ye helbestên wî tarîtî, reşbînî didin berbiçav lêbçirûskekê zerdeştî felsafeya xwe li ser ariyên helbestê ava dike. ^^Divê mirov hişyar bibe piştre bikeve tevgerê '' ev fikr bandora Hegel dide nîşandannn.



07.08.2013 22:28 | kelha bayê

5. ji bo fahmkirin û fikarandinê divê mirov seretayî ol û wextê bi şêwazekê rasteqîn kûrrkûrr analîz bike, ev helbes awayekê nîşaneya serhildana hemberî tiştên ku ol û demê ve girêdayîne.helbesvan digihêje vî argûmanê ku tu carê wext û bawariya olî aliyên kurdan ve bi awayekê erenî tevnegeriya ye

.



07.08.2013 23:20 | kelha bayê

6. helbestekî rebbê helbesta kurdî ye



07.08.2013 23:23 | xewnname

7. helbesta ku li gorî ajansan stranbêjê kurd jan arslan di abûma xwe ya dawîn ya bi navê xewrevîn de kiriye beste û di teşt û tevna mûzîkê de bi dengê xwe hûnandiye û strandiye û lorandiye û şeh kiriye..



17.09.2013 06:49 | endazer

8. Sal nodûneh bû ez ne xelit bim çapa wê ya pêshîn ji weshanên "doz" ê çêbû. Hîn jî di pirtûkxana min de cihekî wê yî taybet heye. Tishtekî din ew kesên ku dev davêjin vê helbestê ger wextên xwe yî bi çavên shil bi kerb ew dixwendin û bi xêra van helbest û helbestvanan bû evîndarê zimanê xwe ji bîr nekin. Ev ew e ku kaniya tu avê jê vedixwe kevir avêtina wê ye. Ew kes bûn ku wexta li dû her erebesk hîsên xwe diketin ev helbestnan li ser zimanê wan bûn û xwe bi vî awayî entellektuel didîtin. Ew kesên ku nefret ji otomatan dikin ji bo ku karteke wan a otomatan çêbibe hindikî neketin kpss"an. Rexne li ba kurdan, li rex dujminê xwe bûn e pir caran.



17.09.2013 12:32 | hemdilaarda

9. pirtÛka çiqas ez didim destê xwe dibêjim "şikir ji xwedê re ku ev pirtuk hatiye nivîsandin" e.



07.10.2013 20:06 | arami

10. dojeha dilê rênas jiyan î ku bû bihuşta helbesta kurdî di dilê xortên kurd de.



07.10.2013 22:23 | dîno

11. janya kurdistan e, ango welatê janê ye. eger aniha kurdistan tarî be divê kurdistan tarîtiya xwe bikuje, ji ber ku berbang nêzing e: "fermo janya, êdî tu dikarî xwe bikujî!" û em ronî û azad bibin



27.10.2013 16:04 | zero

12. kurdistan e.!



03.01.2014 00:41 | xendekî

13. janya = Kurdistan



09.01.2014 22:42 | sîyabend egîd

14. pirtûka ku çapa wê ya 3'yem ji weşanên belkî'yê û ji nav zadê genim derketiye. berga wê ya nû ecêb e, wêneyekî xweşike lê belê ne ji bo janya'yê. her çapek nû me li berga berî wê poşman dike. de bila Ser xêrê be û pir bê xwendin. bi hêviya çapa 4, 5, 6, 7'an....



https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10152115530184247



29.03.2014 01:18 | giyanstêr

15. di kitêba janyayê de helbestek:

kul 1 (Bê)



li min vegere

kulê…

roj berî rojeke kesk

bi kulman

êvaran ji min re bîne

bi hembêzan bajaran

ji min re bîne

“yadê” gotina ewilîn a zarokan

hejîran

dîlanan

newrozan…







xerîbê

çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn

ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn

xwîn misîn

bêdengî har, barbar, zinar

şev di êşa law de xelîl birahîm (im)

roj di êşa bav de simaîl (im)

êvar qurban







tik î tenê

bê sî jî

bi fereke dil

bi teşqele

bi kul

di nava destên min de can bide

naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin

ez ê li ber te kevim

van keserên xwe yên qilêrî

bi çavên xwe yên bawî

çendîn li benda hatina te me bi teresî

bê…

an na

wê xortanî ber bavê





/her ku ez li awêneyan dinihêrim

rûyê te bi dizîka li wan tên xêz kirin

mijan li wechê te mayinde kon vegirtine

di rojên zelal û sibehên xunavîn de/





bikeve qeraxa rê

bide tengala bê

û



tagirtî

ji rehên laşê xwe yên tije xwê

amade kirine ji te re min benikên tayê





sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim

di bin çeng de bi xwe re digerînim

te ji kesên nexwendî dipirsim

geometriya gulê nizanin

lê tu, bi dev û lêv, stû û rû

pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê





bê…





bi şiva bejna xwe

li koza deriyê berxikên min xe

ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te

ji bişkulên şil

morîk rêzkirine min li gerdena xwe





çeman

ji kerban

perîkên avên xwe rûçikandin

tu nehatî

dilketî xurifîn

tu nehatî

dest avêtin namûsa hechecîkan

tu cardin nehatî

hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin

tu dîsa nehatî

ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...

ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...

hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu

axx bê! ...

şev û roj li min hatine xezebê

de haaa! ... tu li ku ma









Rênas Jiyan



29.03.2014 01:39 | mam selam

16. tenyayên êşê



11.11.2014 21:25 | tivirloismail

17. xora ci ra zaf hes kerdêne.çira merd?



12.11.2014 00:26 | ladyzazarus

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» janya

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî