Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hêma - tirşik
hêma
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew peyv e ku ji bo tiştên ku di mejiyê marivî de tê xeyalkirin û sazkirin û bêrîkirin tê karanîn

jê re îmge jî tê gotin



09.03.2015 00:34 | ferhenga şikestî

2. Er wiha navekî xweş ê jinan e.



09.03.2015 00:37 | xendekî

3. Di Wexta xwendekarî de rojekê di cafeyekê de rûniştîbûn bi çend kesan ve. jinikek navser, qutik, hinek jî qelew, por reş, pir caran wekî pantoreka qot a teng çînik û reng şînayî, li ser de jî îşlikek sor, şîn, ango rengên tîr û seyr ku pir sinêde disekinî ji ber ve di bîra min de maye, rojekê bi çenteyek pirtûk tijî hatî ber maseyê me, bêyî ku destûrê bixwazî di nava hewirzeya dengên curbecur de, dibe ku nêrinên me werêkîye dabû, bi awayekî westiyayî gotîbû “ez helbestvan im, min kitêbek helbest nivîsandiye û difiroşim. Hûn dikarin bikirîn?” Çend pirtûk danîn ser maseyê. Yên maseyê rûniştin hol lê venedan, di rewşa xwe da man ji bilî min.
Min xwe negirt yek kitêba jinikê difirotî girt hinek tevda, pirtûk ji helbestên bi tirkî hatîbû nivîsandin, çendan xwend.
Hema hemû hemû pirtûk helbestên amatorî wekî vî awayî bûn.
ez li cihekî bilind de me,
Di dilê min de evîna te,
Bi Dengê wezîna bayê ve
Her tim tu tê bîra min..
…..
Di dilê min de evîn
Bi gavên werek dimêşim ber bi te,
Kes nikare min rawestîne
Ey evîndar,
….
Di nav mergan de dibezim
Kutekuta dilê min
Li ser singa min nameya te,
Hevî da min berî xwendine
Ez bi te re dijîm her tim.
….
Piştî xwendina çend helbestan jinike ra bi awayekî kubarî got: ka hêma, tu hêma neket serê min?
Got hêma çi ye? Tu çi dibêjî?
Min got: hêma neçîra nêçîrvanê, helbestvan nêçîrvanê hêma ye.çend helbestên te xwend, tu hêma neket serê min.
Got: ma tu henekan dikî? Hêma mema çi ye? Ez gotinên te fam nekim. Û piştre dest bi axaftina siyasetê kirî, got: “ez şoreşger im, helbestên min helbestên şoreşger in, got ez çi hîs dikim bi awayekî ji dil dirêjînim, direşînim li ser kaxêzê da ku xwîner bixwînîn, hîsên min fam bikin. “
Ve carê hinek bi avayekî hinekî quretî got: mixabin helbestên bêhêma hez nakim, nexwînim, rojbaş ji we ra!

Hinek enirî û bi hers rabû, rahîşt pirtûkên xwe kir çenteyê û gotinên: "çi siûdê min a xerab heye ku ez li rastî dînan têm. Hêma mema ev çi ye? ...hwd" dûrketî.



08.09.2023 16:31 ~2023.09.16 00:21 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêma

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî