Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 51 peyam
homofobîk - tirşik
homofobîk
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdek bû, min xwest jê re bibim derman..

çendî ku ez qebûl nekim jî ji devê hevalên nerme ji bo yên wekê min tê gotin.. yanî kesên ku hej kesên homoseksûel (hevzayend) nakin û nikarin xwe li hemberî wan meyl û tercîha wan ya zayendî ragirin.. ya min, ez ne hej wan dikim û ne jî ceynika serê min ji wan diçe, piştî ku mirovek baş be û tu zirareka wî/wê negihe tu kesî, îşê xwe jê çênakim.. lê li gorî min tercîha wan ya zayendî nexweşiyek e (dermanê wê heye, nîne, ew meseleyek din e) eger ne nexweşî be îmtîhanek e, ku xwudê dixwaze baweriya wan biceribîne.. ensest û pedofîlî û nekrofîlî û hemû meyl û tercîhên zayendî yên ''anormal'' ji bo min nexweşî ne, hinek jê bi vê nexweşiyê tên dinyayê, hinek jî paşê bi faktorên civakî û dorûberê nexweş dikevin, dermanê hinekan heye û ya hinekan jî tê gotin ''nîne'' an hêj ''nehatiye dîtin''.. ji ber vê ''nexweşiyê'' hinek heval min ''homofobîk'' dibînin..

ezmûn û îmtîhaneke zext û dijwar e zanim, xwudê neyîne serê tu kesî, lê ji wê mezintir jî xwudê bi gelek bela û musÎbet û nexweşiyan ji destpêkê û heta niha yên wekê eyûb pêxember jî tê de gelek ebdên xwe her cerribandine..



20.09.2015 01:30 | endazer

2. hevzayendî heke nexweşî be ne tercîh e heke tercîh be ne nexweşî ye.. insanek bêje ''tercîha hevzayenda nexweşiye'', ew insan an cêhil an jî homofobîk e..



20.09.2015 01:46 | kevçiyê dil

3. Ez xwe weke homofobîk nabînim.

Li gorî min nexweş in. Dîtin ango nêrîna min wiha ye lewra argumanên ku ji bo nexweşbûna wan tê gotin li gorî min pêkantir e. Heke ku zanyarek derkeve û bi argumanên bimentiq bibêje tercîh e ez ê bêjim eywallah û nêrîna xwe biguherînim. Neyse mijar homofobî ye. Çawa ku meriv nabêje mirovên zaturre ne însan in, ji wan dûr bikevin, nikare bibêje hevzayend ne însan in, ji wan dûr bikevin jî!



20.09.2015 01:54 | mergehez

4. Kesên ku hevzayendan tolere nakin.



20.09.2015 02:14 | hola êzîda

5. (bnr: heval xwedê kî ye)

rewşa hevzayened û yên din cuda ne (nekrofîlî û pedofîlî û nizam çi û çi). gava tiştek ji hêla mirovên gihîştî û reşîd bi îradeya wan pêk bê ev ne nexweşiye yanî mîhenga vî karî "îradeye" di nekrofîlî û zoofîlî û pedofîlî de îradeya aliyek tune ji ber vê yekê ye ku him nexweşî ye û him qedexe ye. lê bi hevzayendan re îrade heye û tercîh dikin. ev ne nexweşî ye. nexweşî ew e ku gava yekî pêncî salî here bi keçeke neh-deh salî re bizewice an jî wê bêyî îradeya wê bikire. ji bo hevzayendan ez qet nakevim hormon û mormonan yaw piştî ku dilê wan wisa dixwaze ev yek dikeve kêf û îradeya wan. min hê jî fehm nekiriye çawa nexweşî ye? ji ber ku wekî garana civakê tevnagerin loma? ev tiştekî weke av vexwarinê basît e. tu ji kolayê hez dikî filankes ji gazozê. ewqas basît e. ev ne nexweşî ye, derketina ji paradîgmaya civakê ye.



20.09.2015 09:58 | ceso

6. pênas: ji bo kesên ji hevzayendan dûr dikevin û hej ji wan nakin yan jî bi awayekî li hemberê wan nerazîbûna xwe diyar dikin...

hin rewş hene mirov nikare tiştekî neyînî an erênî bibêje..

ez di vê mijarê de nÊtar im ango tı tiştî hîs nakim hevalekî min jî heye wilo, hem pirr samimî nabim hem jî silavê jê texsîr nakim

bi ya min jî hevzayendîtî nexweşî ye wek bîyolojîk nexweşiyek e ku di destê wan de nîn e, tÊ gotin ku tedawî hene lê çiqas serketî ye, ne diyar e..



20.09.2015 10:08 | ferhenga şikestî

7. wele mijar bûye turnusola nezanan. nezanên ku xwe bijîşk dihesibînin.tew gotiye: hevzayendîtî tercih e. ev hevok mîna mîkrofan ji devê ekşiciyan hatiye wergerandin. bingeha wê ya zanyarî tune ye. lê karê xwedê, kêfa nezanên kurdî-axêvan jî pê hatiye û hema bikartînin.



tê bipirse ka tu kîjan beşa tibbê qedandiye? psîkyatrî? genetîk? hwd? komela te ya tibbê ya xeyalî ji Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkan, Yekîtîya Psîkyatrîk a Amerîkan, Saziya Karkerên Civakî ya Netewî, Saziya Psîkiyatrî ya Çînê, Komela Psîkiyatrên Brîtanyayê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê baştir û mezintir e? Na. naxêr.



lê ev belengaz û rebenan, dil-kurmiyan, mejî-guyan, biryar û vekolînên van komelêyan napejirînin, qebûl nakin û li her derî dibêjin hevzayendîtî nexweşî ye. ji çi bawer dikin? xêndî ceheltiyên xwe? bêgûman ji xwedê. lê ji wê mezntirîn baweriyekî din heye: qeweta nîhandina mêraniyê. erê! nebêjin ev xeber e. ew perestijî kîr û dolên civakên xwe dikin bi esas. pederşahî li ser van mejî-qurtan sînorên bi elektrîk e. gavek biavêjin, wê girtina elektrîk ji kîr û gunên xwe yê pîroz bin. pîroz.



werhasil mijar homofobî ye. li wîkîpediyayê vaya hatiye nivîsandin:



Homofobî, hestên neyînî ye mîna nefret, tirs, nerazîtî û cudaxwazî ku li hemberî kesên LGBT û hevzayendan an jî hevzayendîtî pêktên. Ango Homofobî; cudakerî, kêfnexweşî yan jî tirsa îrrasyonel a li dijî hevzayendan e."tê texmînkirin ku di her 48 demjimêrê de carekê kesek hevzayend ji ber tundiya homofobî tê kuştin."



kî wan dikujin? mîna tirşikvanên endazer, mergehezo nançû, ferhenga şikestî û hwd hevzayendan dikujin. dibe ku ne bi destê xwe lê bi fikrên xwe yê beradayî alî kujeran dikin. ahmet yildiz û roşîn çîçek ji aliyê van bêûjdanên ku hevokên "hevzayendîtî bi ya min nexweşiye" avadikin, hat kuştin, û wê hîn bên kuştin. ji ber ku tu gû nizanin. lê hema li ser tiştên zanyarî dipeyivin.



û bi ya min homofobî nexweşiye.

an go tirşikvanên li jor hatin nasîn nexweş in.

kî ewê bê na, ne nexweş in?

min go bi ya min ew nexweşên bê derman in.



ev jî heye:

hevzayendîtî/47997



20.09.2015 11:45 ~12:31 | biruya hayao miyazaki

8. (bnr: homo)

(bnr: fobî)

tirsa ji homosexsuelan, tirsa homoseksuelbûnê, tirsa ji homoseksuelîyê,



20.09.2015 12:37 | shorbevan

9. Ne nexweşî ye. Tenê di civakên homofobîk û paşverû tê gotin ku nexweşî ye. Li vira almanyayê kesek wisa nabêje. Li vira gelek siyasetmedar, hunermendên hwd. bilind hevzayendin.



20.09.2015 13:53 | hola êzîda


11. encama îdeolojî ye, pirranî îdeolojîyek dînî ye. di gelek kûltûrên kevn de ya berî dînên cihû, xristiyan û îslamê de hevzayendî dihat tolerekirin û qebûl kirin. ji ber ve, bi baweriya min, sebaba herî mezin ya hebûna homofobîya, dînên îbrahîm pêxemberin. bo mînak di hinduîsmê de hevzayendî dihat pejirandin heta ku bandora îslamê û xrîstaniyê di civaka wan de jî homofobiya ava kir.

li gel sebeba dînî, sebebên din jî hene, yên civakî. sebeke homofobîya jî gelek kesên hevzayend an bîseksuêl bi xwe ne. niha hûne bipirsin ku çawa hevzayen/bîseksuel dibin sebeba homofobiya. di nav gelek kesan de dêhna hevzayendî/bîseksuel heye, lê ew di civakeke homofobîk de dijîn. ji ber ku di civakê de kîn û nefret hemberî hevzayendan heye û ji ber ku evên bi dêhnên hevzayendî/bîseksuel nikarin di civakên wisa de li gorî xwezaya xwe bijîn, şerê xwe ya hindurîn li dijî xwe ango li dijî hevzayendbûna xwe dikin. şerê wan ya "derve" li hemberî hevzayendiyê/bîseksueliyê, di heman demê de jî şereke "hindurîn" li hemberî xwe ye. bê gûman ev fênomên bêtir di civakên homofobîk de heye, di civakên lîberal ku hevzayendan bêtir tolere dikin tuneye, ji ber ku li civakên lîberal koteka civakî li ser hevzayendan kêmtire. civaka kurd jî civakeke homofobîke, ji ber vê jî hev fênomêna "hevzayendên li dijî hevzayendîtî" wê gelek hebe. bi îhtîmaleke mezin bi kêmasî yek ji tirşikvanên ku dibêjin "hevzayendîtî nexweşîye" ji wan kesê hevzayendin, ku hevzayendin lê hevzayendîtî qebûl nakin. îcar kî ji wan be, êdî hûn zanin an nizanin.



22.09.2015 02:39 | hola êzîda

12. lgbt an jî homoseksuelî nikare bibe sedemek ku em ji mirovan nefret bikin. ev ne rewşek e ku ê biguhere ka lgbt di xwezaya mirovan de heye, normal e an ne normal e. jixwe, sedemek me ya taybetî tune ye ku em li hember her tişta ku ne normal e, kîn bigirin.
mirovên homofobîk bi gelemperî nefretê ji mirovên homoseksuel dikin tenê ji ber ku lgbtî bi normên wan re berevajî ye. piranîya wan ji têgîn û mijarên herî bingehîn ên di derbarê hevzayendîyê de ne xwedî têgihiştinek in.
helbet hemû kesên homofobîk in ne bi vî rengî ne. hin ji wan bi hûrgilî lêkolîn kirine, xwendin e û lgbtî çi ye fêm kirine, lê wek encam ji ber sedemên olî, çandî an civakî xwedî ramanên homofobîk in. yanê dizanin ku ew li dijî çi ne.
ji xeynî van her du koman hin kesên homofobîk ji ber ku kesên homoseksuel dibînin û bi wan re di heman hawirdorê de wextê xwe derbas dikin xwedî vê fikrê ne. ev kes li hember helwest û kirinên homoseksuelan ên di çalakî û fealiyetên girseyî de bertek nîşan didin. dû re ev bertek dibin bingeha ramanên homofobîkî.


niha ger em behsa homofobîkan bikin, divê em bi taybetî behsa koma sêyemîn bikin. ji ber ku analîza her du komên pêşîn dê hinekî dirêj be. dîsa jî, bi kurtasî:
koma yekem koma ku bi pêşdaraziyên xwe tevdigere ye. wek einstein gotiye, "parçe kirina pêşdaraziyan ji parçe kirina atomê dijwartir e." her çiqas ne diyar be jî, dibe ku ev kes bi rêberiya kesên ku ew ji xwe re wekî rêber qebûl dikin ê nerm bibin.
koma duyemîn hema bêje koma herî dijwar e. ji ber ku ev kes xwedî antîtez in û tezên we rewa bibînin jî dê red bikin. ji ber ku ji bo van kesan nêzîkatiya îdeolojiya wan ya di vê mijarê de esas e.


em werin koma xwe ya sêyemîn. berî her tiştî, gelo ev kom mafdar e? kesên lgbt+ li ku derê xeletiyan dikin?
kesên lgbtqa+ biqestî an jî bêqestî bûyer an çalakiyan sabote dikin û li her derê propagandaya xwe dikin. her çiqas hin kes îdîa bikin ku ev yek encama zextên zêde ye jî, mixabin xeletiya ku tê kirin ji holê ranabe. bo nimûne, eger du kes li derve biqîrin, kesên lgbtî ê bifikirin ku ev çalakiyek e û dê herin aleke keskesor bilind bikin.
Dîsa karên ku kesên lgbtîq tê de dixebitin, dibe sedem ku di derheqê wan de em bikevin nav nêrînên neyînî. her çiqas berevaniya ku wan ji ber mobbinga zêde ya ku di karên din de kişandine xwe ber bi van sektoran veguherandine, berevaniyek guncaw be jî, ya ku hatiye kirin rewa nake. rastiyeke din jî ew e ku kesên di van beşan de dixebitin ji aliyê kesayetî û exlaqî xwedî pirsgirêk in. dîsa haya wan ji rêzgirtina nirxên civakî nîne. fuhûş eskort
û ya herî girîng jî ev kes ekstremîst in. mîsal;
1) di civakeke ku ji aliyê piraniya vê ve nayên qebûlkirin û nasîn heta tên paşguhkirin, li şûna ku ew xwe ji raya giştî re îfade bikin; di xwepêşandanan de dirûşmeyên tewşo û pêkenok dibêjin, hevdu maç dikin, bi hev şa dibin, xwe tazî dikin û hwd. ya ku em dizanin lgbt tenê ne gayîn e, ew awayek jiyanê ye. azadiya fikir, raman û hestan e.
2) dema ku ew ji bo maf û azadiyên xwe têdikoşin rê nadin kesên ku fikir, raman û meylên wan rexne dikin. ez difikirim ku ev paradoksek mezin e ku meriv azadiyê bixwaze, lê ji azadiya kesên din re astengiyan derxe. nahêlin ku kes rexneyan li wan bikin. (helbet min di vir de qala rexneyên ku bi şêwazekî guncav tên kirin kir.) ma hûn pêxember in ez bi qurban.
3) dikarin bêsedem û ji nişka ve gazinan derxin holê. mînak, dibe ku hûn werin rexne kirin ku çima we li şûna lgbtq+ an lgbtyê nivîsandiye lgbtî. (ez difikirim ku diyar bû çima min her car kurtenivîsek cûda bikar aniye) her wiha, dibe ku min dijminatiya mafên mirovan kiribe ji ber ku ez difikirim ku komeke biçûk a homofobîkan ji ber kirinên homoseksuelan derketiye holê.


pirsa me çi bû : “em werin koma xwe ya sêyemîn. berî her tiştî, gelo ev kom mafdar e? kesên lgbt+ li ku derê xeletiyan dikin?”

pişti ewqas nivîsê bi kurtasî, koma sêyemîn, berevajî her du komên pêşîn, komeke ku ji hêla homoseksuelan bixwe ve hatiye afirandin e. ji ber vê yekê, berpirsiyarî li ser wan e ku vê yekê biguherînin. her wiha roja ku ev koma talî fikra xwe biguherîne, ji bo her du komên pêşîn em ê bêtir bi hêvî bin.



27.02.2024 02:11 | çaya germ

13. Min jî digot ku ji bo hilbijartinên li ser xwe yên mirovan em nikarin dijminatî ya wan bikin. Ez ne diparêzim ne jî, dijminatî ya wan dikim. Lê na.

Em li dibistanê bûm. Hevalên min yên keçik hat got ku horî -ji kena nikarîbû bêje- ew lawikê ha ji te hez dike. Min jî got çi? Neyse. Kurik wilo tiştekî pelos e ku dilê min jê serûbin dibe. Piştre hevalên min yên din gotin ku bila kurik tu tenê nebîne. Min got çima? Gotina bi kurtasî wusa ye: zoofîlî, pedofîlî, malkêzfîlî dqn. De bes.

Neyse vê demê min got ku divê hilbijartinên mirovan ne wusa bibin. Û homofobîk bûm.

Yaw kur ji bo keçikan, keçik ji bo kurikan hatina afirandin. navberê ajalan jî ev yek heye loo. Ma tu ajalî? Di dinê nav endamên lgbt tenê sadî yek birastî nexweş in. Yen din hemû derûnî ye. Ger hormonên te zêde bin here cem bijîşkan.

Ezê reşşikan bistînim lê ji min re ne derd e.



27.02.2024 07:39 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» homofobîk

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî