Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
heyrano - tirşik
heyrano
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke mehmet atli ye ku albûma wî ya jahr de cî digire



Ji çiyayên Tûjik ku bi çil qevzî çil çav

Ji tere anîme ev çengek av

Ka vexwe heyrano tu tî yi tu tî

Tu tî yî heyrano, û tu birîndar jî



hey

ra

no



Kîjan şopa nicis li te da

Ji çiyayên Tûjik te xwe berda

Xopana vî bajarî dafik li ber te veda

Pezkoviyê Cudî heyrano

Nikarim bibim melhema te jî



şer

va

no



21.08.2013 20:06 | simurg56

2. navê helbesteke nemir arjen arî ye. ev helbest di pirtûka wî ya têrpoetîka "ev çiya rûspî ne" de cih digire. wekî din mehmet atlı vê helbestê xweş beste kiriye.

__________

Heyrano



Ji çiyayê Tûjik -ku

Bi çil qevzî çilçav-

Ji te re anîme ev çeng av.

Ka vexwe heyrano,

Tu tî yî, tu tî!

Û tu birîndar î jî.





Heyy

Raaa

Nooo...



Kîjan şopa nicis li te da!

Ji çiyayê Tûjik te xwe berda

Xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda

Pezkoviyê Cûdî, heyrano

Nikarim bidim melhema te jî...



Şerr

Vaaa

Nooo...



Zelal, ava qirr qeşa

Çeng bi çeng bidim te jî,

Tu tî yî, tu tî!

Heyrano,

Tu têhn î li qurtek azadî!



Xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê

Tehntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar

Dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar,

Bajar bêpêjn dimîne, hew diyek dike hewar:



Şerr

Zaaa

Nooo! ..



Xwîna me mazatê de

Zêrê zer re serbiser e.

Her xwîn vedigere axê

Axa bêxwîn xwelîser e.

Azadî her kê xwestibe

Xwîn rakiriye di ber re,

Di şer de bûm doh jî loma

Îro şer e, sibe şer e...



22.10.2013 00:23 | zero

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» heyrano

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî